14:18 23 Gulan 2018
    Krîstal - Kîbotia - Bedêla Azadiyê

    Kîbotîa - Bedêla Azadiyê 1/4

    © Sputnik / Metin Uçar
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Metin Uçar
    0 40

    Spûtnîk Kurdistan çîroka honaka zanistî ya nivîskar Metin Uçar ya bi navê Kîbotîa - Bedêla Azadiyê wergerande Kurmancî. Çîrok dê weke çar beşan peyderpey were belavkirin. Beşa ewil ya Kîbotîa- Bedêla Azadiyê wiha ye:

    Nahrideb kete salona rê û resma Meclîsa Yekîtiya Gerstêrkan. Bedlê wî yê gewr ê tarî dişibiha unîformayekî leşkerî. Ji bilî wê stêrka zêr a li sînga wî ya çepê ne bişkok û ne jî bêrîkên unîformayên wî hebûn. Nahrideb bi awayekî jixwebawer serê xwe rakir û bi baldarî salonê rê û resmê raçav kir. Dema ku navê Nahrideb li salonê olan da, nûnerên hemû gerstêrkan bi meraqeke mezin berê xwe dane Nahridebê ku kete hundir.

    Kîbotîa
    © Sputnik / Metin Uçar
    Xebera ku Krîstala ayîdî gelê Airayê hatiye dîtin, di nava hemû yekîneyên gerstêrkê de kelecaneke mezin çêkiribû. Di ser Rê û resma Erêkirina Krîstalan a ya li Meclisê bi sedan sal derbas bûbûn. Êdî bi herkesî baweriyek qewî saxlem cih girtibû ku êdî dê tu kes bo meclîsê Krîstaleke nikaribe pêşkêş bike. Dihat zanîn ku Aira jî di nav de li hinek gerstêrakan ji ber ku Krîstaleke wan tune bû li meclisê nedihatin temsîlkirin. Ji aliyê din ve fikra ku gelên ku ne xwedî Krîstaleke bin ku ew bingeha pergalê bû dê nebine xwedî mafên din jî. Ev yek kafî ye ji bo paşguhkirine mafên xelkên din. Lê niha Aira ku yek ji van gelan bû, krîstala xwe dîtibû. Ev bûyer ji bo meclisê jî rûdaneke girîng bû. Krîstala ku di damezirandina Yekîtiya Gerstêrkan de cihekî girîng lîstibû û van demên dawiyê hêdî hêdî bûbû xewn û xeyalek û hatibû jibîrkirin cardin li pêşberî wan bû. Rêveberên meclisê hewil didan ku vê fersendê bi awayê herî mefadar bikar bînin. Komîsyoneke taybet hatibû damezirandin û vê komîsyonê lê hûr bûbû bê wê Rê û resma Erêkirina çawa were lidarxistin û tiştên ku niha diqewimin heçku şanoya Rê û resmên Erêkirinê ya sedsalan berê be. Dema têketina Nahrideb bo hundir hate anonskirin, nûnerên li salonê nigê xwe yê rastê li zemînê reşqetranî xistin û fermandarê Spêdeya Nû yê ku Krîstala ku gelê Aira temsîl dike anîbû Universiayê silav kirin. Wisa xuya bû kesên ku beşdarî vê silavê nedibûn jî hebûn lê