16:59 26 Gulan 2018
Kîbotîa - Bedêla Azadiyê

Kîbotîa - Bedêla Azadiyê 2/4

© Sputnik / Metin Uçar
Nêrîn
Lînkê kurt
Metin Uçar
0 20

Spûtnîk Kurdistan çîroka honaka zanistî ya nivîskar Metin Uçar ya bi navê Kîbotîa - Bedêla Azadiyê wergerande Kurmancî. Çîrok dê weke çar beşan peyderpey were belavkirin. Beşa duyemîn a Kîbotîa- Bedêla Azadiyê wiha ye:

Krîstal - Kîbotia - Bedêla Azadiyê
© Sputnik / Metin Uçar
‘Nûnerên birêz ên meclisê. Ez wekû tekane nûnerê gelê Airayê xîtabî we dikim. Nabe ku em Gopal radestî serhîldêrên ku bûne sedema gelek êş û azaran bikin. Ev mirov ji bilî çekan û tunekirinê tiştekî fam nakin! Aya dê çawa bi van re nîzameke din were avakirin? Dîtina Krîstalê teqez mafê temsîliyetê nade wan.'

Nahrideb berê xwe da Afatsumî û gavek bi paş de avêt. Destê xwe şidandibûn û kiribûn kulm.

‘Hûn ên ku çêtir digirin ku pabendî nîzamê bimînin, xiyanetê li gelê xwe dikin, ji bo dîtina Krîstala Airayê we tu tişt nekir. Berovajî wê ji bo ku neyê dîtin we her tiştê ku ji destê we tê, we kir. Niha bi çi cûretê hun dibêjin ku hûn tevahiya gelê Airayê temsîl dikin?

Wextê ku Afatsum xwe çeng kir ku xwe biavêje, Nahridebî gavekê xwe bi paş de kişand. Wî jî hêvî ne dikir ku di vê atmosfera seramonîk dê bi vî rengî îtîraz bike. Bi awayekî tirsnak awirê xwe kutabûne Pademiayî. Pademia heçku bixwaze herkesî haş bike dest bi axaftinê kir:

‘Nûnerên ezîz, wisa xuya ye ku di nava gelê Airayî de îxtilaf hene. Lê ev yek nabe asteng ku Gopal radestî gelê Airayî were kirin. Meclisa me amade ye ku Gopalê ku remza Krîstal Airayî ye radestî nûnerên ku beşdarî rê û resma me bûne bike. Pêwist e Gelê Airayê nakokiyên di navbera xwe de çareser bike. Hemin bi vî rengî û bi awayekî rasteqîne dê misoger bikin bê layiqî vê Krîstalê ne yan na!'

Kîbotîa
© Sputnik / Metin Uçar
‘Birêz Serok!' Nahridebê ku nêta wî tune bû ku ji ya xwe vegere, bêhtir xwe nêzîkî maseya ku Gopal lê bû kir û bi dengekî berz û bilind axivî: Ji bo dîtina vê Krîstalê bi hezarên welatiyên Airayê canê xwe ji dest dan, bûne qurbanî, bi hezaran ji wan jî avêtin zîndanan. Divê Gopal radestî nûnerên rasteqîn yên heqşînas bê kirin!' Nahrideb herdu destên xwe dirêj kirin û bi hişk bi Gopal girt, lê bi îşareta serokê meclisê, berpirsyar derketin û wî derdest kirin. Berpirsan bi qayde û bi usûl Gopa cardin xistine cihê wê û Nahrideb ji masê hate bidûrxistin.

‘Nahrideb ji bo ku te qanûn pêpest kirin tu yê were girtin! Dadgeh dê derheqê te de biryarê bide' Nahrideb heçku tu gotina Pademiayî ne bihîstibû axivî.

Nahridebê ku ji layê berpirsan ve bi awayekî hişk hatibû derdestkirin hewil dida xwe rizgar bike, lê berpirs têra xwe bihêz bûn û dabûne xuyakirin ku nêta wan tune ye ku wî berdin. Gotinên dawî yên Nahridebî dema ji deriyên bilind hat derxistin li salonê olan da:

‘Hûn xeletiyeke tarîxî dikin. Hûn ne ku azadiyê didin gelê Airayê hûn êsîriyeke din didinê. Yên ku êsîriyê bipejirînin nikarin azadiyê ava bikin!'

Êdî dengê Nahrideb ne dihate bihîstin. Serokê meclisê bi jetseke destan Afatsum vexwende maseyê.

