11:45 23 Gulan 2018
    TSK, Afrin

    'Rûsyayê Tirkiye hişyar kir eger nêzî Amerîkayê bibî, em ê we ji Efrînê derxin

    © AP Photo / Burhan Ozbilici
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 30

    Nûnerê HDPê li Konseya Ewropayê Yagizay ragihand ku Salih Muslim ji bo agahiyan li ser operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê bide hatibû vexwendin. Yagizay diyar kir, helwesta Tirkiyeyê ji êrîşa Amerîkayê ya li ser Sûriyeyê bandor li tifaqa Rûsya û Tirkiye kir û Rûsyayê Tirkiye hişyar kir, eger bêtir nêzîkî Amerîkayê bibe, dê wê ji Efrînê derxînin.

    Berpirsê Têkiliyên Karê Derve yê TEV-DEMê Salih Muslim doh li Meclîsa Parlementoya Konseya Ewropayê axivîbû û diyar kiribû ku operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê bi xwe re texrîbatên mezin anîn herêmê. Li ser vê yekê şanda Tirkiyeyê ya li Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) bertek nîşanî civîna Salih Muslim dabû û biryara vegera Tirkiyeyê dabû û Konseya Ewropayê şermezar kiribû. Nûnerê HDPê yê li Konseya Ewropayê Fayik Yagizay civîna doh ya Salih Muslim ji Sputnik Kurdistanê re nirxand û diyar kir ku Muslim hatibû vexwendin da ku agahiyan derbarê operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê de û rewşa ku niha derketiye holê bide Konseya Ewlehiya Ewropayê.

    ‘OPERASYONA LI DIJÎ EFRÎNÊ DIBE WERE ŞERMEZARKIRIN'

    Yagizay wiha pê de çû: "Salih Muslim ji aliyê cîgirê grûba çep ve hatibû vexwendin ji bo li Konseya Ewlehiya Ewropayê civînekê li dar bixe. Him endamên Konseya Ewropayê him Sekreteriya Konseya Ewropayê û him jî rayedarên Konseya Ewropayê xwestiye ku Muslim wan derbarê operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê de, rewşa ku niha derketiye holê agahdar bike. Lewre Konseya Ewlekariya Ewropayê jî niha raportor ji bo lêkolînê tayîn kirine. Ji bo vê jî Salih Muslim hat vexwendin û civînekê bi qasî saetekê hat lidarxistin. Li ser rewşa Efrînê heta niha ti rapor li Konseya Ewropayê nehatiye amadekirin, lê roja pêcşemê li ser tevahiya rewşa Sûriyeyê wek lezgîn dê civînek bê lidarxistin. Piştî vê jî îhtîmaleke mezin e ku derbarê vê mijarê de biryarek derkeve. Lê heta niha ti rapor nehetiye amadekirin. Em bawer dikin ku biryareke operayona li dijî Efrînê û êrişa kimyewî (Ku tê îdiakirin li Xutaya Rojhilata hatiye bikaranîn) werin şermezarkirin."

    Nûnerê HDPê yê li Konseya Ewropayê da zanîn ku heta niha tiştekî zelal derbarê bikaranîn çekên kimyewî de tine ye û ji bo vê yekê jî nizane dê biryareke çawa ji civînê derkeve. Herwiha Yagizay destnîşan kir ku ji bo pêvajoya hevdîtînên Cenevreyê derxin pêş, dê di civînê de bang bê kirin. Îhtîmaleke mezin e ku di civîna roja pêncşemê de siyaseta Rûsya, Îran û Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê bê rexnekirin.

