07:59 25 Gulan 2018
    Dayîka Kemal Secan Kurkut, Parêzer Reyhan Y. Baydemir, Parlamentera HDPê Sibel Yigitalp

    Dayika Kurkut: Ev çawa edalet e?

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 10

    Dadgehê carek din daxwaza girtina polisê ku Kemal Kurkut kuşt red kir. Dayika Kurkut di danişînê de bertek nîşan da û got "Ev çawa edalet e?"

    Danişîna duyemîn a darizandina polisê Y.Ş yê ku di Newroza 21ê Adara 2017an ya li Amedê ciwanê bi navê Kemal Kurkut kuşt, îro hat dîtin. Danişîn li 7emîn Dadgeha Cizayê Giran a Amedê hat kirin û dayika Kurkut, Secan Kurkut û birayê wî Ferhat Kurkut, xizmên Kurkut, Parlamentera HDPê ya Amedê Sibel Yigitalp, Alîkarê Hevserokên Giştî yê ÎHDê Raci Bilici, rêveberên HDP û DBPê danişînê şopandin. Dema dozê li derdor û hundirê edliyeyê tevbîrên ewlehiyê hatin stendin.

    DAYIKA KURKUT: EV ÇAWA EDALET E?

    Di danişînê de parêzera malbatê Reyhan Yalçindag Baydemir mafê axaftinê girt û xwest mafê axaftinê bidin dayika Kurkut, Secan Kurkut. Secan Kurkut destê xwe li maseyê da. Di vê kêliyê de dadger ji dayikê re got: "Destê xwe li maseyê nede." Dayik Kurkut axaftina xwe domand û got: "Ev çawa edalet e? Kemal çi kiribû? Cizayê Kemal çibû? Bêlesebep li Kemal dan. Ceza bila ne ji we bila ji Xwedê bê. Bila xwedê bela xwe bide wî qatilî."

    Serokê dadgehê dîsa axaftina dayika Kurkut birî û got "temam temam" û xwest dayik ji salona dadgehê derkeve. Dayika Kurkutî ji salonê derket.

    POLÎSÊ BERSÛC: KES NIKARE BI KÊRÊ BIKEVE QADÊ

    Bersûcê bûyerê polîs Y.Ş. jî parastina xwe kir û xwest xwe ji bûyêrê rizgar bike. Y.Ş. xwe mafdar derxist û got ku kes nikare bi kêrê bikeve qadê. Y.Ş. bûyerê ji nedîtîva hat û Kurkut sûcdar kir. Piştî axaftin û parastinan şanda dadgehê daxwaza girtina bersûcî carek din red kir û ji bo kêmasiyên dosyeyê bêne temamkirin, danişînê taloqî 20ê îlonê kir.

    YIGITALP: BERSÛC TÊ PARASTIN

    Parlamentera HDPê Sibel Yigitalp têkildarî dozê de destnîşan kir ku redkirina daxwaza girtina bersûc edalet û hiqûqê serûbin dike û li gel bûyer pir şîrove hat kişandin û hat dîtin jî lê bersûc hêj bi alîgiriya darazê nayê girtin.

    Bi heman mijarî:

    'HSDê daxwaza vekirina nûneritiyekê li Amerîkayê kir, Tirkiye bifikar e'
    Generalê amerîkî: Balefirên Amerîkayê li Sûriyê rastê astengiyên parastina hewayî tên
    'Polîsê Kemal Kurkut kuştibû îsal dîsa li Newrozê kar dike'
    Dadgehê daxwaza girtina polisê kujerê Kurkut carek din red kir
    Polîsê ku Kemal Kurkut kuşt vegeriyaye ser wezîfeya xwe
    Hawara dayika Kurkut: Ti sûcê wî tune bû, we çi ji Kemalê min çi xwest
    Dozger xwest ku kujerê Kurkut were girtin, dadgehê qebûl nekir
    Polisê kujerê Kemal Kurkut sibe derdikeve pêşberî dadgehê
    Parêzera Kurkut ku li Amedê hat kuştin: Kefa mêzênê carek din şaş bû
    Ji bo polîsê ku Kemal Kurkut kuşt, cezaya muebetê hat xwestin
    Etîketan:
    edalet, Doza Kemal Kurkut, Daraz, Doz, Raci Bilici, Dilek Ocalan, Sibwl Yigitalp, SeCan Kurkut, Kemal Kurkut, Tirkiye, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de