07:14 26 Gulan 2018
Hunermend Seywan Saediyan

Saediyan bi du pêşangehên hevdem li Stenbolê ye

© Sputnik / Mevlut Oguz
Nêrîn
Lînkê kurt
Mevlut Oguz
0 60

Hunermendê kurd Seywan Saediyan piştî pêşangehên xwe yên li Herêma Kurdistanê û Amed, Batman, Mêrdîn û Îzmîrê, bo cara yekem bi du pêşangehên taybet li Stenbolê ye. Seywan Saediyan dibêje ‘hesin di destê min de ji hevîr jî nermtir e.'

Pêşangeha şexsî ya peykeran a Seywan Saediyanî li Navenda Çandê ya Tophane-i Amire ya li Zanîngeha Hunerên Bedew a Mimar Sinanê 18ê mehê vebû dê heta 5ê Gulanê vekiribe. Herwiha pêşangeha hevdem a wênevaniyê ya Saediyanî jî li Chalak Artê heta 20ê Gulanê dê vekirî be û li benda hunerhezan be.

‘TIRKIYE JI ALIYÊ HUNERÎ VE Û BI TAYBETÎ JÎ DI WARÊ PEYKERAN DE WELATEKÎ KÊM EZMÛN E'

Saediyan derbarê pêşangehan de taybet ji Spûtnîk Kurdistanê re axivî û diyar kir ku peykerên wî ji serdêran re hinekî nû hatine û elaqeyeke mezin nîşanî pêşangehê dane.

Saediyan wiha axivî:

Pêşangeha peykerên hesinî ya Seywan Saediyan / Tophane-i Amira / Stenbol
© Sputnik / Mevlut Oguz
Pêşangeha peykerên hesinî ya Seywan Saediyan / Tophane-i Amira / Stenbol

"Tirkiye welatekî ku 80 milyon mirov lê dijîn û cografyayeke pir fireh e lê mixabin ji aliyê hunerî ve û bi taybetî di warê peykeran de welatekî kêm ezmûn e. Ji ber wê jî dema çend rojên ku ez li galeriyê bûm beşdarên pêşangehê nêzîkatiyeke wan a ligel berheman çêbû, ji berheman hez kirin. Ev yek ji min re normal hat, ji ber ku min berê jî li gelek bajarên mezin û navçeyan û heta li gundan jî pêşangeh vekiribûn, min ew nêzîkatî û hestiyariya gel û peykeran a bi hevdu re tecrûbe kiribû, tiştekî nû nebû lê ez ji ber eleqeya xelkên mezintirîn bajarê Tirkiyeyê Stenbolê kêfxweş bûm."

Di sêwirandina peykerên xwe de tu hesin, hesinên jengarî ango xurdeyan bi kar tînî, fikreke wiha ji ku derket? çima hesin û çawa dibe materyaleke berk a weke hesin di destê te de ew çend ‘şayîk' dibe, dibe mîna hevîr?

Hunermend Saediyan, "Bi awayekî semîmî bibêjim ku di destpêkê hilbijartineke min a taybet tune bû. Ez bi xwe jî nizanim bê min çima ev materyal hilbijart û zêdetir bi wê dixebitim. Bi giştî jî di peykervaniyê de ji xwe materyal pir kêm in, belkî hemî materyalên peykeran nagihîjine hejmara tiliyên du destan. Ji ber wê jî li gorî min qet ne girîng e bê peykervanek bi çi materyalî dişixule. Bi ya min ya herî girîng ew e ku peykervan çawa dikare bi vî materyalî bişixule. Ew jî berî her tiştî xweperwerdekirina hem hundirîn, hem fikrî, felsefî û hem jî teknîkî ya şexsê peykervan e. Li ser vê bingehê ez gelek caran jî dibêjim, ez materyalan weke tîpên alfabeyê dibînim, bo mînak alfabeya îngilîzî 26 tîp e lê bi sedan, bi hezaran nivîskarên mezin û fîlozof hene ku wê bi kar tînin, herwiha xwendevan û kesên jirêze jî wê alfabeyê bi kar tînin; di vir de ya girîng ne hejmara tîpan e, ya girîng şêweya bikaranîna kesan e. Di peykeran de jî mijareke wiha heye, ya giring ew e ku tu wê materyalê bi çi awayî û bi şêweyî bi kar tîne."