    ‘RÛSYA HIŞYARIYEKÊ DA TIRKIYEYÊ, EGER TI NE LI CEM ME BÎ EZ Ê TE JI EFRÎNÊ DERXIM'

    Li ser daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê ku gotibû divê Tirkiyeyê êdî ji Efrînê vekişe Yagizay axivî û got: "Niha Rûsya û Tirkiye ji hev bawer nabin û her du alî jî baş dizanin ku têkiliyê wan ên niha taktîkî ne û li gorî berjewendiyên rojane ne. Piştî êrişa Amerîka, Fransa û Brîtanyayê li Sûriyeyê pêk hat, tifaqa di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de hejiya. Em dikarin bibêjin ku hêj bi temamî xirab nebûye, lê derbeyek xwar. Lewre Tirkiye piştgiriya êrişê kir, Rûsya û Îran jî bi temamî li dijî vê êrişa koalîsyona Amerîka, Fransa û Brîtanyayê derketin. Ez ne bawer im ku pêvajoya Astanayê êdî wek berê bimeşe. Rûsya jî li gorî berjewendiyên xwe tevdigere û nêzîkbûna Tirkiyeyê ber bi Ewropayê ve, Rûsyayê aciz dike. Em dikarin bibêjin Rûsyayê hişyariyek daye Tirkiyeyê û jê re gotiye, 'ew tiştên ku me û we bi hev re danîne, yan em ê bi hev re bimeşînin an jî em ê bidin rawestandin'. Tirkiye bi destûra Rûsyayê ket Efrînê. Rûsya di vir de dibêje eger tu ne li cem me bî û tu bi Amerîka û Ewropiyayê re tevbigerî, em ê te ji wir derxin. Tirkiye jî dibêje eger tu min ji Efrînê derxî, ez ê bêtir bi Amerîka, Ewropa û NATOyê re tevbigerim, têkiliyên xwe baştir bikim".

    ‘TIRKIYE NIHA DI GELEK ZEHMETIYAN DE YE'

    Yagizay wiha dewam kir: "Niha siyaseta ku li wir tê meşandin rojane ye. Tirkiye jî niha di zehmetiyekê mezin de ye. Lewre têkiliyên Tirkiye yên stratejîk bi Amerîka, Ewropa û NATOyê re hene. Lê niha Tirkiye taktîkên rojane bi Rûsya û Îranê re danîne. Tirkiye bi vê siyasetê nikare heta dawî bimeşîne. Dema Tirkiye têkiliya xwe bi Rûsyayê re qut bike û têkliyên bi Amerîka û NATOyê re bi pêş de bixe, dibe ku tesîrê li Amerîka, Fransa û Brîtanyayê bike. Lê ez bawer nakim ku welatên endamên NATOyê kurdan li erdê bixin û bibêjin, 'em bi temamî piştgiriya Tirkiyeyê bikin çimkî; kurd nabêjin em welatekê serbixwe dixwazin, dibêjin ku em ji parçeyekê Sûriyeyê ne û ji bo mafê mirovan Sûriyeyekê federal dixwazin. Eger Tirkiye bangî NATOyê bike û alîkariyê bixwaze û Amerîka, Fransa û Brîtanya siyaseta xwe ji bo vê yekê biguherînin siyaseta pêşeroja Sûriyeyê wê têkeve merheleyekê din. Wê çaxê Rûsya dê siyaseta xwe ji bo avakirina Sûriyekê têxe destê xwe, dê siyaseta Amerîka û NATOyê li wir bikeve tengasiyê. Ev balansekiye û niha jî siyaset li vê balansê dimeşê."

    Bi heman mijarî:

    ‘Li Efrînê talan û yexmeya malên kurdan berdewam e'
    Rûsya: Ji milîtan û malbatên wan 117 kes ji bo Efrînê hatin şandin
    Çekdarên Siltan Mûrad gelê Efrînê ji gundên wan derdixîne
    'Di nav 24 saetan de hezar û 500 ereb derbasî Efrînê bûne'
    Rêveberiya Rojava encamên şerê Efrînê bi raporekê eşkere kir
    Etîketan:
    kurd, operasyon, Sputnik, Fayik Yagizay, Salih Muslim
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de