05:35 22 Gulan 2018
    Parlamentoya Kurdistanê

    Gelo hilbijartin dê çawa bin û kî dê bi ser keve?

    © Sputnik / Dmitry Vinogradov
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Reqabeta navbera kom, lîste û namzetên hilbijartinên Palramentoya Iraqê li herêma Kurdistanê gur bû ku êdî partî xwe bi hêz û kesyaetên eşîran ve girê didin da ku dengan bistînin û şerê ragihandinê daye destpêkirin ku li ser teşhîrkirinê bi rê ve diçe.

    Atmosfera helmetên hilbijartinê ya li herêma Kurdistanê dişibe hev û herwiha dişibe ya tevahiya bajarên Iraqê ku pankartên mezin û navîn ên namzetên mêr û jin tên daleqandin û ji aliyê reqîban ve ji qestî ve hatine çirandin û dirandin. Herwiha hinekên din jî hene ku ji ber bahoz û barana vê dema dawî jî qetiyane.

    Nivîskar û rojnamevan Saman Nûh îro duşemê ji peyamnêra Sputnikê re derbarê reqabeta komên klasîk û yên nû li ser qada herêma Kurdistanê û pêşbiniya serkeftina hinekan ji wan kir.

    Nûhî pêşî behsa reqabeta navbera wan partiyan kir ku nûnerîtiya hemû pêkhateyên Kurdistanê kir û got:

    "HINEK HÊZÊN NÛ JÎ DERKETINE SER QADA SIYASÎ YA KURDISTANÊ"

    Bûyera trafîkê li Herêma Kurdistanê
    © Foto : Rêveberiya Trafîkê ya Herêma Kurdistanê
    Dijberiya hilbijartinê li herêma Kurdistanê, di navbera wan hêzên sereke de ye ku ji mêj ve li qada siyasî ya herêmê ne û li gel wan jî hinek hêzên nû derketine ku hewl didin hinek kursiyan ji van hêzan bi dest bixin.

    Nivîskarê kurd di berdewamiyê de got, "bi giştî helmetên hilbijartinê mezin in û bûne nakokiyeke bi-rageş ku hemû aliyan dest ji propogandaya hilbijartinan a klasîk berdaye ku diviyabû programa xwe ragihînin, sozên xwe eşkere bikin û poster û wêneyên namzet û sloganên xwe nîşan bidin û wab dest bi şerekî ragihandinê li dijî hev kiriye."

    "HEMÛ NAVGÎNAN BI KAR TÎNIN JI BO NAVÛDENGÊN REQIBÊN XWE XERA BIKIN"

    Nûh destnîşan dike ku partî û lîsteyên wê şerê ragihandinê dikin ku hemû navgînên berdest bi kar tînin da ku navûdengê reqîbên xwe xera bikin û hinek ji namzetan teşhîr bikin û 'têkçûnên' raboriya dûr û nêzîk bi bîr bînin.

    "HILBIJARTIN ÇAWA BIBIN JÎ, HEJMARA KURSIYÊN KURDAN DIYAR E"

    Di berdewamiyê de Nûh wiha got: "Heta hêzên siyasî yên mezin dest bi lîstika gurkirina hêzên eşîran kir û reqabeteke tudn afirand da ku dengan bi dest bixin û rêjeya dengderên xwe zêde bike ku ev jî civakê perçe dike. Mesele êdî ne meselyea bidestxistina çend kursiyan ji vê partiyê re yan jî ji wê partiyê re ye, lê bûye bidestxistina vê kursiyê ji wê eşîrê re û ji vê eşîrê re. Li gel vê jî programa hilbijartin û siyasetê jî gelekî qels e ku namzet li ser bingehên popûlerîtiya wan, ne li ser bingehên şiyana wan siyasî û birêveberî tên diyarkirin. Ev tişt çêdibe li gel ku hilbijartin ji bo parlamentoya Iraqê ye û bandor û giringiya wê ne ewqasî zêde ye. Kursiyên kurdan her dê di navbera 56 û 62an be û ev tişt bi awayekî bingehîn bandorê li rastiya siyasî ya li Iraqê nake û herwiha bandorê li rastiya herêmê jî nake û dê hikûmetê jî neguherîn ji ber ne hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê ya betalkirî û bipaşdexistî ne."

