14:18 23 Gulan 2018
    Wesayîtên Fezayê - Spêdeya Nû - Kîbotîa - Bedêla Azadiyê

    Kîbotîa - Bedêla Azadiyê 4/4

    © Sputnik / Metin Uçar
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Metin Uçar
    0 50

    Spûtnîk Kurdistan çîroka honaka zanistî ya nivîskar Metin Uçar ya bi navê Kîbotîa - Bedêla Azadiyê wergerande Kurmancî. Çîrok dê weke çar beşan peyderpey hat belavkirin. Beşa çaremîn û dawî ya Kîbotîa - Bedêla Azadiyê wiha ye:

    Wesayîtên Fezayê - Kîbotîa Bedêla Azadiyê
    © Sputnik / Metin Uçar
    Spêdeya Nû keştiyeke kargoyê ya kevn bû. Piştî hewildaneke mezin serhildêran ew bi dest xistibû û li yek ji peykên bêhejmar ên Kîbotîayayê veşartibûn. Lêgerîna Krîstalê têkoşîna man û nemanê ya li dijî Kîbotiayan ya demdirêj, aktîvbûna wê zehmettir kiribû. Dema ku Krîstal hat dîtin hema bê keştî bi sedan salan hatibû jibîrkirin. Dema ku dem hat ku Krîstal bo Unîversiayê were veguhestin personelê teknîkî bi xebata şev û rojê keştî amadeyî tevgerê kiribûn. Li ser serê vê tîmê Nahrideb hebû. Dema ku xebatên temîrê bidawî bûn jî teb‘en bûbû sertîmê keştiyê. Tevî hemû dîroka xwe zehmetkêş Spêdeya Nû tê be qey ji bilî pêkanîna vê wezîfeya pîroz tu armanca wê tune ye destûr dabû ku bi hesanî were tamîrkirin, ji hemû pergalên parastina xwe qevizandibû û li gerstêrêk danîbû. Krîstal radest girtibû û bêyî arîze bide gihaştibû Unîversiayê. Di tarîxa Aîrayê de rola wê gelek mezin bû û dema ku vegeriya gerstêrkê dê teqawît bibûya. Nahrideb dem bi dem xeyal dikir bê wê ev keştiya bêhempa li mûzexaneyeke çawa bihata bicihkirin. Dema ku komputera keştiyê nîşan dide ku ew ketine bergehê heman hest lê hasil bûbû. Nahrideb li ser vê yekê cil û bergên xwe yên rê û resmê li xwe kirin û bi kêfxweşiyeke mezin derbasî koltuxê sertîmî bû. Di vê kêlîka tarîxî de xwestibû ku Afatsum li cem wî be lê wî çêtir girtibû ku li odeya xwe bimîne. Ji ber ku odeya wî bê şibake bû ji keştiyên şer ên Kîbotiayê yên ku hatibûne pêşwaziya Spêdeya Nû haydar nebûbû. Spêdeya Nû belkî jî bo cara dawiyê li ber hêza atmosfera gerstêrkan radiwestiya. Personelên keştiyê di nava ragêşiyeke mezin nîşandêran dişopand û şaş û mehtel dima bê çawa keştî tert û bela nebûbû. Nahrideb tenane kes bû ku bawer dikir ku keştî dê ji bin vî barî jî rabe.

    Kîbotîa - Bedêla Azadiyê
    © Sputnik / Metin Uçar
    Spêdeya Nû û keştiyên ku jê re hevaltî dikirin êdî ketibûne atmosferê û bi hêminî ber bi qada danînê ve dilewlibîn. Li ser fermana Nahridebî qenalên hewayê yên keştiyê hatibûn vekirin û pergala hewadarkirinê yê Kîbotîayê ya aşîna li her deverê belav bûbû. Bi guhertina hewaya kêfa personelên keştiyê hatibû cih. Êdî bi temamî kêf û şahî bû. Bi tenê Afatsum ji vê pêşwaziyê kêfxweş nebû. Agahiyên beriya ku Spêdeya Nû bigihîje gerstêrkê bi du heftiyan kêfa Afatsumî xera kiribûn. Afatsum piştî agahiyên dawiyê û fermana dawiyê Gopalê ku remz û nîşaneya azadiyê ya Aîrayiyan e radestî Nahridebî kiribû. Êdî rêwiyekî ji rêze bû. Nahrideb êdî ji koltuxê sertîmiyê qada danînê didît. Keştiyên şer ên ku hevaliyê Spêdeya Nû dikirin dûr bûbûn ew bi tenê hiştibûn. Sertîm bi hostetiyeke mezin kir ku Spêdeya Nû li platforma pêwist deyne. Dema ku motorên Spêdeya Nû hêdî bûn, hemû perçeyên keştiyên tê bê qey nema ji cihê dilivin xwe radestî kêşa zemînê ya balkêş kirin. Qirçeqirçên bêhejmar ên ku wê kêlîkê derdiketin dida nîşandan bê keştî çiqasî westiya ye. Piştî kurtedemekê qada danînê bêdeng bû. Toz û dûmana ku ji ber motorên keştiyê peyde bûbûn bi bayê nerm re belawela bûn. Nahrideb piştî ku lênûska seyrê ya sertîmî îmze kir ji mîkrofonê xîtabî personelan kir.

