18:04 21 Gulan 2018
    hsd-qsd-hsdê

    Fermandarê HSDê: Hindik ma, em DAIŞê ji sînorên Iraqê paqij bikin

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê ya girêdayî HSDê Ebû Xewla ji Sputnikê re axift û diyar kir ku hindik maye, DAIŞê ji sînorên Iraq-Sûriyeyê paqij bikin û diyar kir ku hevahengiyê li gel Artêşa Iraqê dikin ku wan jî ber bi sînorê Sûriyeyê ve operasyon li dijî DAIŞê daye destpêkirin.

    Hikmet Durgun

    Piştî Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) ya ku YPGê pêşengiya wê dike, ji nû ve operasyona li Dêra Zorê ya li dijî DAIŞê da destpêkirin, niha ew hêz ber bi sînorê Iraqê ve bi pêş de diçin. Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê ya girêdayî HSDê Ebû Xewla ji Sputnikê re axift û diyar kir ku hindik maye, DAIŞê ji sînorên Iraq-Sûriyeyê paqij bikin û diyar kir ku hevahengiyê li gel Artêşa Iraqê dikin ku wan jî ber bi sînorê Sûriyeyê ve operasyon li dijî DAIŞê daye destpêkirin.

    Li gorî agahiyên ji çavkaniyên HSDê, piştî ku hefteya borî operasyona Bahoza Cizîrê hat ragihandin û 8 hezar şervanên HSDê beşdarî wê bûn, niha ew hêz bi pêş ve diçin. Hêzên HSDê, tenê çar kîlometre mane ku bigihêjin sînorên Iraqê û hat zanîn ku DAIŞ gelek wendahiyan dide.

    DAIŞ bajarokê Hejîneyê yê 110 kîlometreyan li rojhilatê Dêra Zorê ye ji xwe re kiriye navend û 13 gundên navbera Dêra Zorê û Hesekê kontrol dike.

    Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê piştgiriyê dide operasyona HSDê û heta niha gelek gund û mezra ji destê DAIŞê hatine derxistin û şer bi giranî berdewam dike.

    "EM HEVAHENGIYÊ BI ARTÊŞA IRAQÊ RE DIKIN"

    Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê ya girêdayî HSDê, Ehmed Ebû Xewlayî ji Sputnikê re diyar kir ku gelek gund û ji DAIŞê stendine û bi pêş de diçin û wiha dewam kir: "Me hefteya borî operasyon da destpêkirin da ku DAIŞê bi temamî ji herêma Dêra Zorê xelas bikin. Em di operasyonê de gelekî bi pêş de diçin. Em 16 kîlometreyan bi pêş ve çûne. Tenê 4 kîlometre mane ji bo em bigihêjin sînorên Sûriye û Iraqê. Em nêzîkî navçeyên Bahoz û Tehtaniyê bûne. Me gelek gund ji rêxistinê paqij kirin. Hevpeymaniya Amerîka pêşengiya wê dike, piştgiriyê dide. Balafirên hevpeymaniyê bi tundî herêmê bombebaran dikin. Em hevahngiyê bi artêşa Iraqê re dikin ji bo DAIŞê bi temamî ji sînorên Sûriye û Iraqê derxînin. Artêşa Iraqê jî ji aliyê xwe ve li himberî DAIŞê operasyon daye destpêkirin. Ew jî ber bi sînor ve tên."

    HSDê 9ê Îlona 2017an operasyona Bahoza Cizîrê dabû destpêkirin lê piştî Tirkiyeyê li dijî Efrînê operasyon dabû destpêkirin, wan operasyona xwe ya li Dêra Zorê rawestandibû.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Sûriyeyê êrişî çeperen HSDê kir
    Fermandarê amerîkî: HSDê dîsa bibandorbûna xwe îsbat kir
    ‘Amerîka li Minbicê ji bo HSDê biparêze du baregehên leşkerî ava dike'
    ‘Amerîka li ser formuleke ku HSDê ji dest bernede dixebite'
    Aqûbeta girtiyên DAIŞî yên di destê HSDê de wê çawa bibe
    HSDê îdîayên Artêşa Tirkiyeyê red kirin: Em li cihên sivîlan bi cih nabin
    HSDê encamên şerê 24 saetên dawî yê Efrînê ragihand
    Etîketan:
    DAIŞ, HSD, Ehmed Ebû Xewla, Dêra Zor
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de