14:19 23 Gulan 2018
    Hêza Rizgarî ya Kurd

    ‘Îran naxwaze ku desthilatdareke kurdî li Sûriyeyê çêbibe'

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 03

    Şîrovekar Eskandarî ragihand ku sedema sereke ya nakokiyên Îsraîl û Îranê Sûriye ye. Lê ne Rûsya ne jî Amerîka şerekî li herêmê dixwazin. Herwiha xurtbûna Îranê li Sûriyeyê ji bo kurdan ne baş e. Îran naxwaze, desthilateke kurdî li Sûriyeyê çêbibe. Eskandarî diyar kir ku her kes yekitiya Sûriyeyê dixwaze, lê plan û ajandeya hemûyan jî cuda ne.

    Nakokiya di navbera Îsraîl û Îranê her diçe kurtir dibe. Herî dawî şeva yekşemê hin baregehên leşkerî yên li Sûriyeyê hatibûn bombebarankirin. Hatibû îdiakirin ku ev baregehên leşkerî yên Îranê ne û di encama bombebaranê de jî 21 leşkerên Îranê hatine kuştin. Lê ev îdia ji aliyê Îranê ve nehat piştrastkirin. Ji aliyê din ve hat gotin ku êrişa hewayî ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin. Herwiha Îsraîl derbarê êrişa li Sûriyeyê de daxuyaniyekê dabû û tê de ne gotibû ku me êriş pêk aniye ne jî got ku me êriş pêk neaniye. Lêkolîner û şîrovekarê siyasî Ehmed Eskandarî ji Sputnik Kurdistanê re diyar kir ku Îran dixwaze Îsraîlê jinav bibe û ne Rûsya ne jî Amerîka şerekî di navbera Îrsraîl û Îranê de naxwazin derkeve.

    ‘ÎSRAÎL Û WELATÊN EREB JI MEZINPERESTIYA FARISAN DITIRSIN'

    Ehmed Eskandarî wiha pê de çû: "Sedema sereke ya nakokiya di navbera Îran û Îsraîlê de pêşeroja Sûriyeyê ye. Pirsgirek ev e ku Îran dixwaze Îsraîlê jinav bibe. Herwiha hamas û hîzbûlah jî hene ku dixwazin Îsraîl were jinabirin. Li gel vê ku moşekên ji Îranê digihîjin Îsraîlê, Îranê çêkiriye. Lê li Sûriyeyê pirsgireka Îran û Îsraîlê ne pirsgireka moşekan e. Lewre pasdarên Îranê (Feylaq ûl Qûds) kêmtirî 100 kîlometro dûrî Îsraîlê ne. Ji ber vê yekê eger desthilata Îranê li Sûriyeyê xurt bibe, xeterekî mezin e li dijî Îsraîlê. Herwiha Îsraîl vê yekê xetereyekê mezin li ser xwe dibîne. Li beramberî vê yekê Îsraîl jî pêwendiyên baş bi Erebistana Siûdî, Qeter, Urdun û Misrê ku ew jî Îran ji bo xwe xeter dibînin re danîne. Em dikarin bibêjin ku tirsa xurtbûna desthilata Îranê li Sûriyeyê li ser wan welatan heye. Welatên ereb ji neteweperestî û mezinperestiya farisan ditirsin, herwiha ji nasyonalîzm a îslamiya şîe ditirsin. Îsraîl jî dizane ku dewletên ereb jî ji vê yekê ditirsin û nêzî wan welatan dibe."

