16:45 20 Gulan 2018
    Efrîn

    ‘Rûsya û Îran ji Tirkiyeyê daxwaz kirin ku hêza xwe ji Efrînê bikişîne’

    © Sputnik / Khalil Ashawi
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 30

    Siyasedmedarê kurd Hatip Dicle ragihand ku helwesta Tirkiyeyê li dijî referandûma Herêma Kurdistanê û hewldanên astengkirina statûya kurdên li Rojava û êrişa Efrînê dibin sedem ku kurd dengên xwe nedin AKPê. Herwiha Dicle da zanîn ku Rûsya û Îran ji Tirkiyeyê daxwaz kirine ku ji Efrînê hêza xwe vekişîne.

    Serokomarê Tirkyeyê Recep Tayyip Erdogan di 18ê Nîsanê de diyar kiribû ku wan biyara hilbijartina pêşxwex daye û dê hilbijartin di 24ê Hezîrana 2018an de bê lidarxistin. Siyasedmedarê kurd Hatip Dicle li ser biryara hilbijartina pêşxwet, helwesta dengdêrên kurdan li himberî hikûmeta Erdogan, siyaseta derve ya Tirkiyeyê ji Sputnik Kurdistanê re nirxandin û destnîşan kir ku helwesta Tirkiyeyê di referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê tê zanîn, hewldanên astengkirina bidestxistina statûya kurdên li Rojava û êrişa li dijî Efrînê dê bandor li dengdêrin kurd bike û kurd dê dengên xwe nedin Erdogan.

    ‘XUYAYE ABORIYA TIRKIYEYÊ GELEK XIRAB E'

    Dicle got, diyar bû ku hilbijartineke pêşxwet dê li Tirkiyeyê were kirin. Ev yek dihat zanîn û wiha dewam kir: "Lê vê carê hilbijartineke gelek pêşxwet bû. Niha aboriya Tirkiyeyê gelek xirab e û ber bi xirabûnê ve jî diçe. Hikûmeta Tirkiyeyê di warê aboriyê, betalî, daketina nixên pereyên tirkî û di hin mijaran de gelek di tengasiyê de ye. Herwiha tê dîtin ku ev tabloya niha li Tirkiyeyê tê dîtin dê xirabtir bibe. Hikûmeta Tirkiyeyê rewşa aboriya ku niha tê jiyandin ji ewil ve bi pisporên xwe re dinirxîne. Sedemên aboriyê bandorê li wan kir ku biryarekê wiha bigirin. Lewre aboriya Tirkiyeyê xuya ye di rojên beriya me de gelek xirab bibe."

    ‘ÎRAN Û RÛSYA JI TIRKIYE DAXWAZ KIRIN KU JI EFRÎNÊ DERKEVE'

    Dicle wiha pê de çû: "Sedemeke din jî ev e ku siyaseta derve ya Tirkiyeyê ye bi êrişa Amerîka, Brîtanya û Fransayê ya li dijî Sûriyeyê, Rojhilata Navîn ket qonaxeke nû. Beriya niha jî Îran û Rûsyayê ji Tirkiyeyê daxwaz kirin hêzên xwe ji Efrînê bikşîne. Di vir de Tirkiye êdî fêmkir ku hatiye dawiyê û di hin mijaran de dibe ku hin tavîzan dide, derdikeve holê û ev yek jî bandoreke gelek neyînî li rayegiştî bike. Hikûmetê jî xwest beriya van tiştan hilbijartinê pêk bîne. Him rewşa aboriyê, polîtîkayên derve û him jî lawazbûna AKPê hilbijartineke bi vî şiklî ji xwe re baş dîtin. Wekê ku ti zanîn heta demên dawî jî Erdogan (Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan) digot dê hilbijartina pêşxwet neyê kirin. Lê ev biryara ji nedîve, dide nîşandan ku rojên zehmet li beriya hikûmeta Tirkiyeyê ne."

