20:57 22 Gulan 2018
    YSK - Hilbijartinên Tirkiyeyê

    Li Tirkiyeyê partiyeke din a kurdan hat avakirin

    © Foto : YSK - Malpera Fermî
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Mustafa Zengin
    0 11

    Mehmet Kamaç, sekreterê giştî yê partiya ku bi navê Partiya Însan û Azadiyê hat damezirandin, diyar kir ku partiya wan him xwediyê hesasiyetên neteweyî ye him jî yên olî ye û got, em partiyeke demokratîk û kurdî ne. Kamaç got, di rojên pêş de em ê helwesta xwe ya ji bo hilbijartinê bibêjin.

    Mehmet Kamaçî diyar kir ku di siyaseta Kurdistanê de vê gavê ji xwe bi dehan partî hene û li gelek cihan jî ji me dipirsin, we çima partiyeke wisa ava kir. Li Kurdistanê partiyên olî, wekî em bibêjin dînî hene, partiyên kurdî jî hene. Helbet ev her partî xwe li ser nêrîna û baweriya xwe ava dikin. Lê kêmasiyeke di siyaseta Kurdistanê de heye, partiyeke ku ji aliyê ji însanên dîndar ve, ku meriv nikare ji bo partiyekê bibêje dîndar lê partiyeke ji aliyê însanên dîndar ve tê avakirin, aliyê din jî kurdî ye. Yanê kurdîtî jî di nav de heye. Ji ber van herdu rastiyên civaka Kurdistanê bi hevdu re, me pêwistiyek bi partiyeke nû dît. Me li ser esasên hanê, me got, bila partiyeke wisa hebe, him oldariya vî miletî him jî neteweperweriya vî miletî bi hev re bicivîne û nexşerêyekê ji bo xwe çêbike. Siyaseta kurdan di warê pirsgirêkên olî û kurdî de bi awayekî îdeolojîk xwe li dijî hev ava dikin û ev jî zirarê dide rastiya miletê kurd bi xwe. Yek dibêjî 'tu dîncî yî', yek jî dibêje 'tu kurdcuyî' û hevdu sûcdar dikin. Pêwistiya miletê kurd bi siyaseteke wisa heye ku divê van herdu rastiyên hat bi hevdu re saz bike û deyne pêşiya miletê kurd. Loma em dikarin bibêjin pêwistiya miletê me bi tiştekî wisa heye û me jî ev Partiya Însan û Azadiyê ava kir."

    Kamaç di berdewamiya axaftina xwe de behsa esasên partiya xwe kir û ev tişt gotin, "Em dikarin behsa 4 esasên partiya xwe bikin. Em dibêjin ev partiyeke demokratîk e, partiyeke kurdî ye, partiyeke gerdûnî ye û ji mirovên oldar hatiye avakirin. Li ser van esasan di siyaseta Kurdistanê de hatiye avakirin û wê ji bo Kurd û Kurdistanê xizmeteke baş jê derkeve."

    ‘WEZARETA NAVXWEYÎ YA TIRKIYEYÊ TEQEZ WÊ JI BO ME PIRSGIRÊKAN DERXÎNE'

    Mehmet Kamaç diyar kir ku wan di roja 3yê Gulanê de serî li Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê daye û got, niha bi awayekî fermî pêvajoya avakirina partiye berdewam dike. Kamaç wisa berdewamî da axaftina xwe: "Wezaret gava bername û rêziknameyên partiyên digirin, li ser wan lêkolînan dikin. Li ser damezirînerên partiyê jî lêkolînê dikin. Ew ê li gorî lêkolînên ger di bername û rêziknameya partiyê de probleman bibînin, wê li me vegerin lê bi awayekî fermî pêvajoya me dest pê kiriye. Em wisa bawer dikin ku gava li bernameyê binêrin, teqez wê ji bo me pirsgirêkan derxin. Ev jî wê di navbera me û wan de bibe hinek danûstandinan, belkî ev heta dadgehkirinê jî here."

