20:59 22 Gulan 2018
    Amed a ku bi jiyana tevger û rengîn tê naskirin di vê pêvajoyê de bi bêdengiya xwe baldikşîne.

    Amedî ji bo hilbijartinan çi dibêjin û kê weke namzet dixwazin?

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 10

    Li Tirkiyê hemû partiyan dest bi xebatên xwe yên hilbijartinan kirin. Gelo li bajarê kurda rewş çawa ye, li kolanan gel çi dibêje û dixwaze kî bibe namzet? Weke Ajansa Spûtnîk Kurdistanê li kolanên Amedê em li bersiva van pirsan geriyan.

    Piştî daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan ku got: "Biryar hat dayîn ku dê di 24ê hezîrana 2018an roja yekşemê hilbijartin pêk bê" hemû partiyan dest bi xebatên xwe yên hilbijartinê kirin. Li gorî nêrînên şirketên rapirsiyê di hilbijartinê de dengên kurdan dê qedera vê hilbijartinê nîşan bide. Her wiha di nava kurda de pêşketinên nû jî derdikevin holê. Yek ji wan Huda-Par û Partîya Saadetê ye. Herdu partiyên ku di hilbijartinên borî de li bajarê kurda piştgirî dan AKPê divê hilbijartinê de cuda difikirin û nêrîna xurt ew e ku vê car piştgirî nadin. Gelo li bajarê kurdn rewş çawa ye û li kolanan gel çi dibêje? Weke Ajansa Spûtnîk Kurdistanê li kolanên Amedê em li bersiva van pirsan geriyan.

    LI KOLANÊN AMEDÊ DAXWAZA NAMZETBÛNA DEMIRTAŞ DERDIKEVE PÊŞ

    Sûrên Amedê - Hilbijartin
    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Sûrên Amedê - Hilbijartin

    Li kolanên Amedê gotubêjên hilbijartinan destpêkirî ye. Li qehwexaneyan, park û kargehan mijara hilbijartinê tê nîqaşkirin. Li Parka Koşuyolê ya Rezan hinek welatiyên ku di navbera xwede behsa hilbijartinan dikirin me guhdar kir. Welatiyê bi navê Huseyin têkildarî hilbijartin û namzetan de wiha dibêje:

    "Hemû gel dixwaze Selahattin Demirtaş bibe namzet û were serbest berdan. Divê gelê kurd hemu bi yekbin û dengê xwe bidin Selahattin. Heger em helwestek wiha nîşan bidin wê Selahattin azad bibe. Êdi bes e werin em bi yekbin. Hemû gelê kurd di bin zilmê de ye lê haya tu kesî ji wan tune ye. Ez bawer dikim ku wê dengê HDPê gelek zêde bibe. Gelê kurd êdi rûyê AKPê li her deverê dît û vegeriya xwe. Li Efrînê jî rastîya AKPê dît. Ji ber wê dengê AKPê wê gelek bikeve. Ma kurdên Efrînê çi kiribû ji wan ku çûn êriş kirin û dest danîn ser mal û milkê wan? Ev zilm e. Em zanin ku meseleya wan kurd in, heger kurd li ku bin wê herin wir û li dijî wan bisekinin."

    ‘WÊ DENGÊ AKPÊ PIR BIKEVE'

    Mijara hilbijartinan me ji ciwanê bi navê Murat ku li parkê bi hevalên xwe rûniştibû pirs kir û ev tişt gotin: "Êdi bawerîya me bi hilbijartinê nema ye. Em hildibijêrin ew digirin, em hildibijêrin ew qeyûm tayin dikin, ê ka em çi bikin? Bes e ev neheqî. Ez bawerim divê hilbijartinê de jî dê carek di HDP bi serkeve û wê dengê AKPê pir bikeve. Ji bo dengê HDPê nekeve divê Selahattin Demirtaş bikin namzet. Heger ew nekin namzet wê dengê HDPê jî pir bikeve. Ez bi xwe heger Demirtaş nekin namzet ez naçim ser sindoqê. Dikarin ceze bidin û pêşiya Selahattin jî bigirin. Herdem tiştên wiha me dît. Heger ji bilî Demirtaş kî were vala ye. Gel ji Demirtaş heskir û jê bawer kir. Heger ew negirtina niha gelek tişt çareser kiribûn. Ew girtin û asteng kirin.

