07:53 25 Gulan 2018
    Artêşa Sûriyeya Azad (ASA)

    Fermandarê ASAyê: Em dixwazin Minbicê bê şer kontrol bikin

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 12

    Piştî daxuyaniyên Tirkiyê yên ku digot "em dê li dijî Minbicê operasyonekê pêk bînin" di navbera Tirkiye û Amerîkayê de li ser Minbicê gotûbêj têne kirin. Fermandarê ASAyê Ehmed Osman ji Spûtnîkê re axivû diyar kir ku di navbera Tirkiyê û Amerîkayê gotûbêj dewam dikin û lê zêde kir ku ew dixwazin bê şer Minbicê kontol bikin.

    Hikmet Durgun

    Li gorî zanyariyên Tirkiyeya ku tevî Arteşa Sûriyeya Azad (ASA) Efrîn kontrol kir, niha jî ji bo Efrînê bi Amerîkayê re gotûbêjan dike. Herwiha bi Fransayê re jî hevdîtin têne kirin.

    ‘LI MINBICE TEKANE PIRSGIRÊK HEBÛNA HÊZÊN AMERÎKÎ YE'

    Fermandarê Lîwaya Siltan Murad a girêdayî ASAyê Ehmed Osman ji Spûtnîkê re axivî.

    Osman ragihand ku hêzên ASAyê ji bo operasyoneke muhtemel amadekariyan dikin, "Em dixwazin Minbicê bistînin lê bê şer Minbicê bistînin. Eger rêkeftinek pêk neyê Tirkiye û ASA dê operasyonê pêk bînin. Ji bo vê yekê em amade ne. Minbic weke Efrînê demek dirêj na dome, dê Minbic zûtir were kontrolkirin. Ji ber ku li Efrînê gelek sivîl hebûn demek dirêj ajot. Li Minbicê hejmareke kêm ya hêzên Yekîneyên Parastina Gek (YPG) heye û herwiha leşkerên amerîkî. Li Minbice tekane pirsgirêk hebûna hêzên amerîkî ye. Ji ber ku li Minbicê hejmara sivîlan kêm e lewra ger operasyonek pêk were dê di demeke kurt de were kontrolkirin."

    ‘WEKE MECLISA LEŞKERÎ YA MINBICÊ, WEKE ZAROKÊN MINBICÊ HETA DILOPEK XWÎNA ME HEBE, EM DÊ MINBICÊ BIPARÊZIN'

    Ji aliyê din ve Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ku girêdayî HSDê ye Ebû Fadil ji Spûtnîkê re axivî û da zanîn ku di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de li ser Minbicê tu rêkeftin pêk nehatiye:

    "Di mijara Minbicê de Amerîka û Tirkiyê rêknekeftine. Eger rêkeftinek hebûya Amerîka hêzên xwe li Minbicê zêde ne dikir. Em her gav bi rayedarên leşkerî yê amerîkî re di peywendiyê de. Ji me re dibêjin ku em ji Minbicê venakişînin. Em jî weke Meclisa Leşkerî ya Minbicê, weke zarokên Minbicê heta dilopek xwîna me hebe, em dê Minbicê biparêzin. Em dê li ber xwe bidin."

    Hêjayî bibîrxistinê ye ku Minbic a girêdayî Helebê di sala 2012an de kete bin kontrola Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) û di sala 2014an de jî kete bin kontrola DAIŞê, herî dawî 12ê Tebaxa 2016an HSDê ew dever ji destê DAIŞê rizgar kiribû. Minbic ji ber lokasyona xwe, wek devereke stratejîk dihesibe ku ji başûr ve 85 kîlomtre dûrî Helebê ye, ji bakur ve 40 kîlomtere dûrî Cerablûsê, li rojhilat 65 KM. dûrî Kobaniyê û li rojava jî 45 KM dûrî el Babê ye.

    Bi heman mijarî:

    'Çekdarên ASA û leşkerên Artêşa Tirkiyeyê mamosteyeke kurd li Efrînê revand'
    Rûsya: Di destê me de agahî hene ku ASA û Nusra dixwazin herêmeke xweser ava bikin heye
    Îdîaya, 'ASA û El Nusra dixwazin herêmeke xweser di bin parastina Amerîkayê de çêkin'
    ‘HSD bi artêşa Iraqê re amadekariya operasyona hevbeş dike’
    HSD: Operasyona li Dêra Zorê ji nû ve dest pê dike
    HSD: Me gundên li rojhilata Çemê Firatê ji artêşa Sûriyeyê stendin
    Etîketan:
    Berxwedan, Operasyon, Operasyona muhtemel ya li dijî Minbicê, HSD, ASA, Ebû Fadil, Ehmed Osman, Tirkiye, Amerîka, Sûriye, Minbic
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de