01:35 26 Gulan 2018
Elî Mehmud Xedîr

Berbijêrekî ereb ji ber cil û bergên kurdî li Kerkûkê xwe ji berbijêriyê vekişand

© Sputnik / Osman Başqalî
Nêrîn
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Îro berbijarêkî ereb ji lîsteya Wezîrê Berê Parastinê yê lraqê li kerkûkê li ser rêgİrkirinê ji ber cil û bergên kurdî xwe ji lîstê vekişand.

Elî Mehmud Xedîr berbjere jimare 7 yê ji lîsteya Beyarq Elxeyr bi serokatiya Xalid Ubeydî li ser hesabê xwe yê facebookê daxuyaniyek da û bo saziyên ragihandinê jî şandiye û dibêje: biryar bû îro li bajarê Kerkûkê karnevaleke lîsteya me b iserokatiya Ubeydî bihê kirin û berbijêrên lîstê li Kerkûkê bo xelkê Kerkûkê bihêne naskirin, lê min weku jestekê bo gelê kurd û biratiya kurd û ereban cilên kurdî li xwe kirbûn, lê ji aliyê hin hevalên lîstê ve rêgrî ji min hatkirin û nehêlan.

Herweha Xedîr dibêje min xwest weku kesekî ereb pêşdestiyek nû bikem û cilên kurdî li xwe bikem bi merema misogerkirina biratiya kurd û ereb û tirkman û mesîhî li Kerkûkê ku pêwîst e bihê parastin. Ez şehnaziyê bi vê biratiyê dikem, lê mixabin hin kesan rê li min girt û min jî biryar da ku ji lîsteyê berbijêriya xwe vekişînim.

Bi heman mijarî:

Hikûmeta Kurdistanê: Me û Iraqê ji bo petrola Kerkûkê li hev kir
Fermandarê HSDê: Hindik ma, em DAIŞê ji sînorên Iraqê paqij bikin
'Em destûr nadin ti kes destdirêjiya Iraqê bike'
Dadgeha Iraqê doza Kurdistanê heta meha Hezîranê bi paş de xist
Etîketan:
Cil û bergên kurdî, Cilên kurdî, Bangeşe, Berbijêr, Hilbijartinên Iraqê, Hilbijartin, Elî Mehmûd Xedir, Parlemana Iraqa Federal, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de