êdî tu wateya vê yekê nemabû. Nahrideb hay ji wê yekê hebû ku ew dê di vê dika fewqilade de aktorê sereke be, ya jê jî girîngtir, ji ber serfiraziya gelê Airayê di nava şadî û difretiyeke bêpayan de sê caran nigê xwe li zemîna reşqetranî xist. Li pêşiya wezîfedarê meclisê ku refeqatiya wî dikir bi awayekî difre û bi gavên jixwebawer ber bi cihê xwe yê li rê û resmê. Li çep û rastên wî nûnerên gelên ku berê nedîtibûn û niha nigê xwe yê rastê li erdê dixistin û wî silav dikirin, wî jî bi serê ew silav dikirin. Nahrideb berî ku endamên meclisê nêzî salonê rê û resmê bibin Airayîyên ku nigê xwe yê rastê li erdê dixistin û silav dikirin, ferq kirin. Di çavê wî de çirûskên şaşwazî û nefretê tevlîhev avêtin. Ji rûdêna wî tu îfade nedihat xwendin. Nahdireb bi awayekî pistînî: ‘Pezê tortorîkan! Bê çawa dizanin ku di dema guncaw de û li cihê cih bin!' û berê xwe da hêleke din. Vê carê jî berê wî kete nûnerê Kîbotîayê. Yê reşik di nava serhevdeyê hesinê gewr de, heçku mirî be, wisa radiwestiya. Nahdireb heçku wî ferq nekibe tevdigeriya. Piştî çend gavan gihaşte ber cihê ku b wî hatiye veqetandin û cardin nûnerên li salonê raçav kirin. Wî jî bi heman şêweyî sê caran nigê xwe li erdê xist û ew silav kirin. Piştî vê jestê li salon mit û mat bêdeng huş bû. Hemû nûneran bi şayîş û meraq li bendê bûn endamên meclisê têkevine salonê. Ji Meclisa Yekîtiya Gerstêrkan duwazdeh nûner ketine salonê. Nûnerên ku her yek ji gelekî cuda bû, li gorî rê û resma erêkirina cil û bergên taybet li xwe kiribûn û di destê wan de gopalekî zêrîn hebû. Destikê gopalên wan bi krîstalên bir çirîsok hatibûne xemilandin. Îro piştî rê û resmê dê gopaleke mîna van gopalên zêrîn û çirûsandî bo gelê Airayê jî bihata dayîn. Ev gopalê çirîsok ku bi dema rohilat û rojavayê Taenayê re ronahiyeke bêhempa dida, dê bibûya sembola wekheviya gelê Airayê. Endamên meclisê li pêşberî maseyeke ji kevirê reş û biriqandî cih girtin. Du xebatkarên meclisê sidoqeke dirêj anîn û bi awayekî pûtedar danîne ser wê maseyê. Piştî xebatkarên meclisê bejna xwe li ber endamên meclisê tewandin û paş de vekişiyan serokê meclisê Pademiayê Areanî gaveke din bi pêş de qedimî û li kêleka maseyê rawestiya. Li ser rûyê Pademiayî girnijîneke konê xwe veda. Pademia piştî ku tevahiya nûnerên li salonê silav kirin dest bi axaftina xwe kir.