‘Rêzdar Afatsum! Gopalê ku remza Krîstala Airayê ye weku nûnerê fermî yê gelê Airayê radestî cenabê te dikim, lê beriya ku Gopalî radestî te bikim taybetmendiyeke ku dixwazim ji te re bêjim heye. Ji destpêka damezirandina pergala gerstêrkan û vir ve prensîbeke ku me pejirandiye heye. Cenabê te jî vêya baş dizane. Krîstala Airayê ya ku hatiye Universiayê tevahiya gelê we temsîl dike. Bi qasî ku ji gotinên sertîmê keştiyê yên ku hat girtin fam dikim hinek kêşeyên ku pêwist e hûn di nava xwe de çareser bikin, hene. Di van mijaran de nêta meclisa me tune ye ku têkilî karê wê yê navxweyî bibe. Lê ya ku hûn bizanibin ev e. Ger bêyî ku hûn bi Kîbotîayayê re li hev bikin werine Peymana Pêkvejiyanê, peyman nayê îmzekirin. Dîtina Krîstalê weku gel temînata mafên gelê we ye. Lê bêyî ku Rêkeftina Pêkvejiyanê were îmzekirin tê wê wateyê ku ji aliyê destûrî ve rewşa heyî dê berdewam bike. Ev jî dê rê li ber rewşên tevlîhevtir û girîfttir veke. Di van şert û mercan de dadgeha yekîtiyê dê nikaribe li dozên we binere. Hêvîdar im ku te ji gotinên min fam kiribe û serwext bûbî. Dibe ku ev rewşa ne diyar ji bo gelê we encamên ku nayêne vegotin derxe holê.'

Wesayîtên fezayî yên Kîbotîan
© Sputnik / Metin Uçar
‘Bêguman birêz serok!' Afatsum bi xweşhalî ev gotin kiribûn. Ya derbarê bingeha kêşeyê de agahiyên wî tune bûn ya jî jixwebawer bû ku ew dê bigihîje encama ku serok dixwest. Afatsum Gopalê ku serok radestî wî kiribû û berev nûnerên li salonê walgeriya bû û ber bi jor hildabû. Te digo qey salon dê ji denê nigan hilweşiya bûna. Piştî kurtedemekê serokê meclisê ji bo dabînkirina bêdengiyê bi îşareta destan bangî nûnerê Kîbotîayê Afatsumî kir.

‘Nûnerê hêja yên Kîbotîa û Airayê. Ji îro û pê ve ji bo we jiyaneke nû dest pê dike. Ta ku Peymana Pêkvejiyanê were îmzekirin tevahiya qanûnên heyî têne rawestandin. Ji dêvla wan ve dê pabendî asasên Peymana Yekîtiya Gerstêrkan bê mayîn. Li pêşiya me weku dem salek heye. Di nava wê demê de divê hûn li ser asasên pêkvejiyanê rêkbikevin. Ez we hûmyan pîroz dikim!' Serokê meclisê Pademia herdu destên xwe hildan û ji delegeyên salonê xwest ku pîrpozbahî li Afatsumî bikin.

Û cardin salon bi reqreqa nigan mişt bû. Nûnerên ku heta wê demê wek du rêz disekinin tev li hev bûn û veguherîne qelebalixeke ku axaftinên bi kelecan dikin. Gopal tevî hemû krîstalên biriqandî yên ku vêdiketin û dimirin geh diçûne wir û geh dihatine vir. Ev nîşana pîrozbahiyên ku li Afatsumî dihatine kirin.

Endamê meclîsê hêdî hêdî ber bi warxanên xwe ve kişiyan. Serokê meclisê Pademia têra xwe esabî bû:

‘Bila midûrê protokolê û rêvebirên daîreya dadperweriyê bêne sizadan. Di rojeke wiha ya girîng de hûn çawa kesên ku di nava xwe de rêknekeftine derdixine pêşberî min? Bila hesabê vê yekê bidin!'

Rêvebirên ku dîrektîf stendin bi awayekî tirsnak di nava korîdorên avahiya meclisê de wenda bûn. Hêj hêrsa Pademiayî derbas nebûbû. Gelek dîrektîf danê berpirsên li kêleka xwe. Piştî ku li endamên din ên meclisê jî silav kirin vekişiya odeya xwe.

Sertîmê Spêdeya Nû - Kîbotîa - Bedêla Azadiyê
© Sputnik / Metin Uçar
Sertîmê Spêdeya Nû - Kîbotîa - Bedêla Azadiyê

***

Wesayîta Kîbotîan
© Sputnik / Metin Uçar
‘Nahrideb! Sertîmê Spêdeya Nû?' Serokê meclisê Pademia ev pirs ji Nahridebê li hemberî xwe rûniştî kiribû. Nahrideb hem bi hêrs bû hem jî fêm nekiribû bê çima li vir rûniştî bû.

‘Belê birêz serok.'

‘Ji kerema xwe bibêje ew çi sîrk bû wilo?

