04:31 28 Gulan 2018
Moşek

Şerekî di navbera Îsraîl û Îranê de dê bandorekî çawa li kurdan bike?

© AP Photo /
Nêrîn
Lînkê kurt
Vehbi Gungor
0 11

Koordînatorê Programa Xebatên Kurdî li Navenda Moshe Dayan li Tel Avîvê Ceng Sagnic ragihand ku Îsraîl fişaran li ser Amerîka û welatên Ewropayê dike ji bo mueyîde li ser Îranê ferz bikin. Herwiha Sagnic diyar kir ku ihtiamal heye ku şer di navbera Îsraîl û Îranê de derkeve lê ev dê ne li axa her du welatan be lê dê li Sûriyeyê pêk were.

Nakokiya di navbera Îsraîl û Îranê her diçe kurtir dibe. Herî dawî şeva yekşemê hin baregehên leşkerî yên li Sûriyeyê hatibûn bombebarankirin. Hatibû îdiakirin ku ev baregehên leşkerî yên Îranê ne û di encama bombebaranê de jî 21 leşkerên Îranê hatine kuştin. Lê ev îdia ji aliyê Îranê ve nehat piştrastkirin. Ji aliyê din ve hat gotin ku êrişa hewayî ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin. Herwiha Îsraîl derbarê êrişa li Sûriyeyê de daxuyaniyekê dabû û tê de ne gotibû ku me êriş pêk aniye ne jî got ku me êriş pêk neaniye. Koordînatorê Programa Xebatên Kurdî li Navenda Moshe Dayan li Tel Avîvê Ceng Sagnic diyar kir ku Îsraîl ji pêşveçûna Îranê gelek aciz e û niha fişaran li Amerîka û welatên Ewropayê dike ku cezayên aboriyê ji nû ve li ser Îranê bidin ferzkirin.

‘NETENYAHÛ JI BO KU TRUMP BI HÊSANÎ BIRYARA XWE BIDE BELGEYÊN DERBARÊ ÎRANÊ DE EŞKERE KIR'

Sagnic wiha berdewam kir: "Amerîka di 12ê vê mehê de biryarekî di derbarê peymana nukleerî ya di navbera Amerîka, Almanya, Brîtanya, Fransa û Îranê dide. Îsraîl niha fişaran li Amerîka û welatên Ewropayê dike ku ji peymanê vekişin. Sedema ragihandina wan belgeyên ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû diyar kir, fîşar li ser welatên Ewropayê û Amerîkayê çêbike ku Trump (Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump) bikaribe bi rihetî biryara xwe bide. Piştî ku 2016an mueyîdeyên aboriyê ku ji ser Îranê hatin rakirin, destê Îranê gelekî dirêj bû. Ev dest ne tenê li Libnanê û Sûriyeyê heta dirêjê Yemenê jî bû. Doh jî diyar bû ku heta Fasê destê Îranê dirêj bû ye. Dema cezayên aboriyê li ser Îranê hebûn, farisan nedikarîn wiha bi hêsanî karê xwe bikirin, pere bi dest bixin."

‘ÎSRAÎL NAXWAZE KU ABORIYA ÎRANÊ BAŞTIR BIBE'

Koordînatorê navenda lêkolînên kurdî got: "Niha çekên atomî rîskekî mezin e ji bo Îsraîlê. Mezintirîn rîska ji bo Îsraîlê ev e ku aboriya Îranê baştir bibe û bikaribe moşekên balîstîk jî çêbike û çêdike jî. Li Yemenê em dibînin ku moşekên balîstîk ên ji aliyê Îranê ve hatine çêkirin, tên bikaranîn. Herwiha ev moşekên balîstîk ketine destê hîzbûllahê jî. Ji ber vê yekê jî eger ew cezayên aborî, ablûqeya aborî ji nû ve bê sepadin dibe ku Îran nekare çekên atomî çêbike."