    Sekreterê wê partiye destnîşan kir ku ew prensîbên xwe yên derbarê kurdî û Kurdistanê de di bername û rêziknameya partiya xwe de jî tînin ziman û bal kişand ser ku dibe ji ber van tiştan pirsgirêk ji wan re werin derxistin. Mehmet Kamaç got, "Ji xwe me di bernameya xwe de beşeke li ser kurd û Kurdistanê vekiriye. Di wê derê de em vî tiştî tînin ziman: Ev meseleya ku di nava Tirkiyeyê de wekî meseleya kurdan tê ziman, di esasa xwe de meseleya Kurdistanê ye. Ev ne meseleya Kurdistana Bakur tene ye jî. Meseleya 4 parçeyên Kurdistanê ye, meseleya Rojhilata Navîn e. Ji bo vê yekê divê ev meseleya han di xwezaya xwe de, di rastiya xwe de, di rastiya dîrokê de divê wekî meseleya Kurdistanê li ser were mijûlbûn û çareserkirin. Ger li ser vê esasê li ser meseleyê neye rawestandin, ger tene li ser hûrgiliyan were sekinandin, ev mesele çareser nabe. Ji bo çareserkirina meseleya kurd û Kurdistanê ev esasên em behs dikin, miheqeq lazim in."

    Kamaç ev tişt li axaftina xwe zêde kirin: "Di warê çareserkirina meseleya kurd û Kurdistanê de em dikarin li gorî dîn û Qur'anê lê binêrin. Em dikarin li gorî usûlên demokratik lê binêrin, em dikarin li gorî usûlên li tevahiya dinyayê hatine qebûlkirin lê binêrin. Herwisa em dikarin bi çavên kurdan jî li meseleye binêrin. Ji van esasan kîjan be, em dikarin beşekê ji wan hildin û meseleya kurd û Kurdistanê çareser bikin."

    Mehmet Kamaç derbarê peywendiyên wan û partiyên kurdan ên din de jî anî ziman ku pêwistiya siyaseta Kurdistanê bi stratejiyekê heye û got, "Her civak bi cudatiyên xwe ava dibin. Wek her neteweyên li ser rûyê cîhanê, dibe di nav kurdan de nêrîn û siyasetên cuda hebin. Dibe oldar hene, pêbawer hene, sosyalist hene, demokrat hene û her wekî din meriv dikare zêde bike. Divê ev yeke wekî xwezaya civakê fêm bikin û bibêjin, weleh civakeke ji van cudahiyên xwe pêk tên. Gava em cudahî jî qebûl kir, em dikarin bibêjin, her kes nexşerêya wê dibe cuda be lê di taliya talî de divê em bibêjin, armanceke wê ya stratejîk ji kurdan re lazim e. Her yekî kêmasiyeke wê heye, yên me jî heye. Lê em di ser kêmasiyan re li hevdu nanêrin. Divê em bibêjin aliyên me yên pozîtîf çi ne û em di wan re li hevdu binêrin. Loma jî em temamê beşên siyaseta kurdî nêzikî xwe dibînin û em xwe li ser dijayetiya wan, li ser kêmasiyên wan xwe ava nakin. Em bi her awayî dikarin têkiliyê ligel beşên siyasî yên kurdî deyne û ji bo hedef û siyaseteke stratejîk, ji bo pêşeroja kurd û Kurdistanê ava bikin."

    Kamaç herwisa anî ziman ku wan duhî bi awayekî fermî serî lê daye û piştî serlêdanê ew ê di van 2-3 rojên pêş de serok û lijneya navendî ya partiya xwe diyar bikin û him jî organên din ên partiye saz bikin û got, piştî wê ew ê helwesta xwe ya li ser hilbijartinên 24ê Hezîranê yên parlamenteriyê û serokomariyê bînin ziman. Kamaç li ser hevdîtinên di navbera partiyên kurdistanî de jî got, "Gava hilbijartin tên rojevê di nava partiyên kurdan de jî yekîtî û tifaq tê rojevê. Wekî mesleyeke stratejîk yekîtî ji kurdan re lazim e."

    Bi heman mijarî:

    Namzedê serokomarî yê Partiya Saadetê diyar bû
    Partiya Saadetê namzedê xwe yê serokomariyê eşkere dike
    Di lîsteya berendamên Partiya Saadetê 4 nav derketin pêş
    Gul: CHP û Partiya Saadetê bêyî IYI Partiyê namzediyê diaxivin
    ‘50 parlamenterên AKPê îstîfa dikin û Gul jî ji Partiya Saadetê namzed nîşan didin'
    Rûsya: Partiya Demokrat dixwaze ku kirasekî ji têkçûyîna xwe re bibîne
    Etîketan:
    Partiyên Siyasî Yên li Tirkiyê, Partiyên Siyasî, Partî, Mustafa Zengin, Wezareta Derve Ya Tirkiyê, Partiya Însan û Azadiyê, Mehmet Kamaç, Tirkiye, Wan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de