20:56 22 Gulan 2018
    Wesayîtên Fezayê - Kîbotîa Bedêla Azadiyê

    Kîbotîa - Bedêla Azadiyê 3/4

    © Sputnik / Metin Uçar
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Metin Uçar
    0 40

    Spûtnîk Kurdistan çîroka honaka zanistî ya nivîskar Metin Uçar ya bi navê Kîbotîa - Bedêla Azadiyê wergerande Kurmancî. Çîrok dê weke çar beşan peyderpey were belavkirin. Beşa sêyemîn a Kîbotîa- Bedêla Azadiyê wiha ye:

    Krîstal - Kîbotia - Bedêla Azadiyê
    © Sputnik / Metin Uçar
    Nahrideb bihîstibû ku dê Afatsum tevî Gopal bi keştiya xwe vegere gerstêrkê. Afatsum bi hincetên cûr bi cûr li dijî wê yekê derketibû lê nekarîbû biryara misoger a meclisê biguherîne. Di dema amadekariyên birêketinê de Spêdeya Nû herdu zilamên ku qet rêya bi ser hev neketibû fêr dibûn ku di heman keştiyê de seyahat dikin. Werhasil roja birêketin hatibû. Nahridebê ku ji tevahiya personelên keştiyê raport stendibû ku ku ew ji bo birêketinê amade ne, li benda rêwiyên xwe bû. Nahrideb dema ku hindek daneyên panoya birêveberiyê kontrol dikirin ji pergala ragihandinê ya keştiyê dengekî olan da.

    ‘Sertîm. Mêvanên me hatin!'

    Nahrideb bi awayekî bilêz ji korîdora hevhembêzkirinê derbas bû û nezî derî bû. Afatmsum ligel ligel çend endaman meclisê pêşwazî li Serokê meclisê kir. Serokê meclisê Pademia gavekê bi pêş de hat û nzêi Nahrideb bû.

    ‘Sertîm. Hah rêwî û Gopalên we. Di vê roja xweş de min xwest ez şexsen we bi rê bikim.'

    ‘Ezbenî, spas. Destûra we hebe ez dixwazim we li keştiya xwe bigerînim.'

    Kîbotîa - Bedêla Azadiyê
    © Sputnik / Metin Uçar
    ‘Sertîm. Spas dikim. Pêwist nake. Divê demildest em bi rê kevin. Ez dê li benda agaiyên we yên xweş bim. Rêya we vekirî be! Gotinên min ji bîr nekin. Divê hemû şêniyên Kîbotiayê li hev bikin.' Serok Pademia piştî van gotinan bi usûl bejna xwe tewand û tevî nûnerên din ên pê re bi gavên bilêz ji wir dûr ket.

    ‘Afatsum. Hûn bi xêrhatine keştiyê! Personelên keştiyê dê odeya we nîşanî we bidin.'

    Afatsum bê mehd derbasî keştiyê bû. Deriyên korîdora hevhembêzkirinê hatin girtin. Dengê Sertîm Nehrideb ji tevahiya hoparoran hat bihîstin.

    ‘Deriyên keştiyê hatin girtin. Ji bo birêketin hemû amadekarî tewaw bûn. Piştî bîst xulekan bi şûn de dê motora yekem dest pê bike. Ji hemû personelan daxwaz dikim ku baldar bin'

    Rêwîtiya ber bi Universiayê - Kîbotîa Bedêla Azadiyê
    © Sputnik / Metin Uçar
    Rêwîtiya ber bi Universiayê - Kîbotîa Bedêla Azadiyê

    Nahrideb di şîva şeva pêşî ya destpêka rêwitiyê de Afatsum jî vexwend. Tu peywendiya vê vexwendinê bi kubariyê tune bû. Afatsum serê pêşî diyar kir ku ew dê bi sertîm re li heman maseyê rûnenê lê pişt re jibêgavî ev yek qebûl kiribû. Tevî hemû xwarinên lezîz ên li masê Afatsum tu nîşaneya afiyetê nedida û wisa dipa. Ji aliyê din ve Nahridebî bi îşteh xwarin dihepişandine devê xwe û pêşniyaz kir ku Afatsum jî bixwe.

