17:06 24 Gulan 2018
    Leşkerên Fransî û amerîkî li Minbicê - Ala Fransa û Amerîkayê

    Fransa leşkerên xwe li Minbicê bicih kirin

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 20

    Hate ragihandin ku piştî daxuyaniyên Tirkiyê ‘em dê operasyonekê li dijî Minbicê pêk bînin', leşkerên frensî li sînorê Minbicê bicih bûn Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ku girêdayî HSDê ye Ebû Fadil ji Spûtnîkê re axivî û da zanîn ku leşkerên frensî li ser sînor dewriye digerin.

    Hikmet Durgun

    Li gorî agahiyên ku Sptunik Kurdistanê bi dest xistine, piştî gefên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê li ser Minbicê, Fransayê hebûna xwe ya leşkerî li wî bajarî zêde kiriye û dewriyeyan li ser sînorî digerîne.

    Li gorî wêneyekî ku Sptunikê bi dest xistiye, hinek wesayit li herêma çemê Sacûrê yê Minbicê nobetê girtin ku li ser hinekan ji wan, alaya Fransayê xuya dike û herwiha dixuyê ku leşkerên frensî jî nobetê digirtin.

    Ryedarekî payebilind ji Meclisa Leşkerî ya Minbicê bal kişand ser wê yekê ku Fransayê li Minbicê hêzên xwe zêde kirine û wiha axivî: "Berî demeke nêzîk leşkerên frensî hatibûne Minbicê. Niha jî li bakurê Minbicê ji bo ku Tirkiye û hêzên girêdayî wê operasyonekê li dijî Minbicê pêk neyînin, baregeheke leşkerî ava dike. Li devera Çemê Sacûrê bi wesayîtên leşkerî hertim dewriye digerin. Li ser wan wesayîtan alaya frensî heye. Leşkerên fransî li deverên cuda yên Minbicê bi cih bûne. Li Minbicê bi qasî 50 leşkerên fransî hene."

    Fermandarê Giştî yê Meclisa Minbicê ya girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ebû Fadil ji Spûtnîkê re piştrast kir ku leşkerên fransî li Minbicê dewriyeyan digerînin. Adil eşkere kir ku Fransayê li Minbicê hêzên xwe zêde kirine, dewriye digerin û leşkerên fransî ligel yekîneyên amerîkî dewriye digerin.

    Li wan herêmên bakurê Sûriyeyê yên ku di bin kontrola HSDê de ne, 2050 leşkerên fresnî hene. Li Kobaniyê baregeheke leşkerên fransî heye. Herwiha tevî Kobaniyê li Reqa û Dêre Zorê jî leşkerên fransî hene.

    Hêjayî bibîrxistinê ye ku Minbic a girêdayî Helebê di sala 2012an de kete bin kontrola Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) û di sala 2014an de jî kete bin kontrola DAIŞê, herî dawî 12ê Tebaxa 2016an HSDê ew dever ji destê DAIŞê rizgar kiribû.

    Minbic ji ber lokasyona xwe, wek devereke stratejîk dihesibe ku ji başûr ve 85 kîlomtre dûrî Helebê ye, ji bakur ve 40 kîlomtere dûrî Cerablûsê, li rojhilat 65 KM. dûrî Kobaniyê û li rojava jî 45 KM dûrî el Babê ye.

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê Encumena Minbicê: Fransa hejmara leşkerên xwe yên li Minbicê zêde dike
    'Amerîka gotiye, kî êrîşî Minbicê bike, em ê bersivê bidin'
    ‘Amerîka di mijara Minbicê de sînor ji Tirkiyeyê re danî'
    Fermandarê Meclisa Leşkerî yê Minbicê: Amerîka baregeheke nû ava kir
    AA: Hevdîtinên Minbicê bi Amerîkayê re hat rawestandin
    ‘Dibe ji bilî Amerîka û Fransayê hin welatên din jî hêzên xwe bişînin Minbicê'
    Etîketan:
    dewriye, hêzên fransî, operasyon, Spûtnîk, Ebu Fadil, Bakurê Sûriyeyê, Minbic, Sûriye, Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de