‘Serokê birêz, bi rastî jî xeletiyeke mezin tê kirin. Wer xuya ye ku derbarê rewşa rasteqîne ya Airayê hûn xwedî agahiyên zêde nîn in. Li wir trajediyek bêhemta tê jiyan. Mirov dikare bibêje ku ji vê rewşê herî zêde Airayî bixwe berpirsyar in. Piraniya Airayiyan ji ber ku di wê baweriyê de bûn ku wan Krîstalek nebû ji naçarî razî bûn ku li gorî qanûnên Kîbotiyan bijîn. Wekî ji we ve jî eyan e Kîbotiya niştimaneke ku ji robotan pêk tê. Lewra ne mikûm e ku em zindîyên organîk pabendî jiyana wan bin û wisa bijîn. Yên ku ji vê rewşê serwext bûn ji bilî serhildêriyê tu rêbaz nedîtibûn dest bi têkoşîn çekdarî kirin. Ji ber hindê dîtina Krîstalê serfiraziya kesên ku ev rêbaz hilbijaritin bû. Kîbotiayiyan û alîgirên wan ji ber pêkhatina vê her cûre rêbaz ceribandin. Ewan li Krîstalê digeriyan lê ne ji bo anîna Universiayê, ji bo demildest tunekarina wê. We divê hûn dikjarin lênûska geştê ya keştiyê kontrol bikin. Dema em dihatine Universiayê êrişî keştiya me kirin lê hûn, we Gopal radestî vana kir! Hêvîdar im we fam kiribe bê we xeletiyeke çawa kir!'

Kîbotîa
© Sputnik / Metin Uçar
‘Tê gihiştim. Gelek rast e, derbarê mijarê de em zêde xwedî agahî nîn in. Lê vêya weke ku dawî li Airayê hatiye nebînin. Min jî nûnerên Airayî û Kîbotiayan re hema tişt gotin. Li pêşiya we bi qasî salekê dema lihevkirinê heye. Di vê navberê de pêwist e gelê Airayî pirsgirêk û nakokiyên xwe yên navxweyî çareser bike."

‘Gotinên we hêvîbexş in. Lê ne piştrast im ku em em dê bikaribin van nakokiyan safî bikin! Hem jî di nava salekê de.'

‘We Krîstalê dît û we ew gihande ber destê me. Bi vê yekê we misoger kir bê hûn çiqasî bi qabîliyet in. Hûn ji min bipirsin, di vê mijarê de jî hûn dê rêbazeke çareseriyê bibînin. Ji xwe êdî hûn jêdera vê jî dizanin!'

‘Dibe ku hûn mafdar bin! Dê rewşa min çawa be?'

‘Nahrideb. Ji zû de ye min dîrektîfa desteserkirina te betal kiriye. Piştî ku ez bi we re axivîm, min xwest ez biryara xwe ya teqez bidim. Niha ez niza'm bê ez ê çi'b kim.' Pademia kaxezên li ber xwe îmze kirin û wisa reng da axaftina xwe. ‘Nûnerê fermî yê Airayê Afatsum dê bi sertîmê keştiya Spêdeya Nû re vegere Kîbotiayê. A soxîn di rê de li ser çawaniya çareseriya pirsgirêkê hûn dikarin biaxivin. Derbarê nûnerê Kîbotiayê de tu fikar û nîgeraniya min tune ye. Çimkî Kîbotî li gorî xuy û xisletên xwe nikarin pabendî qanûnan û protokolên navxweyî bibin. Çêbû?'

‘Erê, birêz serok! Biryareke ji çêtir nedibû! Spasiya te dikim.'

‘Pêwist nake, tu spasiyê bike. Eger piştî salekê bi şûn de we yekîtiya xwe saz kir û hûn hatine hizûra min, ew dê bo min spasiya herî giranbûha be.'

‘Serokê hêja, ez cenabê te temîn dikim ku tiştê ji destê min were ez ê bikim! Bi destûra te ez dikarim biçim? Lewra beriya ku em bi rê kevin divê em hindek amadekariyan bikin.'

‘Bêguman, serkeftin, rêya we vekirî be.'

‘Tu her hebî.'

Nahrideb bejna xwe tewand û silav serokî kir û bi gavên jixwebawer di ber herdu berpirsên ku wî girtibûn re derbas bû û ji odeya serok derket.

***

 

Didome…

 

Bi heman mijarî:

Kîbotîa 1/4
Kîbotîa 2/4
Kîbotîa 3/4
Kîbotîa 4/4
Kîbotîa - Bedêla Azadiyê 1/4
Etîketan:
Spûtnîk Kurdistan, Bedêla Azadiyê, Kîbotîa, Wêje, Werger, Çîroka Honaka Zanistî, Çîrok, wergera kurdî, kurd, kurdî, Metin Uçar, Spûtnîk Kurdistan, Nahdireb, Afatsum, Kîbotîa, Feza
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de