    "XURTTIRÎN HÊZ Û PARTIYÊN KURDÎ"

    Li ser bihêztirîn partiyên kurdistanî jî Nûh diyar kir ku ew hêz wiha ne: "Hêzên klasîk ên ji sala 1991ê ve serwerên dîmena siyasî ne, desthilat û pereyên wan hene ku ew reqîbên herî berbiçav in û herwiha Tervger Goranê, Hevpeymaniya Serokwezîrê berê yê Kurdistanê Berhem Salih hene."

    "PARTIYA HERÎ ZÊDE DÊ KURSIYAN BI DEST BIXE"

    Li ihtimala bê gelo ihtimal heye kîjan alî bi ser keve, Nûhî got, ""li gorî encamên gelek rapirsîn û nîşanên niha yên dengdanê, tê pêşbînkirin ku PDK bi serokatiya Mesûd Barzanî dê bi hejmara herî zêde ya kursiyan bi dest bixe li gel ku dê hinek kursiyan wenda bike jî."

    "YNK BERÊ DÊ GELEK KURSIYAN JI DEST BIDE"

    Li gorî rojnamevanê kurd texmîn dike ku "PDK sêyekên kursiyên kurdan(22 heta 25 kursiyan) bi dest bixin, paşê hevpeymaniya Niştimanî (Tevegra Goran, Tevgera Berhem Salih û Komelya Îslamî) bi hev re  16 heta 18 kursiyan bi dest bixin û paşê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dê were ku Serokkomarê Iraqê Celal Talebanî bi rê ve dibir û dê hêza wê dakeve heta nîvê. (YNK) dê bêtirî 10 kursiyan ji dest bide û dê 10-12 kursiyan bi dest bixe. Paşê jî dê Tevgera Îslamî be ku tê texmînkirin, 3-4 kursiyan bi dest bixe û Tevgera Nifşê Nû ya Şaswar Ebdulwahid jî dê heman hejmarê bi dest bixe."

    Nûh li ser serdana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bo Herêma Kurdistanê jî aixft û diyar kir ku ew "serdan sembolîk bû."

    "SEROKWEZÎRÊ TI DENGAN NASTÎNE"
    Nivîskarê kurd got, "serdana serokê hikûmeta federal bo herêmê, nameyek bû ku serokwezîrê tevahiya Iraqê ye û lîsteya wî li hemû herêmên welatî ye. Lê eger em behsa derfeta bidestxistina dengan bikin. Ew qet tine, ji ber nakokiya erebî kurdî ji aliyekî ve û nebûna beralîbûna niştimanî û herwiha kombûna kêşeyên navbera Bexda û Hewlêrê bê ku ti çareserî peyda bibe û nebûna dîtineke zelal ji bo hevpariyê."

    Bi heman mijarî:

    Encumena Wezîrên Kurdistanê ji bo meaşan daxuyaniyek da
    Herêma Kurdistanê ji bo êrîşa li Fransayê peyamek weşand
    Li dijî paşkeftkirina mûçeyan li piraniya bajarê Herêma Kurdistanê xwepêşandan hatin kirin
    Li Herêma Kurdistanê li dijî Tirkiyeyê xwepêşandan hat lidarxistin
    Iraqê di derbarê êrişa Tirkiyê ya li Herêma Kurdistanê de daxuyanî da
    Li tevahiya bajarên Kurdistanê Newroz tê pîrozkirin
    Bexdayê mûçeyên Herêma Kurdistanê şandin
    Etîketan:
    Hilbijartinên Iraqê, YNK, PDK, Saman Nûh, Berhem Salih, Celal Talebanî, Mesûd Barzanî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de