    HEMÛ DÎKTATOR JI BO MEŞRÛIYETA XWE SERÎ LI HILBIJARTINÊ DIDIN'

    Li ser hinek şiroveyên ku Erdogan vê hiljartinê pêk tîne da ku peyamekê bide cîhanê. Eger bi ser keve, dê bibêje. Gelê Tirkiyeyê piştgiriyê dide min û dê ketina Sûriye û Iraqê meşrû bike wek ku gel piştgiriyê didê Dicle wiha bersivand: "Wekê ku tê zanîn hemû dîktator an bi derbeya leşkerî an jî bi rêyên demokrasiyê ku tên ser kar û pişte jî demokrasiyê ji holê radikin, meşrûyeta xwe dixwazin esas bigirin. Mesele em li hilbijatinên wan welatên ku ji aliyê kesekî ve tên birêvebirin, di hilbijartinan de dengên bilind werdigirin. Mînak li Misrê Sîsî sedî 93ê dengan wergirtir, li Azerbaycanê Aliyev nêzî sedî 80ê dengan wergirtin. Ev kes ji bo meşrûiyeta xwe bidin nîşanê cîhanê, serî li rêbazên wiha didin. Rêbaza Erdogan ya ji bo meşrûiyetê jî normal e. Çimkî Erdogan li Tirkiyeyê demokrasiyê ji holê rakiriye, herdiçe ku faşîzmê dixe nav dewletê. Ji bo vê yekê jî ev dîktator ji bo li hemberî cîhanê xwe meşrû bidin nîşandan, dibêjin gel li pişt me ye."

    ‘GOTINA EM Ê MESELEYA KURD ÇARESER BIKIN, PIŞTGIRIYEKÊ MEZIN DIDÎT'

    Li ser pirsa di hilbijartina pêşxwet de helwesta kurdan dê çawa bibe siyasedmedarê kurd wiha bersivand: "Ni tiştek wiha heye li bajarên kurdan dengdêrên AKPê hebûn. Li her derê zêde kêm AKPê piştgiriyekê distan da. Bi taybetî di civaka îslamîstan de Erdogan piştgiriyekê baş didît. Herwiha gotinên em ê meseleya kurdî çareser bikin, pirsgireka elewiyan çareser bikin û em ê pisrgirekên demokrasiya Tirkiyeyê çareser bikin eleqeyeke baş didît. Bi rastî jî bi vê siyasetê demeke dirêj ji xwe re piştgirî dîtin. Lê di çend salên dawî de çawa Îttihat Teraqî berî osmantiyê parastin, piştre jî îslamîstî û herî tirkperestî bikar anîn, niha jî AKP heman rêbaz bikar tîne. Berî xwe wek partiyekê demokrat da nîşandan, heta em dikarin bibêjin ku li Tirkiyeyê piştgiriya lîberalan jî bidestxistin. Lê piştre polîtîkaya îslamîstî bikar anîN, lê herî dawî tirkperestî bikar tîne. Mînak helwesta Tirkiyeyê di referandûma serxwebûna Kurdistanê de tê zanîn, hewldanên asteng kirina bidestxistina statûya kurdên li Rojava û êrişa li dijî Efrînê tê zanîn. Êdî kurd dibînin ku ferqa Erdogan ji partiya nîjadperestî ya tirk nemaye (MHP). Em dê hilbijartinê de jî bibînin ku kurd dengên xwe êdî nedin AKPê. Em ê bibînin ku kurd piştgiriya AKPê nekin.

    Bi heman mijarî:

    Foreign Policy: Tirkiye yek ji wan e, ihtimala şerekî di navbera du welatên NATOyê de heye
    Fermandarê amerîkî: HSDê dîsa bibandorbûna xwe îsbat kir
    Mamoste Ayşe bi pitika xwe Deran ya 6 mehî ve ket girtîgehê
    ‘Di hilbijartinê de wê kîjan partî çikas pere ji xezineya dewletê bigire?’
    Etîketan:
    deng, kurd, hilbijartin, Sputnik, Hatip Dicle
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de