    ‘ÎRAN NAXWAZE KU DESTHILATDARIYA KURDÎ LI SÛRIYEYÊ ÇÊBIBE'

    Eskandarî got: "Xurtbûna desthiltadariya Îranê li Sûriyeyê ji bo kurdan ne baş e. Du roj berê li ser mijara Sûriyeyê li Tehranê paytexta Îranê civînek hat lidarxistin, lê kurd di vî civînê de cih negirtin. Îran naxwaze kû desthilatekî kurdî li Sûriyeyê çê bibe. Îran Sûriyeyeke yekgirtu dixwaze, ji xwe tişta ecep ew e ku Îsraîl jî heman tiştî li Sûriyeyê dixwaze. Herkes yekgirtuya Sûriyeyê dixwaze, lê plan û ajandeya hemûyan jî cuda ye. Tevî van rageşiyan ên di navbera Îsraîl û Îranê de ez ne bawerim ku şerek di navbera wan de derkeve. Eger Îsraîl şerê Îranê bike, dê zerarê bike. Çimkî dostên Îsraîlê li Îranê hene. Ew kesên realîst ên şahxwez ku li Îranê daxwaza vegera şah dikin hene. Eger Îsraîl li gel Îranê bikeve şer, ew kesên reformîst û dostê Îsraîlê dê bibêjin ev şerê niştimaniye û li gel Îranê dijberiya Îsraîlê bikin. Li gorî min şerê bi Îranê re bi kêrê Îsraîlê neyê."

    ‘NE RÛSYA NE JÎ AMERÎKA NAXWAZIN ŞER DI NAVBERA ÎSRAÎL Û ÎRANÊ DE DERKEVE'

    Lêkolîner û şîrovekarê siyasî da zanîn "eger şerê Îsraîl û Îranê bibe şerekî mezin, tûndrew û muhafezekar li Îranê bi ser kevin. Ev jî ne di berjewendiyên Îsraîlê de ne. Ewqas şer li Rojhilata Navîn hene ne Rûsya ne jî Amerîka naxwazin ku şerekî din li herêmê biqewime. Îsraîl ji bo ku Îranê provoke bike çend car ku êrişa hewayî li dijî baregehên Îranê yên li Sûriyeyê pêk anî, da ku Îran jî bi moşekan bersiv bide an jî tiştek bike. Lê ez bawerim ku Rûsya nahêle ku ev yek bê kirin. Çimkî bersivdayîna Îranê li dijî Îsraîlê jî ne di berjewendiyê Îranê de ye. Lê poropaganda tên kirin, derketina şer jî tiştekî zehmet e."

    ‘ÎSRAÎL NAXWAZE KU BANDORA ÎRANÊ LI IRAQ Û SÛRIYEYÊ ZÊDE BIBE'

    Eskandarî wiha berdewam kir: "Rûsya dixwaze li gel Îsraîl û Îranê danûstandinan bike. Rola Rûsyayê di mijara Îsraîl û Îranê de gelek girîng e û Rûsya teqez naxwaze şer derkeve. Lê nakokî û îxtîlafên navxweyî yên Îranê jî bandor li vê yekê dikin ku şerekî bi Îsraîlê re derkeve. Muhafazekarên li Îranê gelek li dijî Îsraîlê ne. Lê reformîst ewqas ne li dijî Îsraîlê ne. Rola Îranê li Iraq û Yemenê bandorekê gelek mezin li têkilî û kêşeyên di navbera Îran û Îsraîlê dike. Çinkî li Yemenê têkiliyekî baş di navbera Erebistana Siûdî û Îsraîlê de heye û Îsraîl naxwaze ku bandora Îranê li Iraqê zêde bibe."

    Bi heman mijarî:

    Îsraîl: Di êrîşek Îranê de em ê Esad û rejîmê ji holê rakin
    Rûhanî: Amerîka û Îsraîl difikirin Sûriye perçe bibe
    Îran: Erbistana Siûdî û Îsraîl dixwazin li herêmê qeyranekê derxînin
    Îmarat: Îran, Îsraîl û Tirkiye ji bo ereban tehdît e
    ‘Îsraîl û Erebistana Siûdî hevdîtinên nepên pêk anîn'
    Etîketan:
    şer, kurd, sputnik, Ehmed Eskandarî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de