07:12 26 Gulan 2018
Mûsil

Muhsin Seidûn: Ez bawer nakim kesek li ser Mûsilê were bidarvekirin

© AP Photo / Bram Janssen
Nêrîn
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Di van rojan de Dadgeha Leşkerî ya Iraqê ku bi taybetî bi karên ketina Mûsil û hinek deverên din ji aliyê DAIŞê ve mijûl dibe, biryar da ku fermandarê Artêşa Iraqê Mechdî Sebîhê ku di dema êrîşa DAIŞê de berpirsyarê parastina ewlehiya bajarî bû, were bidarvekirin.

Li gorî biryara dadgehê ya ku Sputnik Kurdistanê kopyayeke wê bi dest xistiye, Xerawî wek fermandar berpirsyarê ketina Mûsilê ye û li gorî wan belgeyên ku dadgehê bi dest xistine, biryar hatiye dan ku ji ber radestkirina Mûsilê bo DAIŞê were bidarvekirin. Lê dem û cihê cîbicîkriina vê biryarê nehatiye diyarkirin û nehatiye gotin bê divê Xerawî kengî were bidarvekirin.

"DIVÊ HEMÛ BERPIRSÊ WERIN DARIZANDIN"

Parlamenterê kurd li Parlamentoya Iraqê û Serokê Lijneya Karûbarên Qanûnî Muhsin Seidûnî li ser vê mijarê ji Sputnik Kurdistanê re ragihand ku "pêwîst e, ew biryar ne tenê ji bo Xerawî lê ji bo gelek berpirsên din jî were dayîn, ji ber lîsteyek heye û navê çend fermandar û berpirsên leşkerî di wê de ye ku hemû berpirsên radestkirina Mûsilê bo DAIŞê werin darizandin. Îca pêwîst e, hemû werin dadgehkirin ne ku tenê Xerawî."

"XERAWÎ DIKARE HIKMÊ DADGEHÊ TEMYÎZ BIKE"

Herwiha Seidûnî got, "bawer nakim ku biryara dadgeha leşkerî li ser Xerawî were cîbicîkirin, ji ber ev biryar ji biryareke qanûnî bêtir, biryareke siyasî ye û di dema bangeşeya hilbijartinan de derketiye. Herwiha li gorî qanûna Iraqê, Xerawî dikare careke din hikmê dadgehê temiyîz bike û derfeta guhertina wî hikmî heye."

"FERMANDARÊN KURD JÎ DI LÎSTEYÊ DE HEBÛN LÊ…"

Serokê Lijnyea Qanûnî li ser sedema ku tenê fermandarên ereb di lîsteyê de ne jî axift û diyar kir ku çend fermandarên kurd jî tê de hebûn lê ji ber ku berpirsyariya wan kêm bû, lijneya lêkolînan navên wan derxistin û tenê hejmareke kêm a fermandaran tê de ma ku pêwîst e, werin darizandin.

"VÊ CARÊ NABIM NAMZET"

Sebareta namzetbûna çaremîn a Seidûnî bo Parlamentoya Iraqê, wî got, "vê carê ez nebûme namzet ji ber piraniya gelê me aware bûye û dengên me dê li parêzgeha Mûsilê kêm bibin. Hûn dizanin, ez xelkê nahiyeya Zumarê me û her sê xulên din li ser asta parêzgeha Mûsilê min deng bi dest xistin û bûm parlamenter lê vê carê min ew dengên pêwîst nîn in."

"DENGÊ KURDAN KÊM DIBE"

Seidûnî li ser dengên kurdan li parêzgeha Mûsilê jî axift û got, "dengên kurdan vê carê dê kêm bin, ji ber piraniya kurdan niha li Herêma Kurdistanê aware ne û hejmareke mezin koçberî derveyî welatî bûne."

Bi heman mijarî:

Baydemir bo Herêma Kurdistanê: Ez li welêt im, welat jî dilê min e
Welatiyên Herêma Kurdistanê dikarin bi pereyan heca xwe bikin
Li Herêma Kurdistanê sibehê mûçe tên belavkriin
Heyeta HDPê gihîşt Kurdistanê û dê îro bi Barzanî re bicive
Cîbûrî serdana Kurdistanê dike: Kurdan bawerî bi yekîtiya Iraqê anî!
Hikûmeta Herêma Kurdistanê 9ê Nîsanê roja azadkirina Iraqê weke betlane ragihand
PKK: Efrîn dilê Kurdistanê ye û ji dagirkeran re namîne
Etîketan:
Parlamentoya Iraqê, DAIŞ, Muhsin Seidûn, Iraq, Kurdistan, Mûsil
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de