04:28 25 Gulan 2018
    Pervin Buldan - Selahattin Demirtaş - HDP

    ‘Divê gelê Amedê xwedî li Demirtaş derkeve'

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (102)
    0 40

    HDPê namzetbûna Selahattin Demirtaş ya Serokomariyê aşkere kir. Ahmet Turk got "Em ê bi awayekî aşkere nîşan bidin ku li Tirkiyeyê bêyî kurdan demokrasî pêk nayê." Pervin Buldan jî got "Demirtaş zarokê Amedê ye, divê gelê Amedê xwedî li Demirtaş derkeve. Ji bo xebatên hilbijartinê bimeşîne divê Demirtaş demildest bê berdan."

    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Amed û Stenbolê bi civînên hemwext namzetbûna Selahattin Demirtaş bo Serokomariyê aşkere kir.

    Li Amedê bi tevlîbuna hevsera Demirtaş Başak Demirtaş, Hevseroka Giştî Pervin Buldan, siyasetmedarê ezmûnger Ahmet Turk, parlemaneterên HDPê, Serokê OSPê Sinan Çiftyurek, nûnerên DDKDê, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatiyan civîna çapemeniyê hat li darxistin. Sîyasetmedarê kurd Ahmet Turk di civinê de axivî û got "Divê kurd bi coşeke mezin beşdarî kampanyeya hilbijartinê ya Demirtaş bibin."

    TURK: EM Ê AŞKERE NÎŞAN DIBIN KU BÊYÎ KURDAN DEMOKRASÎ PÊK NAYÊ

     Selahattin Demirtaş - HDP
    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Selahattin Demirtaş - HDP

    Turk got "Kesên îdia dikin ku ew ji bo demokrasiye tev digerin eniya duyemîn a netewperest ku kurdan, elewiyan tune dihesibîne pêk anîn. Ew baş dizanin kurd hêzeke girîng e, lê dîsa jî ev yek kirin. Gelê kurd van kesan baş nas dike. Em ê bi awayekî aşkere nîşan bidin ku li Tirkiyeyê bêyî kurdan demokrasi pêk nayê. Em ê ligel gelê xwe û hevrêyên xwe heta dawiya vê hilbijartinê bi rê ve bibin."

    BULDAN: DIVÊ GELÊ AMEDÊ XWEDÎ LI DEMIRTAŞ DERKEVE

    Pişt re Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan axivî û aşkere kir ku namzetê wan Selahattin Demirtaş e. Buldan ev tişt gotin "Êdî tu wexteke ku civaka Tirkiyeyê û gelê kurd winda bike tune ye. Li ser vî esasî em namzetiya hêja Selahattin Demirtaş ku civaka Tirkiyeyê hemêz dike û hêvî û kelecanê dide bi rêzdarî silav dikin. Namzetê me yê serokomariyê hêja Selahattin Demirtaş zarokê Amedê ye. Niha dem ew dem e ku gelê Amedê xwedî li hêja Selahattin Demirtaş derkeve. Êvara 24ê Hezîranê em li vir namzetê xwe yê serkomariyê Demirtaş bi kulîlkan, gbi ovendê pêşwazî bikin."

    ‘DIVÊ DEMIRTAŞ DEMILDEST BÊ BERDAN'

    Hevjîna Demirtaş Başak Demirtaş, Pervin Buldan  û Selim Sadak
    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Hevjîna Demirtaş Başak Demirtaş, Pervin Buldan û Selim Sadak

    Selahattin Demirtaş
    © AFP 2018 / Ozan Köse
    Buldan wiha berdewam kir "Em ê xebatên hilbijartinê ji îro pê ve bidin destpêkirin. Ji ber ku hêja Selahattin Demirtaş di Girtîgeha Edîrneyê de ye nikare xebata bi rê ve bibe. Ji girtîgehê ne pêkan e ku ew û hilbijêrên xwe bêne gel hev. Loma ji bo demildest bigihîje azadiya xwe em careke din daxwaz dikin. Divê xebatên xwe yên hilbijartin, tevî gelê xwe li mîtîngan, li çalakî û di xebatan de bi destê hilbijêrên xwe bigire û bike. Ji ber vê divê demildest bê berdan. Em careke din ji vir bang dikin ku divê demildest ev neheqî, derhiqûqî û bê edaletî ji holê bê rakirin. Demirtaş tenê ne namzetê kurda ye, herwiha namzetê tirk, ermenî, elewî, jin û ciwana ye. Demirtaş wekî hincet û afirînerê hêviyê yê vê civakê ye û dê tim wisa be."

     

    Mijar:
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (102)

    Bi heman mijarî:

    HDP: Namzedê me yê Serokomariyê Demirtaş e
    HDP ji bo serbestberdana Demirtaş serî li YSKê dide
    Demirtaş: Serkeftinê dixwazim
    Temelli li ser îhtimala cezakirina Demirtaş axivî: Gel namzedê me nîşan dide...
    Demirtaş bi wêneyê bavê xwe û karkeran peyama 1ê Gulanê da
    Demirtaş: Hemû heskerên HDPê dikarin bibin parlementer
    Partiyek din di hilbijartinê de bo Demirtaş piştgiriya xwe ragihand
    Etîketan:
    Serokomarî, Namzet, Hilbijartin, Sertaç Kayar, HDPê, HDP, Selahattin Demirtaş, Kurdistan, Tirkiye, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de