    Keştiyên fezayê yên ku ji aliyê nivîskarê çîrokê Metin Uçar bi xwe ve hatine dîzaynkirin
    © Sputnik / Metin Uçar
    Keştiyên fezayê yên ku ji aliyê nivîskarê çîrokê Metin Uçar bi xwe ve hatine dîzaynkirin

    ‘Nûnerên hêja yên Yekîtiya Gerstêrkan. Îro ji bo yekîtiya me rojeke xweş û şa ye. Gelekan ji me difikirin ku tevahiya gelan Krîstala xwe dîtine. Lê gelê Airayê qehreman di vê yekê de xafilîn û Krîstaleke nû anîne Universiayê ku ew dê yekîtiya me zexmtir bike.'

    Pandemiya bi qayde berê xwe fetilan bi destê xwe dîwarê li dawiya salonê nîşan da. Nehdireb tavilê Krîstala ku ji Airayê anîbû ferq kir. Krîstala ku sembola azadiyê bû bi awayekî nedîtî nebînayî diçirûsî. Nahrideb bi awayekî mexrûr xwe nepixandibû. Pademia wisa reng da axaftina xwe.

    ‘Nûnerên brêz. Em bixêrhatina gelê Airayê dikin!'

    Hemû nûnerên li salonê nigê xwe yê rastê li erdê xistin û pêşwaziya gotinên Serok Pademia kirin. Nahrideb piştî axaftina Pademia ferq kir ku bi tenê bi destê xwe şanda Aira silav kir û qet lê ne dinerî. Hevxwînê şanda Airayê ji şêniyên Universiyayê pêk dihat. Nahrideb texmîn kir ku hindek ji wan xwedî posteke girîng in. Naxwa ne mimkûn bû ku beşdarî vê rê û resmê bibûna. Jesta Pademia ji bo Nahrideb gelek watedar bû û reşbîniya ku hest pê dikir xwe di wechê wî de dabû der. Bi tenê nûnerê Kîbotîaîyê ji hemû qewaman re bîgane mabû. Pademia ewil bi awayekî seremonîk destê xwe bilind kir û hêdîka danî. Krîstala Airayê bi qayde ji nava sindoqa wê taybet derxist û hêdî hêdî ber bi qubaleya wê bi dîwêr ve lewlibî. Dema ku Krîstal li qubaleya xwe bicih bû deriyê wê şemitî û jixweber hat girtin. Wê demê bi sedan Krîstalên din ên di qubaleyên xwe de bi yekrêzî çirûsîn, şewq vedan. Salona rê û resmê bi hezaran tîrejên rengîn mişt bû. Nûneran bi aheng nigê xwe li zemînê dixistin û beşdarî vê bûyera muhteşem dibûn. Muzîkeke xweş ku ne diyar bû bê ji ku dihat jî tevlî vî dîmenê seyr û efsûnî dibû. Şewq û ronahiya Krîstalên di qubaleyên xwe de ku bi yekrêzî diçirûsîn hêdî hêdî vedimirîn. Nûner jî bêdeng û bêpêjn bûn. Li salonê êdî bi tenê dengê muzîka ku lê dida dihat bihîztin. Piştî kurtedemekê dengê muzîkê jî qut bû. Pademia cardin berê xwe da nûneran û axaftina xwe domand:

    ‘Nûnerên hêja, Niha, ez dê sembola Krîstala Airayê radestî nûnerên gelê Airayê bikim. Lê beriya wê ez dixwazim çend xusûsiyetên taybet di bîra gelê Kîbotîa û Aira bînim' Pademia heçku ji bo ku bide xuyakirin ku hatiye girîngtirîn beşa axaftina xwe demekê bêdeng ma. ‘Îro ji bo yekîtiya me rojeke pîroz e. Endameke din tevlî me dibe. Bizanibin ku ev bûyer, bûyereke wiha ye. Îro, ne roja we ya dabeşbûnê ye, roja lihevhatinê ye. Jê û pê de hun dê nîzameke ligel hev nîzameke nû damezirînin. Qanûnên vê nîzamê ji zû de ye hatine nivîsandin. Belgenameya ku em wê weke Rêkeftina Yekîtiyê dizanin ji bo hemû gelan mafê jiyaneke wekhev û hevpar dabîn dike. Weke ku hun jî dibînin ligel ku ji gelek nijad û pêkhateyên pêk were jî gelên ku tevlî yekîtiya me dibin me jiyaneke hevpar saz kiriye. Hûnê jî di rêyan wan de bimeşin. Hêvîdar im salek bi şûn de, em dê li vê salonê şahidiya pejirandina Rêkeftina Jiyaneke Hevpar a di navbera gelên Kîbotîa û Airayiyan bikin.'

    Cardin dengê nigê nûneran salonê tije kir. Pademia bi sebri li bendê ma ku kelecana wan hinekî sar bibe û hêmîn bibin. Ew jî ji girîngiya bûyerê serwext bû.

    ‘Belê, nûnerên rêzdar. Bi destûra ez dê vî gopalê ku remza Krîstala Airayê radest bikim'

    Nahrideb amadekariya wê gavavêtinê dikir ku di tevahiya jiyana xwe de amadekariya wê kiribû.