‘BI HESIN KÎJAN FORM Û KÎJAN HESTAN BIXWAZIM DISÊWIRÎNIM'

"Nêzîkatiyeke pir xurt ligel hesin hest dikim, bi taybetî jî bi hesinên kevin û jengarî; ez pirr ji wan hez dikim, nêzîkatiyeke min a kûr pê re heye, çawa ye ez jî nizanim. Wekî çêbûna forman jî, ji destpêkê ve dilê min rehet bû, tiştên ku dilê min dixwest, di wan form û figûr, ew portretên ku min dixwest de ji kîl û ji herriyê bêhtir hesin bersiv dida min. Lewma gelek caran wekî henek jî ez dibêjim hesin di destê min de ji hevîr jî nermtir e. Lewra bi hesin kîjan form û kîjan hestan bixwazim disêwirînim."

Pêşangeha Wênevaniyê ya  Seywan Saediyan / Chalak Art  / Stenbol
© Sputnik / Mevlut Oguz
Pêşangeha Wênevaniyê ya Seywan Saediyan / Chalak Art / Stenbol

‘GEREK LI ROJHILATA NAVÎN ŞOREŞEKE ÇANDÎ Û HUNERÎ ÇÊBIBE'

Saediyan teqez dike ku mijarên xebatên wî piranî şer e û ew bi xwe jî kesekî di encamdana van şeran de bûye penaber û niha li Amedê dijî, "Mijarê xebatên min şer e û ez bi xwe jî ev 17-18 sal e penaber im û ji welat û malbata xwe dûr im. Gava min çavê xwe vekir şer hebû. Ji ber wê jî ew mijara şer bo min pir bi êş e, bi taybetî jî li Rojhilata Navîn. Ez dibînim bê ûjdaniyeke pir mezin, li aliyekî Amerîka û welatên Ewropa heye. Ew çekan difiroşin û tu carî ne xema wan e kî tê kuştin; jin tê kuştin, zarok tê kuştin, malbat têne wêrankirin, gund û bajar têne şewitandin; ew bi tenê berjewendiyên xwe li aboriya xwe dinerin. Aliyekî din jî nezanî ehmeqtiya rêveberên Rojhilata Navîn e. Li Rojhilata Navîn di nava welatan de; li Îran û Iraqê, li Iraq û Qûwêtê, destwerdana Amerîka û welatên Ewropa, Bihara Erebî, Şerê Sûriyê çêbû; bêyî ku sedemeke wê hebe şer dikin, tevî jin û zarokan bi milyonan mirov têne kuştin û tu kes jî nizanê bê çima têne kuştin. Di navbera gelan de nefretê parve dikin. Ez ji vî şerî û ji vê nefretê nefret dikim. Ez hêvîdar im ev şer bi dawî bibe. Ji bo wê jî gerek li Rojhilata Navîn şoreşeke çandî û hunerî çêbibe. Ew pir pir girîng e. Bi tenê em dê bi vî awayî ji van rojên giran xilas bibin."

Di peykerên te de biryardariyek heye, israrek heye. Herwiha îroniyek jî. Bo nimûne, peykerê mirovê berasteng; nigekî xwe ji dest daye lê hêj mîna Peykerê Azadiyê (Statue of Libery) yê li New Yorkê xetîrek (meşaleyek) di dest de ye û wê xetireyê bi biryar berz û bilind dike.. Dîsa peykerê jina reqsvan. Bi dehan fişek lê ketine lê hej wekû gelek şa ye û direqise.. Herwiha peykerê şah ê li devê derî.. Şah e lê destgîrkirî ye û ne li ser textekî ye li devê deriyê derve yê pêşangehê ye. Mebesta te ji vê yekê çi ye? Bi giştî kana vê biryardariyê çi ye gelo? Daxwaza azadiyeke teqez. Wekî din tu dikarî hinekî behsa vê biryardariyê, vê israrê û paşxaneya wê bikî?

