17:05 26 Gulan 2018
Ahmet Turk

'Ji ber ku ev 100 sal in, kurdan ji xwe re xeter dibinin, naxwazin bi wan re rûnên'

© Sputnik / Sertaç Kayar
Nêrîn
Lînkê kurt
Vehbi Gungor
0 03

Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê yê berê Ahmet Turk ragihand ku ev 100 sal in, hûmû partî û alî kurdan ji xwe re wek xeter dibînin û ji bo vê yekê jî naxwazin bi kurdan re rûnên. Turk da zanîn ku gel ji bo xwe li ber dewletê neke hedef, bêdeng e û ji ber rewşa awarte û astengiyan nikarin bi dilê xwe siyasetê bike, propandaya partiya xwe bike.

Serokomarê Tirkyeyê Recep Tayyip Erdogan di 18ê Nîsanê de diyar kiribû ku wan biyara hilbijartina pêşxwex daye û dê hilbijartin di 24ê Hezîrana 2018an de bê lidarxistin. HDPê jî biryar dabû ku namzedê partiya wan di hilbijartinê de Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş be. Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê yê berê Ahmet Turk li ser biryara hilbijartina pêşxwet, helwesta dengdêrên kurdan li himberî hikûmeta Serokomatê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan çawa be ji Sputnik Kurdistanê re nirxand û diyar kir ku kurd ji bo ku li hemberî dewletê xwe nekin hedef bêdeng in. Lê bawer dikim ku di hilbijartinê de bersivê bi riya sindoqê bidin. Turk da zanîn ku ji ber astengiyan nikarin bi hêsanî propagandaya hilbijartinê bikin

‘JI BO PARTIYA ME DI BIN BENDAVÊ DE BIMÎNE SIYASETEKE QIRÊJ LI DIJÎ ME DIMEŞÎNIN'

Turk wiha dewam kir: "Em partiyekê ji bo demokrasiyê xebat dikin in. Em dixwazin li herêmê demokrasî bê avakirin. Ji bo vê yekê jî Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş namzedê me yê serokomariyê ya di 24ê Hezîranê de ye. Ez bawerim navê wî bi fermî jî heta du rojan were nîşandan. Em ji bo demokrasî û jiyaneke bi demokratîk çi were ser milê me em ê bikin. Pêwîste em vê yekê bicih bînin. Armanca me ne filankes bibe serokomar e, armanca me vekirina riya demokrasiyê ye. Em dixwazin piştgiriya kesekî ku bikaribe demokrasiyê ava bike, dikin. Alozî, astengî û tiştên ku tên meşandin bikaribe ji holê rake. Em li heqîqata li vê yekê dinêrin. Lê îro gava em lê dinêrin li hemberî partiya me tiştên qirêj tên meşandin û dixwazin partiya me di bin bendavê de bihêlin. Li ser vê yekê siyaseta xwe dimeşînin. Lê em bawerin ku gelê me vê yekê baş dibîne û dê bersiveke baş jî bidin wan kesan. Ez bawerim ku him gel û him jî kesên ku demokrasiyê diparêzin xwedî li HDPê derkevin."

‘EM Ê HILBIJARTINÊ BAYKOT NEKIN'

Li ser pirsa gelo Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş nemîne tûra duyam, dibe hûn hilbijartinê boykot bikin an jî piştgiriyê bidin namzedekî din Ahmet Turk got: "Na boykot tiştekî ne rast û ne jî dirûst dibînim. Lê di nav wan namzedan ku man tûra duyem de, dê piştgirî bidin ew kesê ku bêhna demokrasiyê jê were bikin."

‘JI BER KU EW 100 SALE KURDAN JI XWE RE XETER DIBÎNIN, NAXWZIN BI KURDAN RE RÛNIN'

Li ser şiroveya ku dengdêrên kurd dê diyar bikin bê kî dê bibe serokkomarê Tirkiyeyê, Ahmet Turk wiha got: "Sedema vê yekê ev e ku naxwazin kurd bi siyasetê û daxwazên xwe werin rojevê. Em dikarin vê yekê binêjin ku di warê siyasetê de nêrînên kurdan ne ji hev cuda ne. Ev 100 sale hûmû partî û alî kurdan wek potansiyelekê xeter dibînin û ji bo vê yekê jî naxwazin bi kurdan re rûnin. Lê ev siyasetekê çewt e, le ev siyaset ji bo Tirkiyeyê jî nebaş e. Eger Tirkiye demokrasî û aqil hebûya dê kurdan hembêz bikirina û siyaseteke nûjen derxistina holê. Bi rastî ji bo tifaqê xebatên me niha hene. Di heqîqatê de gel ji vê siyaseta ku niha tê meşandin ne raziye. Lê niha helwesteke xirab li dijî gel tê meşandin. Roj tineye ku endamên partiya me ku ji bo hilbijartinê xebatên xwe dimeşinin, nayên desteserkirin. Barekî giran li ser milê siyasetmedarên me heye. Ez bawerim tevî hemû astengiyan gel li xwe xwedî derkeve û ew kesên siyaseta li dijî gelê me û kurdan didin meşandin dê bi çevên xwe bibînin ku îro bêdeng in, lê di sindoqê de wezîfeya xwe bikin."

‘JI BER KU GEL NAXWAZE LI HEMBERÎ DEWLETÊ XWE BIKIN HEDEF, BÊDENG E'

Girtina parlamenterên HDPê, tayînkirina qeyûman, operasyonên li bajarên kurdan û operasyona li dijî Efrînê ya Tirkiyeyê di hilbijartina serokomariyê de gelo dê bandorekê çawa li dengdêrên kurd bike, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê ku li şûna wî jî qeyûm hat tayînkirin Ahmet Turk wiha bersivand: "Bi rastî em bersiva vê yekê dikarin piştî hilbijartinê bibînin gelo çiqas bandora wan yekan çêbûne an nebûne. Lê em dibînin ku kurdên muhafazekar dibêjin ku ji vê siyasetê ne razîne. Lê em nizanin ku ev yek dê ji sindoqê derkeve. Ji ber ku gel bêdeng e em nikarin pêşbiniya wê yekê ji niha ve bikin. Gel naxwaze îro li hemberî dewletê xwe bikin hedef. Lê ez bawerim ku gel li xwe xwedî derdikeve. Em bêdengî vê yekê dide nîşandan."

Ahmet Turk herî dawî da zanîn ku ji ber rewşa awarte nikarin bi dilê xwe siyasetê bikin, propandaya partiya xwe bikin. Lewre astengî pirin li hemberî me.

Bi heman mijarî:

Bilgen: Dema Demirtaş bibe namzet, gelo wê TRT biçe Edîrneyê yan dê wî bînine TRTê?
HDPyî piştî Demirtaş di tûra duyem de dê dengê xwe bidin kê?
Du partiyan piştgiriya xwe ji bo Demirtaş ragihandin
Ji bo berdana Demirtaş li ser medyaya civakî hashtaga piştgiriyê hat vekirin
‘HDPê biryara xwe da: Demirtaş dibe namzed'
Etîketan:
deng, kurd, hilbijartin, Sputnik, Ahmet Turk, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de