04:42 25 Gulan 2018
    Serokê PDK Bakurê Sertaç Bucak

    Bucak: Hema hema tifaq li gel HDPê temam e

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 30

    Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê -Bakur (PDK-Bakur) Sertaç Bucak piştî hevdîtina li gel HDPê ji Sputnik Kurdistanê re ragihand ku hevdîtin pozîtîv derbas bûye û dibe tifaqa HDPê û partiyên Kurdistanî pêk were. Bucak got, "Em piştgiriya siyaseta yekîtiya kurdan dikin."

    Bucak da zanîn ku, "Niha du tifaqên partiyên tirkan hene û xuya ye ku zarûrî jî nabînin bi partiyên kurdan re tifaq pêk bînin. Ji bo vê yekê em dibêjin pêwîst e di demên wiha de, kurd jî bi hebûna xwe bandorê li siyasetê bikin û siyaseta Tirkiyeyê diyar bikin ango xwe bidin nîşandan. Ji bo vê yekê jî tifaqeke kurdan îro ji her demê bêtir pêwîst e. Em jî dibînin ku niha zemînekê baş di navbera partiyên kurdan û demokrat de çêbûye. Em hêvîdar in ku tifaqa kurdan jî pêk were."

    'ARMANCA TIFAQA ME LI SER BINGEHA SIYASÎ A KURDÎ YE'

    Bucak wiha dewam kir: "Me doh serdana HUDA-PARê kir îro jî me serdana HDPê kir. Pêşwaziya wan a germ dide nîşandan ku zemîneke tifaqê pêk were. Niha ji bo me tiştên muhîm ew e ku em bi wan partiyan re jî tifaqekî pêk bînin. Em hêvî dikin ku em ligel hemû partî, sazî û şexsiyetên kurdan tifaqekî pêk bînin û bikevin hilbijartinê.

    Partiyên Kurdistanî
    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Partiyên Kurdistanî

    Serokê PDK-Bakurê got: "Armanca tifaqa me li ser bingehekî siyasî, li gel prensîpên kurd, Kurdistanî û demokrat ji bo hilbijartina 24ê Hezîranê ava bikin. Niha tifaqa me tenê ji bo hilbijartinê ye, lê ew tifaqa hilbijartinê dibe bandoreke pozîtîv li aliyên kurdî bike. Yanî nermahî çêdike û dibe ji bo xebatên me yên pêşeroj bibe gaveke baş."

    'EM PIŞTGIRIYA SIYASETA YEKÎTIYA KURDAN DIKIN'

    Bucak di berdewamiya axiftina xwe de got: "Pêwistiya kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê bi yekîtiyê heye. Em vê yekê gelek girîng dibînin. Ev tifaqa me ya li vir derê dê bandoreke pozîtîv li çar parçeyên din bike. Em piştgiriya siyaseta yekîtiya kurdan dikin".

    Bi heman mijarî:

    SONAR: Erdogan di tura yekem de nayê hilbijartin
    Gelo hilbijartin dê çawa bin û kî dê bi ser keve?
    Turk: Kurd dê dengê xwe nedin kesên wan nexin nav tifaqa xwe
    Erdogan protokola ‘Tifaqa Cimhûr’ îmze kir
    ‘Tifaqa Kurdistanî' serdana Huda-Parê kir
    Etîketan:
    partiyên kurdistanî, PDK-Bakur, HDP, Sertaç Bucak, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de