    ‘Afatsum. Bixwe. Pêwist e ez û te em li ser peyama ku em dê bidine gerstêrê bixebitin. Ji bo rêkkeftina Peyman Pêkvejiyanê salek dema me heye. Keştiya me encex di çar mehan de bigihîje gerstêrkê. Beriya ku em bigihîjine wir pêwist e em dest bi xebatan bikin.'

    Kîbotîa
    © Sputnik / Metin Uçar
    ‘Ez bi zorê xwe li ber wê yekê digirim ku ez bi serhîldêrekî re li heman masê rûdinêm. Peyameke hevpar ne mikûm e. Ji xwe min zanyariyên pêwist şandin. Hûn jî, we çi divê wê bişînin. Me elaqedar nake!'

    ‘Bi rastî heyf û mixabin. Serokê meclisê jî di tekane hevdîtinê de bingeha kêşeyê fam kir. Hûn jî, axaftinê bi xwe jî pêwist nabînin!'

    ‘D be ku dema vegeriyane gerstêrkê xebat bidawî bibin. Nêta min tune ye ku bi te re têkevimê nava nîqaşên entelektuel. Min û Gopalî bi awayekî sax û selamet bigihîne gerstêrkê bes e. Noşîcan be ji we re!'

    Afatsum rabû ser pêya û ji odê derket. Nahrideb fikirî bê wê çawa bi vî zilamî re diyalogekê bi pêş bixe. Ji ber ku niha li masê bi tenê îşteha wî xira nekiribû. Di nava şadî û arambûna vegera ber bi malê ve xwarina xwe domand. Stêrkên ku di cama keştiya fezayê de dişemitîn nîşaneya wê yekê bû ew bi bilez berev malê ve diçûn.

    ***

    Dema ku Spêdeya Nû di rê de bû li Kîbotiayê gelek bûyer qewimî bûn. Peyama ku ji Universiayê hatibû tevahiya gerstêrê xistibû nava liv û tevgerê. Kîbotiayan biryara meclisê bi hemû hûrgiliyên xwe ve anîbûne cih. Bi rastî jî biryarên meclisî ketibûne meriyetê. Ji aliyê din ve din va Airayiyan de jî aloziyek li dar bû. Şoka rûdanên dawî hêj derbas nebûbû. Airayiyan êdî tê derdixist bê di qanûnan de çi sepan dihate guhertin. Tevahiya kesên ku ji ber derbirîna fikr û ramanî hatibûne desteserkirin hatibûne berdan Airayî serwext bûbûn ku pêwist e di nava salekê de bi Kîbotiayiyan re li hev bikirina. Bîrewerbûneke nedîtî nebîna dihate raçavakirin. Derketibû holê ku ji bilî sempatîzanên serhildêran gelek partiyên azadixwaz hene. Gelek partî û pêkhateyên ku berê nam û nîşana wan ne hatibû bihîstin êdî bi awayekî eşkere derbarê rêkeftina ku dê were kirin û nîzama ku were sazkirin de nêrînên xwe dianîne zimên, li her deverê nîqaş dihatin kirin. Yên ku berê li civakê hebûn û ji bo nîzama Kîbotiayê rêbazeke wan a jiyanê hebû ji nişka ve wenda bûbûn. Ji aliyeke vî pakbûna civakî ku erênî dixuyê ji aliyê din ve nakokiyên mezintir derdixiste holê. Her kesên ku kêmzêde şiyanî polîtîkayê be dizanî bû ku ev fersendekê dîrokî ye û lez dabûne xebatên xwe. Di çavpêketina ewil de hemû partiyan heman prensîbên sereke diparast. Lê gelek caran ji ber egerên ku pisporan bi xwe jî tu wate nediyayê rêkeftinek pêk nedihat û ne digihaştine encamekê. Di nava van partiyan de rikberî û milmilaneyeke aşkere hebû. Tisey ê ku ji bo beşdariya konferansa dawiyê hatibû hemû rûdan û qewam ji nêz ve dişopand û ji bo wî dibû cihê nîgeraniyê. Têkoşîna çekdarî ya ku ta îro li çiyayan pêk dihat û bi dîtina Krîstalê û veguhestina wê bo Universiayê bi encam bûbû tavilê dikir ji ber fêlbaz û keysperestan bifetisiya. Tisey ê ku ne dixwest bi çavê xwe yê sor balê bikşîne û lewma berçavkeke reş dabû ber çavê xwe kete avahiya ku dê konferans lê bihata lidarxistin. Ji partiyên cûr bi cûr zêdetirî hezar nûnerî dê fikrên xwe biparasta. Tisey piraniya partiyan dişibanda teyrê berate. Di destê Tisey ê ku dê di konferansê de axaftinek bikira raportek berfireh a bi qayde hebû. Piştî nîqaşên akademîk û polîtîk ên demdirêj êdî bawerî bi yekê anî bû ku ev nîqaş dê ber bi encameke diyarkirî ve neçin. Mirovên ku heta wê demê di bin zext û zorê de dijiyan ji bişka ve ji azadiya ku li ser wan dabû serxweş û sermest bûbûn, di rewşeke wiha de bûn ku ne dizanin bê çi dixwazin. Di vê rewşê de dikaribûn bidine dû yekî ku du sê hevokê xweşik bikirina bi hesanî dikaribûn biçûna. 
    Wesayîta Kîbotîan
    © Sputnik / Metin Uçar