    ‘Rêzdar Afatsum. Ji bo ku bi awaykî fermî li ser navê gelê Airayê bi vî gopalî radest bigirî, kerem ke were cem min.'

    Nahrideb weke ku ji eniya xwe gule xwaribe. Li hember zordariyê bi salan têkoşîn kiribû, tevî bergiriyên Kîbotîayan û hevxwînên xwe Krîstala Airayê bidest xistibû û anîbû Airayê, ji xwe bawer bû ku dê Gopalê nûnertiya Airayiyan bidine wî. Piştî ku hatibû Universiayê ewil tu wate nedabû xerîbiyên ku diqewimîn, niha serwext dibû. Ji aliyekî ve didît ku Afatsum bi awayekî mexrûr dimeşiya, ji aliyê din ve hest pê dikir ku divê tiştek bikira. Ne dibû qebûl bikira ku ev mirovê ku li Universiayê bicih bûne û li gorî daxwaza Kîbotîayan dijiyan gopal rasdest bigirta. Ev yek dê li hemberî têkoşer û piştgirên têkoşeran îxanet bûya. Nahrideb di bin bandora van fikrên ku bilez weke berq û brûskekê rûda bûn bilez ber bi endamên meclisê ve meşiya. Li hemberî awirên şaşwaz ên endamên meclisê çû pêşiya Afatsum û li pêşberî Gopal sekinî. Afatsumê ku serwext bûbû ku tiştên derveyî protokolê diqewimin, lewra nema zanibû bê çi bike, li cihê xwe mit û mat mabû.

    ‘Endamê rêzdar ên meclisê! Ez û fermandarê Spêdeya Nû Nahrideb. Ji terefê mirovên ku Krîstala Airayê dîtine ve ji bo pêkanîna wezîfeyeke pîroz hatim wezîfedarkirin. Lê niha hun dikin Gopalî radestî kesên ku gelê Airayî temsîl nakin bikin.' Nahrideb bi destê xwe Afatsumê li pişt xwe nîşan dida. ‘Ev şaşiyeke tarîxî ye! Di nava gelên Airayî de de mirovên ku ne layqî vê Krîstala pîroz hene. Ev mirov dema ku yên di bi her awayî têdikoşiyan û li ber xwe didan li cem yên din bûn. Niha jî bêyî ku fedî bikin hewil didin ku remza Krîstala Airayê radest bigirin li pêşberî we ne. Ez dê destûrê nedime tiştekî wiha. Divê Gopal radestî nûnerên rasteqîn ên gelê Airayê bê kirin. Rê û rêbazeke din nayête qebûlkirin.

    Li salona rê û resmê bêdengiya şînê hikûm dikir. Car caran pistepista nûnerên ku dixwestin ji rewşê serwext bibin dihat bihîstîn. Endamên meclîsê jî şaş û mehtel bûn. Nûnerên meclisê ên ku xuya bû ku ew ji rewşê nehatibûne agahdarkirin ji ber vê bûyera ku beyî înîsiyatîfa protokolê diqewimî ne li bendê bûn ku bûyereke wiha rû bide. Pademia berê xwe dabû nûnerên din ên meclisê hin tişt pirsîn, nûnerekî meclisê li milê wî yê çepê rawestiya bû û di kerika guhê wî de tiştin gotibûn. Afatsum ji vê navberê sûd wergirtibû û hatibû ligel Nehrideb…

     

    Dê Bidome…

    Bi heman mijarî:

    Kîbotîa 1/4
    Kîbotîa 2/4
    Kîbotîa 3/4
    Kîbotîa 4/4
    Etîketan:
    Bêdea Azadiyê, Kîbotîa, Wêje, Werger, Çîroka Honaka Zanistî, Çîrok, wergera kurdî, Spûtnîk Kurdistan, Metin Uçar, Afatsum, Nahrideb, Feza
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de