    Kokpît û Sertîmê Spêdeya Nû, Kîbotîa Bedêla Azadiyê
    © Sputnik / Metin Uçar
    Kokpît û Sertîmê Spêdeya Nû, Kîbotîa Bedêla Azadiyê

    ‘Hevalan. Em weke Aîrayiyên Azad vegeriyane mala xwe. Li me hemûyan pîroz be!'

    Hemû xebatkarên keştiyê bi yekdengî bang li sertîmî dikir û hewil didan dengê xwe bigihîninê û şadiyên xwe bînine zimên. Nahrideb berguhekê xwe li cihê wê daleqand. Bo cara ewil li odeya birêvebirinê raçav kir. Dûmenvan, supayê seyrê, supayê ragihandinê û personelên din jî weke personelên keştiyê sertîmê keştiyê pîroz dikir. Nahrideb piştî ku silav li hemûyan kir derbasî odeya birêvebirinê bû. Berçavkên xwe yê reş dane ber çavên xwe û bi awayekî rûken ji supayê ewlehiyê yên ku pêşwazî lê kir Gopal radest girt û ber bi deriyê derketinê ve qedimî. Dema ku daket xwarê, ji dêvla rê û resmeke şanedar şandeke Aîrayî û Kîbotîayî pêşwazî lê kir. Lê ji ber ku haya wî jê hebû şaşwaz nebû. Gopal radestî nûnerên Kîbotiayiyan kir.

    Krîstal - Kîbotia - Bedêla Azadiyê
    © Sputnik / Metin Uçar
    ‘Bêyî ku çixêzek lê bikeve min radest girt û beyî ku çixêzek lê bikeve radest dikim.' Nahrideb ev gotibû lê ne piştrast bû ku kîbotîyê li pêşberî wî ji wî fêm dike yan na.

    ‘Bêyî ku çixêzek lê bikeve min radest girt û bêyî ku çixêzek lê bikeve ez dê radest bikim.' Wisa xuya bû ku Kîbotîayî ji bo vê hevdîtinê baş amadekarî kiribû.

    Gopal di çarçoveya lihevkirina Aîraî û Kîbotiayiyan de radesî Kîbotîayiyan hatibû kirin û heta ku Aîrayî di nava xwe li hev bikin dê bi wan re bima. Kîbotiayiyê ku Gopal radest girt ji bo vegerê li wesayîta xwe siwar bû. Aîrayî ji bo ku têkevine nava tevgerê qet ne dilezandin. Nahrideb dema dît ku li ser rû û rûçikê hevxwînê wî tu nîşaneya şanaziyê tune ye şaş nebûbû. Lewra ji bo wan ew hê jî serhildêrek bû. Piştî kurtedemekê hevxwînên wî Afatsumî xistine navbera xwe û li wesayîta ku kîbotiayî lê siwar bûbû, siwar bûn û şanda pêşwazîkirinê ber bi avahiya termînalê bi dûr ketin. Nahrideb ji hewaya gerstêrka welatê xwe hilmek kişande nava xwe û berepaş vegeriya û li wî sergoyê metalîk ê nûwaze meyizand.

    Kîbotîa
    © Sputnik / Metin Uçar
    ‘Spêdeya Nû! Spas bo te jî. Deynê me nayê jimartin. Bi sond û peyman, li xweştirîn cihê mûzexaneyê dê teqawîtbûneke te ya nûwaze hebe. Ez bi xwe ez dê li te binerim û paqijiya te bikim. Çiku te ev heq kir.'

    Dema ku Nahrideb bi dengê bilind ev bilêv dikir, personelê keştiyê yê bi berçavkreş jî dest pê kiribûn derkevine pîsta danînê. Hinek ji wan direqisîn, hinek ji wan jî maçî zemînê dikir. Paşê Nahrideb wesayîtên ku toz û dûman radikirin dîtin. Ev wesayît wesayîtên serhildêrên ku wê pêşwaziya wî bikirana.