    Di vê kelîkê de pêwistiya wan bi pergaleke zexm a ramanî hebû ku rênîşandêriya wan bike. Têkoşîna Tisey û serhildêrên weke wî, pergaleke hevpar a pêkvejiyanê ku ji bilî serokê wan kesî bîr nebûbûyê pêşkêş dikir lê piraniya civakê ji pêşdarazên xwe yên berê rizgar nedibû û bi kêmanî bi qasî Kîbotîayiyan bertek nîşan dide. Ya ku karê Tisey zexmtir dikir ev pêşdarazî bûn. Tiseyê ku di dema konferansê de li benda xwe hilawîstî biguman bû ku dê bikaribe van pêşdaraziyan bişkîne an na. Lê halê berxwedêr ê ku bi salan têkoşîna fiîlî bidest xistibû baweriya wî xurt dikir ku ew dê heta dawiyê li ber xwe bide. Dema ku Tisey li ser van difikirî moderatorê konferansê navê Tisey anons kir. Tisey weke nûnerekî serbixwe hatibû anonskirin lê hemû kesên amade dizanîbûn bê ew kî ye. Himmîn û gurmîn li salonê li ser hişyariya moderatorê qut bû. Tisey li pêşberî mîkrofonê hilastî man.

    Kîbotîa
    © Sputnik / Metin Uçar

    ‘Airayiyên birêz. Ji bo ku bi berçavkeke reş derketime pêşberî we bibexşîn. Wek hevxwînekî we ye yê ji nifşê çaremîn di demeke nêz de heçku ez dê fêrî ronahiya normal nebim.' Li salonê axaftin û girnijînên xudriste bilind bûn. Tisey bêyî ku bala xwe bide vê yekê, nîşeyên destê xwe rakirin û wiha berdewam kir: "binerin bê ez ji bo konferansê çawa amade bûm. Ez dê bi kurtasî behsa tarîxa me, nêrînên sereke ên serokê me bikim û ez dê behsa çîroka serfiraziyê ya ku derfet da ku em li ser çawaniya mercên azadiya me biaxivin. Lê dema ku bo axaftinê derketime vir, min biryar da ku pêwistî bi vê yekê nîn e. Piraniya we rêya ku me bijartiye pejirandiye. Û dikarim dibêjim ku di vê riya ku me pejirandiye, ji niha û bi şûn de tu girîngiya wê nema. Me ji bo misogerkirina armanceke diyarkirî rêyeke ji we cudatir pejirand û em îro gihaştina dawiyê vê rêye. Armanca me dîtina Krîstala Airayê û ligel Kîboriayan dabînkirina mercên jiyaneke hevpar a li vê gerstêrkê. Me Krîstal dît, ew anî Unîversiayê. Me kir ku Meclisa Yekîtiya Gerstêrkan mafê me misoger bike. Gopalê ku remz û nîşanê vê yekê niha bo Spêdeya Nû tê veguhestin. Piştî ku li ser van fikirîm ez dê biryara xwe bidim. Beriya eşkerekirina raportê ez dê ji we re behsa biryarê bikim. Ev biryar li ser navê hemû serhildêran hatiye wergirtin. Raporta ku min amade kiriye ji dîroknasên ku dê dîroka me binivîsin re dihêlim. Tika ye ev biryara me wele tirsonekî an jî lawazbûnê neyê famkirin. Dibe ku piştî çaksaziyên ramanî ên pendî em jî dikarîbûn partekê ava bikin û xebatên xwe berdewam bikin. Lê me xwest di vê serdema ku têkoşîna me biserketiye rê li ber fikr û ramanên