‘KAPASÎTEYA ÎRANÊ TINEYE KU BERSIVA ÎSRAÎLÊ BIDE'

Li ser pirsa gelo pêkan e ku di navbera Îsraîl û Îranê de şerê rasterast derkeve Sagnic wiha bersivand: "Ev ihtimale, lê eger şer derkeve jî ne li axa Îsraîl û Îranê pêk were. Lê ev îhtîmaleke mezin e ku nakokiya li Sûriyeyê ya di navbera Îsraîl û Îranê de kurtir bibe. Lêdana Îsraîlê yên baregehên Îranê li Sûriyeyê dewam dike û dibe ev êriş berdewam bin. Ev yek venaguhere şerekî li ser Îsraîlê an jî Îranê. Eger bersiveke Îranê li dijî van êrişên Îsraîlê de hebe jî ev jî bi riyên hîzbûllah û hemasê ve werin. Îran rasterast nikare bersiva êrişên Îsraîlê bide. Kapasîteya Îranê ya leşkerî tineye ku bersiva Îsraîlê bide."

‘ÎRAN JI BER FAKTORA HEVSENGIYA RÛSYAYÊ NAXWAZE ÊRIŞÎ ÎSRAÎLÊ BIKE'

Sagnic wiha pê de çû: "Îran niha nikare pêwendiyên xwe yên li gel Rûsyayê xirab bike. Eger Îran êrişî Îsraîlê bike ew faktora hevsengiya Rûsyayê ya li herêmê têk diçe. Rûsya naxwaze Îran êrişî Îsraîlê bike û Îsraîl jî zêde pêşde biçe. Kîjan alî (Îran û Îsraîl) pêşde biçe, têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re xirab dike. Eger şerek li Sûriyeyê çêbe, êrişek hewayî li Sûriyeyê çêbe li mintiqa Rûsyayê ev yek pêk tê û ji bo vê yekê jî hemû alî mihtacê Rûsyayê dibin. Helwesta Rûsyayê gelek zelal e ku alîgirtî neke ango em dikarin bibêjin ku Rûsya têkiliyên xwe bi her du aliyan jî berdewam kir û xuyaye jî wiha berdewam be. Wekê ku min beriya niha jî gotibû Rojhilta Navîn a Rûsyayê ji Rojhilata Navîn a welatên din mezintir e. Wek Îsraîl û Îranê nafikire, ji wan mezintir difikire. Ji bo vê yekê jî ne hewceye ku Rûsya aliyekî bibijêre. Eger Amerîka li gel Îsraîlê li dijî Îranê gav biavêje, Rûsya jî mecbûr dibe ku li gel Îranê gavek biavêje. Lê heta niha têkiliyên di navbera Rûsya û Îraîlê de stabil in."

‘ŞEREKÎ LI DERVEYÊ KURDISTANÊ BANDOR LI KURDAN NAKE'

Gelo şerekî muhtemel di navbera Îsraîl-Îranê ya li Sûriyeyê dê bandorekî çawa li siyaset û pêşeroja kurdên li Rojava bike? Sagnic got: "Divê kurd li hêviya şerekî li derveyê Kurdistanê, bandorekî erenî kurdan bike neminin. Eger Îran û Îsraîl ango Îsraîl û hîzbûllah li Sûriyeyê şer bikin, bandorekî erenî û neyînî li kurdan nake. Ev du tiştên ji hev cuda ne. Eger tiştek wiha li Sûriyeyê biqewime divê kurd bêalîgiriya xwe biparêzin."

Bi heman mijarî:

'Kurdên Sûriyeyê destûr nedaye Amerîka û Îsraîlê ku bikevin Sûriyeyê'
‘Îsraîlê ji bo ku Îranê moşek vediguhestin baregehên Sûriyeyê ew bombe kirin'
Li Îsraîlê teqîn: Kesek mir, 4 jî birîndar bûn
Îranê bersiv da Îsraîlê: Em ê bersivekê surprîz bidin û hûn pişman bibin
Parlamentoya Îsraîlê erka îlankirina şer da Netanyahu û Liberman
Pompeo: Li gor belgeyên Îsraîlê bernameyeke nûkleerî ya Îranê heye
Etîketan:
atom, mueyîde, peyman, şer, kurd, Sputnik, Ceng Sagnic
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de