    ***

    Matten piştî dema ku serhildêr kamp terikandin biryar dabû ku li wir bimîne. Êdî bêyî tirsa yekîneyên ewlehiyê ya jî radestkirina wesayîtên hewayî dijiyan. Matten di sohbetên dûr û dirêj ên bi serhildêran re hewl dida wan ji nêz ve nas bike. Herî dawî piştî vegera Tisey tev li derdoreke nîqaşê ya berfireh bûbû. Wisa dihat famkirin ku di nava serhildêran de kesên ku weke Tisey û fermandarê mufrezeyê jî hebûn. Hindek fermandarên mufrezeyê derbarê Tisey û rêveberên din de axaftinên tawanbar kiribûn. Yekî ji van anî ziman ku pêwist e jê û pê ve di warê sazkirina nîzamê de serhildêr nebine xwedan gotin û bi dengekî bilind qeriyabû û ji Tisey re gotibû xayîn. Tisey jî ji ber ku li benda vê yekê bû bêyî ku kontrola xwe ji dest bide û bi hêminî ev tişt gotibûn:

    ‘Hevalên çekdar. Dibînim hinek ji we ji rêveberiyê cuda difikirin. Ez bi xweşbînî nêzî vê dibin lê belê divê bibêjim ku xisûsiyeteke ku hûn jî teqdîr bikin heye ku wezîfeya me qediya ye. Em di têkoşîna xwe ya ji bo man û nemanê bi ser ketin. Em li dijî hemû cûreyên teknolojiya Kîbotiayiyan sekinîn. Bêyî ku baweriya me bişike, em têkoşiyan û Krîstala ku mafê vî gelî ye bi dest xist. Hûn jî dizanin ku kesekî din ê Aîrayî ku vê bike û di vê de bi ser bikeve tune ye. Ev têkoşîna me ya ku em bi serketin dê di dîroka Aîrayiyan de bi tîpên zêrîn were nîvîsandin. Roja ku me Krîstalê dît, ji bo gelê Aîrayê jîneke nû dest pê kir. Pêwist e em qebûl bikin ku weke şervanekî em ji bo vê jînê amade nîn in. We ne dît lê ez dibînim. Aîrayiyên ku li wir dijîn bi gelekî ji me cuda ne. Di nava wan de kesayetên zana û şareza hene ku xwedî potansiyel in ku nîzameke nû saz bikin. Ji xwe ew bi awayekî sempatîk nêzî têkoşîna me dibûn. Niha dem dema kesayetên wiha ye. Belê, her yek ji me di warê hunera şerî de tevî hemû hûrgiliyên xwe şervanekî pispor e lê di warê avakirina jiyaneke asayî ne xwedî zanyarî û tecrube ne. Xala destpêka biryara me jî ev yek e. Bi dîtina Krîstalê ku azadiya gelê me misoger dike, me berbirsyariya xwe ya tarîxî anî cih. Pêwis te niha nîzameke nû were avakirin. Ji bo avakirina vê nîzamê piştevaniya me dê gelek mefadar be. Wextê ku li konferansa dawiyê me biryara xwe eşkere kir hemû salonê ji me re li çepikan da. Bi vî awayî me kesên ku bi rêya serhildêrên hewil didan bilind bibin berteref kirin. Niha tu kes li ser reşkirina me dê polîtîkayan neke. Bi tenê em ên ku ji bo gelê Aîrayê dixwazin tiştên hêvîbexş bikin dimînin. Em jî heta ku Peymana Jiyana Nû were îmzekirin dê nîzama heyî muhefeze bikin. Dema ku ev bûyer pêk hat jî her yek ji me dê ji xwe re rûpeleke nû veke. Û em jî cardin dê beşdarî nava Aîrayiyên azad bibin.

    Ev gotinên Tiseyî di nava kesên ku beşdarî nîqaşana bûbûn bi çepîkên xurt hat pêşwazîkirin. Ji kesên ku Tiseyî rexne dikirin re tiştekî din ê ku bêjin, nema bû. Kesên bo gotûbêjan amade bûn, dişêwirîn, wê kêlîka kesekî ku kete hundir û mizgînî da ku personelên Spêdeya Nû di demek nêz de dê bigihîjine kampê. Hemû kesên li wir amade bûn bi kêfxweşiyeke mezin derketine derve. Matten jî bi girseyê re derkete derve û wesayîtên ku li biniya geliyê ku kamp lê bû di nava toz û dûmanê de nêz dibû, dît. Piştî kurtedemekê wesayît li berguhê kampê rawestiyan. Tisey û rêveberên pê rê li pêş, tevahiya girseyê ji bo ku pêşwaziyê li personelên qehreman ên Spêdeya Nû bikin bi pêş de diçûn, derdor di nava toz û dûmanê de mabû, qêrinên kêfxweşî û serfiraziyê li çiya û baniyan olan dida.

     

     

    Dawî.

     

    Werger: Mevlut Oguz

     

    Bi heman mijarî:

    Kîbotîa - Bedêla Azadiyê 1/4
    Kîbotîa - Bedêla Azadiyê 2/4
    Kîbotîa - Bedêla Azadiyê 3/4
    Kîbotîa 1/4
    Kîbotîa 2/4
    Kîbotîa 3/4
    Kîbotîa 4/4
    Etîketan:
    Werger, Kurmancî, Kurdî, Wêje, Çîroka Honaka Zanistî, Çîrok, Wergera kurdî, Kîbotîa, Bedêla Azadiyê, Metin Uçar, Spûtnîk Kurdistan, Tisey, Nahdireb, Afatsum, Feza
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de