17:08 24 Gulan 2018
    Nûnerên Hikûmeta Herêmê li Parîsê Dr. Elî Dolemerî

    Nûnerê Hikûmeta Herêmê li Parîsê: Cihê xweşhaliyê ye ku gelê Fransayê bi gelê kurd re ye

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 10

    Nûnerê Hikûmeta Herêmê li Parîsê Dr. Elî Dolemerî bi giştî behsa peywendiyên Herêmê û Fransa û siyaseta Parîsê li hember gelê kurd kir. Dolemerî "peywendiya di navbera Kurdistanê û Fransayê di asteke bilind de ye û cihê xweşhaliyê ye ku raya giştî ya Fransayê ligel gelê kurd e."

    Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Parîsê Elî Dolemerî "her kî bibe serokê Fransayê, siyaseta Fransayê ya li hember gelê kurd nayê guhertin, em ji bîr nekin di sala 1991ê û di salên 2014 û 2017an de Fransa di hemû waran de her alîkariya gelê kurd kiriye. Vêca îro peywendiyên me li gel Parîsê di asteke bilind de ye, bi taybetî Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron pêşwazî li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nîçîrvan Barzanî kîr. Ev yek nîşaneya wê ye ku Fransa girîngiyê dide gelê kurd."

    Elî Dolemerî bal kişande ser daxwaza Fransayê ku cardin li Rojhilata Navîn aktîv bibe û got, "Fransa dixwaze car din rola xwe ya dîrokî li Rojhelata Navîn bileyîze û bi taybetî piştî di sala 2003an rizgarkirina lraqê de beşdar nebû û di piştre bi rêya herêma kurdistanê hewil da bi Iraqê re peywendiyên deyne û îro cihê xweşhaliyê ye ku konsûlxaneya Fransa li Hewlêrê ye û Wezîrê Derve yê Fransa jî Serdana Hewlêrê kiriye."

    Li ser pirsa ‘We got Fransa dixwaze cardin rola xwe li Rojhelata Navîn de bileyîze û di pirsa Efrînê de me FrAnsa hinekî baştir ber bi Sûriyê hat, Hûn vê gava li hember Kurdên Rojavayê Kurdistanê çawa dinirxînin?' Dolemerî got "bi rastî gelê Fransayê û gelê kurd li her çar perçeyên Kurdistanê peywendiyeke dîrokî heye û Fransa dixwaze pirsgirêka kurdan li her çar perçeyan bi rêya diyalog û aştiyê bihê çareserkirin û bi taybetî Suriyê bo Fransa gelekî girîng e, ji ber ku di sala 1923yan de Suriyr beşek bu ji xaka di bin kontrola Fransayê û niha Fransa cardin dixwaze vegere bo Suriyê û rol hebe di çareseriya kirîza Sûriyê de û mafê kêmnetewe û olan jî bi parêze bi taybetî mafên kurdan."

    Bi heman mijarî:

    Ebadî: Heke gendelî nebûya herêma kurdistanê rastî vê kirîza aboriyê nedihat
    Dibe ku xelata Nobelê ya 2018an îsal neyê dayîn
    Tîma milî ya Swêdê: Îbrahîmovîç di kadroya Kûpaya Cîhanê de tune ye
    Çar taybetmendiyên nû yên Googleê
    Mattis: Amerîka bi alikariya welatin herêmê şerê li Sûriyeyê berfirehtir dike
    Pêşniyaza tifaqê ya Baydemir ji aliyê partiyên kurd ve bi erênî hat pêşwazîkirin
    Etîketan:
    Peywendiyên Fransa û Kurdistanê, Nûnerên Hikûmeta Herêmê li Parîsê, Dr. Elî Dolemerî, Kurdistana Îranê, Kurdistan, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de