din vekin. Teb‘en em dê bi kesên ku bixwazin ji serboriya me mefa û sûd wergirin hevkariyê bikin. Lê me weke hêzeke ku ji mêj ve we di nasî û di pejirand nebînin. Ji ber mutasyonên we dibe ku pêkvejiyan bi gelê me re demê bistîne lê em vêya weke kêşe nabînin. Bi tenê kêşeyek heye. Ez dê di axiftina xwe de çêlî vê yekê bikim. Rêya serfiraziyê ya Aîraiyiyan vekirî ye. Ne pêkan e ku tu kes rê li ber vê yekê bigire. Balkêş e lê divê bibêjim ku tenane astengî em bi xwe ne. Ger ku berê me yekîtiya xwe misoger bikira me yê salewext û mirovên ku heta îro wenda kirine, wenda nekiriba. Di nava we de hindek kesên ku hewil didin ji vê yekê mefa bigirin û bêne derekê jî hene û kesên ku hemû şiyan û enerjiya xwe ji bo dabînkirin û bipêşdebirina azadiya gelê Aîrayê terxan dikin jî hene. Tikaya min ji we ku hûn vê pêvajoya tarîxî berhewa nekin. Em xwedî şiyan û potansiyelin ku yekgirtina xwe misoger bikin û bigihîjine asta gelên berz û rêzdar. Îro, roja sepandina vê potansiyelê ye. Ji bîr nekin û derfetê nedine fêlbaz û keysperestan! Ger hevkarî neyê dabînkirin û Meclisa Yekîtiya Gerstêrkan dê mafê gelê Aîrayiyan tescîl neke. Gerstêrk dê bi qanûnên Unîversiayê ku bi dehan saletîrej dûr e were birêvebirin. Ev yek dê ne di perjewendiya me de û ne jî di berjewendiya Kîbotiayiyan de be. Ha ji bo armanca mezin em biryarda in ku ji niha û bi şûn de beşdarî rûdanên siyasî yên dahatuyê nebin. Lê ev nayê wê wateyê u em belav dibin. Bi tenê em dê roja ku mafê gelê Aîrayiyan hat misogerkirin yanî dema ku Peymana Nû ya Pêkvejiyan ya bi Kîbotiayiyan hate îmzekirin em dê wê rojê bela bibin. Ez we gişan silav dikim.'

    Dema Tisey bêyî ku raporta di destê xwe de bixwîne ji kursiyê li salonê konferansê veqetiya dengê çepikan bilind bû. Bi derketina Tisey ji salonê dengê çepikan pêl bi pêl li salonê olan dida û herwiha gelek nûner rabûbûne ser piyan û pêşwazî li Tisey dikirin. Bi derketina Tisey û girtina deriyan bêdengiyê lê peyde bû. Ev bêdengî bi qasî kûrahiya fezayê kûr bû. Lê Tisey hêmin û şad bûbû. Ev hêminî û şadî ya kesên ku wezîfeya xwe pêk anîbû. Tisey li wesayîta xwe siwar bû û ber bi mala xwe ya li çiya û baniyan ve bi rê ket.

    ****


    Didome…

     

    Bi heman mijarî:

    Kîbotîa - Bedêla Azadiyê 1/4
    Kîbotîa - Bedêla Azadiyê 2/4
    Kîbotîa 1/4
    Kîbotîa 2/4
    Kîbotîa 3/4
    Kîbotîa 4/4
    Etîketan:
    Bedêla Azadiyê, Kîbotîa, kurd, wergera kurdî, Çîrok, Çîroka Honaka Zanistî, Werger, Wêje, Metin Uçar, Spûtnîk Kurdistan, Afatsum, Nahdireb, Cîhan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de