    ‘GELEK NEHEQÎ LI KURDAN KIRIN'

    Piştre ciwanê bi navê Azad tevlî axaftinê bu û ew jî wiha axivî: "Gelek neheqî li gelê kurd dikin. Kurdan weke dijmîn dibînin û êrişî wan dikin. Ji ber çi wiha dikin? Em mihtacî wan in ew jî mihtacî me ne. Çima şer heye, ji bo çi em hev dikûjin? Şerê li Surî li ber çava ye, ji ber wê divê ev şer were rawestandin. Ji ber şerê li dijî kurda wê dengê AKPê gelekî bikeve. Her tişt li ber çava ye, li Efrînê jî êrişî kurda kirin. Kurd li mala xwe runiştine lê ew êriş dikin. Mafê gelê kurd nasnakin. Li her qadê ev heye. Ka bêjin bila kur dli dijî vê çi bikin? Ji ber em kurd in zilmê li me dikin. Ez dixwazim Selahattin Demirtaş bi namzet be. Heger ew be wê bandorek mezin bike."

    DENGDARÊ AKPê: VÊ CARÊ EZ DENG NADIM

    Li taxa Ofisê cotkarê bi navê Mustafa dibêje ku ew dengdarê AKPê bû lê vê carê deng nade AKPê. Mustafa sedema dengnedanê wiha dibêje: "Li gorî mi heger kî be bila bibe lê bila dema wî ya desthilatdariyê 10 salan derbas neke. Bes e ev çend sal çêbu, divê were guhrtin. Ji bo hilbijartinê ji berê de li hevkiribun û organize kirin. Li gorî mi wê dengê AKP û HDPê jî bikeve. Ji ber ku şer çêbû û xwîn rijiya."

    ‘KURD ÊDÎ DENG NADIN AKPê'

    Hinek welatî mijara Rewşa Awarte (OHAL) jî rexne dikin û ji ber hilbijartina ku dê di vê demê de pêk were bi fikarin. Li Qada Şêx Said a Amedê welatiyê bi navê Orhan têkildarî mijarê wiha dibêje: "Bi vê hilbijartinê re dê aborî hîn xerabtir bibe. Dê Rewşa Awarte daîmî bikin. AKP-MHP dê vê hilbijartinê winda bikin. Tu şensekî wan tune ye. Dê hilbijartineke ne bi ewle be. Partiyên muxalif divê hêzeke hevpar ava bikin û ji bo ewlekariya hilbijartinê bên erkdar kirin. Hikûmeta AKPê bi hilbijatinên di demên xwe de kirin tim pesnê xwe dida, lê rastî ne wisa ne. AKPê jî wexta xwe derbas kiriye. Kurd êdî deng nadin AKPê. Ez dixwazim Selahattin Demirtaş bikin namzet. Heger ew bibe wê bandorek mezin li ser dengê kurdan bike."

    Bi heman mijarî:

    Serokê şîrketeke anketan: Rêjeya dengê Selahattin Demirtaş ji %15 ye
    'Demirtaş, bi erênî li namzetiya serokomariyê dinhêre'
    Selehattin Demirtaş: Bi qasê mohrekê canê wan maye
    Demirtaş: Hibijartina pêşwext bivênevê ye, helwesta HDPê dê encamê diyar bike
    Biryara berdewamiya girtina Demirtaş hat dayîn
    Demirtaş: Yên ku dê hilbijartinên serokomariyê diyar bikin, em in
    Namzedê HDPê yê serokomariyê Demirtaş e an?
    Parlamenterê CHPê: Demirtaş samîmî bû, loma îro di girtîgehê de ye
    Demirtaş: Ji bo ku xendekan têxin stûyê me, çapemeniyê axaftinên me nedan
    Selahattin Demirtaş ji girtîgehê peyamek şand
    Etîketan:
    Raya Gelên Amedê, Raya Gel, Hilbijartinên Pêşwext, Nêrîn, hilbijartina parlamenê, AKP, HDP, Sertaç Kayar, Selahattin Demirtaş, Recep Tayyip Erdogan, Amed, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de