‘PEYKER CARINAN JÎ ACIZÎ Û BÊZARBÛNÊ RE BERSIVEK E'

"Ew tişta ku tu wekî ‘biryar', ‘israr' bi nav kiriye û yan jî ew îronî.. Ew jî beşeke ji rastiyê ye. Li gorî hestên mirov, rewşên giştî yê civakî, siyasî û cîhanî hestên mirov jî têne guhertin. Ji ber wê jî gelek caran mijarên cuda dertên. Hin caran mijarên ku weke îronî têne xuyakirin asas pir tirajîk in. Gelek caran jî ku ez aciz dibim, bi taybetî jî ji rêveberên berê û niha yên çand û hunerê li Amedê, ez peykerê zarokekî çê dikim ku dimîze, ê xwe ez bersiveke wiha didim! Biryarên wan ji min re ewqas girîng in yan! Peyker, carinan jî acizî û bêzarbûnê re bersivek e. Ji wan kesên ku ji çand û hunerê, bi taybetî jî rêveberên çand û hunerê yên nezan re bersivek e. Rast e, gelek peykerên min ên wiha hene. Bo mînak bibêjim wekî îronî yan jî karîkatûr têne xuyakirin. Peykerekî din heye ku ew niha ne li pêşangehê ye, gêncekî ku çenteyê kesekê dizî ye, te dî tirk jê re dibêjin ‘kapkaç'. Di demeke diltezîn de li hember vê zilm û bê edaletiyê min ji bo Keça Şingalê peykerekî taybet çêkir. Peykerekî din heye bi navê Cemîlê. Cemîle, dayîkeke ku cenazeyê zarokekî di destê wê de ye. Ew dayîk sembola hemû dayikên ku zarokan wan di şerê Rojhilata Navîn de bûne qurbanî. Herwiha gelek peykerên min ên din jî hene ku direqisin, dileyizin, parsekiyê dikin. Bi vî awayî mijarên cuda çêdibin ku beşek jê nostaljîk ne. Ew nostaljiyên zarokatiyê… Dema ku em zarok bûn, em dileyîstin; bafirok bûn, erebok bûn, gelek tiştên din. Yanî niha ez wan pêlîstokên zarokatiyê careke din, bi formeke hunerî çêdikim. Ez semîmî bêjim gava ku ez rûdinêm peykerekî çêdikim, pir kêm e ku serê pêşî mijara wî diyar bikim. Ez pê dileyizîm, çawa ku dema zarokatiyê me bi dar û text û heriyê dileyist, ez aniha jî pê dileyizim. Gelek caran min gotiyê cudahiya wê leyîstikê ew e ku gerek ew leyistik paşxaneyekê we yî xurt; hizr û ramanî, felsefî, edebî û ji her tiştî girîngtir teknîkî hebe."

SEYWAN SAEDIYAN KÎ YE?

Seywan Saediyan di sala 1972an de li Mehabadê hatiye dinyayê. Perwerehiya xwe li Tehran, Bokan û Sînê temam kir. Li Herêma Kurdistanê li Zanîngeha Silêmaniyê beşa nîgarê der çûye. Saediyanê ku ligel peykersaziyê, bi illustrasyon, fotograf, edebiyat û sînemayê re jî elaqedar e; heta niha gund û bajar jî tê dê bi dehan pêşangehên şexsî li dar xistine. Saediyan ji 2014an û bi vir ve li Amedê dijî.

Bi heman mijarî:

Li Kelha Hewlêrê pêşangeha ji bo Roja Jinan ya Cîhanê
Ji Pêşangeha Çapemeniya Pirzimanî ya Stenbolê bijarteyek
Ji Jamanakê ta Nûbiharê: Pêşangeha Çapemeniya Pirzimanî ya Stenbolê
Li Kurdistana Îranê pêşangeha wêneyên Şingal û Kobanê dest pê kir
Pêşangeha Navneteweyî ya Bincilan li Moskowayê tê lidarxistin
Organîzatorê pêşangeha ku Karlov lê hatibû kuştin hat binçavkirin
Pêşangeha Pirtûkan li Stenbolê vebû
Ji ber ewlekariyê pêşangeha CeBITê ya Stenbolê çênabe
‘Di pêşangeha PEyê de fotografên kurdên li hemberî DAIŞê têkoşîn kirine hene'
Li Pêşangeha Pirtûkan a ‘ONLINE': % 50 erzanî
Etîketan:
Pêşangeha Nîgarvaniyê, Peykerên Hesinî, Pêşangeha Hunerî, Peyker, Pêşangeh, Çand, Huner, kurd, kurdî, Chalak art, Zanîngeha Hunerên Bedew a Mimar Sinanê, Tophane-i Amîra, Spûtnîk Kurdistan, Mevlut Oguz, Seywan Saediyan, Batman, Îzmîr, Mêrdîn, Stenbol, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de