17:06 24 Gulan 2018
    1ê Gulanê Roja Kakerên Cîhanê li Hewlêrê - Sekreterê Partiya Komunîsta Kurdistanê Kawe Mehmûd

    Li Hewlêrê 1ê Gulanê Roja Kakerên Cîhanê bi hin çalakiyan hat zîndîkirin

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Îro 1ê meha gulanê Roja Kakerên Cîhanê ku her sal bi cejna karkeran dihê saxkirin, li Herêma Kurdistanê jî çendîn çalakiyên cuda bi vê helkeftê hatin li darxistin.

    Li bajarê Hewlêrê Parita Komunîst a Kurdistanê meşeke cemawerî li dar xist û di nêv parka şar de li kêleka keleha dîrokî ya Hewlêrê komcivîneke cemawerî sazkir û tê de Sekretêrê Partiya Komunsît a Kurdistanê Kawe Mehmud gotarek pêşkêş kir û pîrozbahî li tevahiya karkerên cîhanê û Herêma Kurdistanê û lraqê kir. Herweha Mehmud bal kişande ser xebata Partiya Komunsît û çewaniya berevanîkirinê ji mafên karkerên Kurdistanê di çarçoveya doza rewaya gelê kurd.

    Herweha Sekretêrê Partiya Komunsît a Kurdistanê behsa mafên serxwebûyna gelê kurd kir û got "eger gelê kurd serbixwe be ne tenê mafên karkeran wê bicî bîbin, herwiha wê mafên tev cûn û texên civaka kurdistanê bicî bîbin."

    Çalakiya Partiya Komunîsta Kurdistanê a 1ê Gulanê Roja Kakerên Cîhanê li Hewlêrê
    © Sputnik / Osman Başqalî
    Çalakiya Partiya Komunîsta Kurdistanê a 1ê Gulanê Roja Kakerên Cîhanê li Hewlêrê

    PARTIYA KOMUNÎST JI HIKÛMETA HERÊM DAXWAZ KIR KU BÊTIR BEHADAYÎNÊ BI MAFÊN KARKERAN BIDE

    Herweha Mehmûd daxwaz ji hikûmeta herêma Kurdistanê jî kir ku bêtir behadayînê bi mafên karkeran bide û derfetên kar jî bo desteber bike ji bo ku rewşa jiyana wan baştir bibe.

    ‘PÊWÎST E HIKÛMETA HERÊMÊ REWŞA KARKERAN BAŞTIR BIKE'

    Ji aliyê din ve Sputnîk kurdistan nêrîn û boçûnên hin beşdaran jî wergirtin û piraniya wan siyaseta aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember texa karkeran rexne kirin û gotin "Pêwîst e hikûmeta herêmê rewşa karkeran baştir bike."

    Herweha gotin "Pêwîst e ne tenê di rojekê behsa rewşa karkeran bihê kirin, di hemû rojên salê de karker weku texekî herî girîng û xwedî rol bihîn liberçavgirtin û mafên wan bihên bidest xistin."

    Bi heman mijarî:

    Li Rûsyayê pîrozbahiyên 1ê Gulanê: Bi hezaran kes li Meydana Sor civiyan
    Demirtaş bi wêneyê bavê xwe û karkeran peyama 1ê Gulanê da
    Li Taksîmê tevgera 1ê Gulanê dest pê kir
    Walîtiyê dirûşmên kurdî bi xeter dîtin û bo çalakiya 1ê Gulanê destûr neda
    DISKê qada pîrozkirina 1ê Gulanê eşkere kir
    Di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de 207 kes hatin desteserkirin
    Li Yekîtiya Sovyetan 1ê Gulanê
    1ê Gulanê li Amedê pîroz kirin
    Etîketan:
    Meşa Cemawerî, Partiya Komunîst, 1ê GulanÊ, Pîrozbahiyên 1ê Gulanê, Civîn, Partiya Komûnist A Kurdistanê, Kawe Mehmûd, Osman Başqalî, Hewlêr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de