04:31 28 Gulan 2018
Mistefa Bali

HSD: Operasyona li dijî DAIŞê ya li Dêre Zorê dest pê nekir

© Sputnik / Hikmet Durgun
Nêrîn
Lînkê kurt
0 11

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku pêşengiya wê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dike operasyona xwe ya li dijî DAIŞê rawestandibû, dihat gotin ku li Dêre Zorê ew dê dîsa dest bi operasyona li dijî DAIŞê bike lê operasyonê dest pê nekir.

Hikmet Durgun

Berdevkê Çapemeniyê yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî ji Spûtîkê re axivî û da zanîn ku HSDê li Dêre Zorê li dijî DAIŞê tu operasyon nedane destpêkirin.

Li gorî agahiyên berdest HSD ya ku pêşengiya wê YPG dike ji ber şerê Efrînê hêzên xwe yê li rojhilatê Dêre Zorê kişandibûne Efrîne. Medya erebî îdiâ kiribû ku HSD dê cardin dest bi operasyona li dijî DAIŞê bike lê Hêzên HSDê ev agahî pişt rast nekir.

‘ÎDIAYA KU DÊ DI DEMEKE NÊZ DE LI DIJÎ DAIŞÊ OPERASYONEK WERE DESTPÊKIRIN NE RAST E’

Têkildarî mijarê Berdevkê Çapemeniyê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî ji Spûtnîkê re axivî. Balî li ser îdiayên ku HSDê dê li Dêre Zorê operasyona li dijî DAIŞê cardin bide destpêkirin got, ne rast e. Herwiha Balî teqez kir ku di warê destpêkirina operasyona li dijî DAIŞê tu daxuyanî nedane. Îdiaya ku dê di demeke nêz de li dijî DAIŞê operasyonek were destpêkirin ne rast e.

Hêjayî gotinê ye ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Adara bihûrî ji ber operasyona artêşa Tirkiyê li dijî Efrînê operasyona xwe ya li dijî DAIŞê rawestandibû.

Bajarê Dêrê Zorê yê li qeraxa çemê Firatê sala 2014an ketibû destê DAIŞê. Bajar par ji aliyê artêşa Sûriyê ve ji DAIŞê hatibû paqijkirin. HSDê li bejahiya rojhilatê bajêr li hemberî DAIŞê têdikoşiya.

Bi heman mijarî:

HSD: operasyona li dijî DAIŞê car din dest pê dike
HSD dibe bi artêşa Iraqê re operasyoneke hevpar li dar bixe
HSD: Haya me ji plana vekişandina Amerîkayê ji Sûriyeyê tune ye
HSD ji bo gotinên Trumpî: Kesî em agahdar nekirine û gotin ne zelal in
HSD: Tirkiye li Efrînê Helebceyeke nû pêk tîne
HSD: Ji ber Efrînê operasyona Dêre Zorê ya li dijî DAIŞê rawestiya
Etîketan:
Daxuyanî, Operasyon, Operasyona li dijî DAIŞê, Operayona li dijî DAIŞê, Artêşa Sûriyê, YPG, HSD, Berdevkê Çapemeniyê yê Hêzên Sûriya Demokratîk, Mustafa Balî, Dêre Zor, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de