11:51 23 Gulan 2018
    Ala Kurdistanê Protestoya li Ewropayê

    ‘Kurd nizanin ji bo xwe bixebitin, tiştên stratejîk naxwazin, pereyan dixwazin'

    © AFP 2018 / John MACDOUGALL
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor, Mustafa Zengin
    0 53

    Serokê Navenda Rewşenbîrî ya Kurdî li Moskowê Hewlêrî got, xebata kurdan a 100 salan ji bo Kurdistanê bû, ne ji bo ku tirkmen, asûrî, ermen û sûryaniyan azad bikin. Lê kurd nizanin ji bo xwe bixebitin. Mînak, gava diçin li Moskowê, rûdinên, ji rêzê diaxivin, tiştekî nabêjin. Pereyan dixwazin. Mînak, PKK û PYD dibêjin, em dewletê naxwazin."

    Serokê Navenda Rewşenbîrî ya kurdî li Moskowê Aram Hewlêrî li ser mijara hebûna Amerîkayê li Sûriye û Iraqê, siyaseta kurdan a li herêmê û daxwaza dewletekî kurdî û nakokiyên di navbera kurdan de ji Sputnik Kurdistanê re axivî û diyar kir ku ji ber axa kurdan bê xwedî ye, herkes dixwaze li ser axa kurdan tiştek bike.

    ‘AMERÎKA JI HERÊMÊ REVIYA Û KURDISTAN CAREKÊ DIN RADESTÎ DIJMINÊ XWE KIR'

    Hewlêrî da zanîn ku xuya dike ku ev şerê li Sûriyeyê tên kirin, şerekî ji bo berjewendiyê ye û got: "Ji ber ku Amerîka li herêma Rojhilata Navîn ne xwediyê tiştekî mezin e. Bi vî şerî dixwaze bibêje, ez heme. Li Kurdistana Sûriyeyê petroleke zêde heye û nizane ku çawa dagir bike. Dagirkirina wir jî tiştekî ne maqûl e, nabe ku miletek li ser axa dijî û tu diçî welatekî wekî Tirkiyeyê bînî, Efrînê dagir bikî. Tu biçî dijminê xwe bînî Kerkûk û herêmên din bigirî û ji sedî 51ê Kurdistanê dagir bikî, ji carekê ve bidî dijminê xwe. Ev ne tiştekî maqûl e. Bi rastî Amerîka ji Iraqê reviya, ne vekişiya û piştre jî Kurdistanê carekî din ji dijminê xwe re hişt."

    ‘KURD JI BO BERJEWENDIYÊN XWE DIVÊ KARIBIN BI ŞEYTAN RE JÎ LI HEV BIKIN'

    Serokê Navenda Rewşenbîrî ya kurdî li Moskowê wih pê de çû: "Di siyaseta kurdan de pirsgirêkeke mezin heye. Divê kurd bi giştî siyasetê bikin, nabe li gorî berjewendî û meslehetên xwe kar bikin. Mesela, gava em li PYDê û PDKê binêrin. Qet yek ji wan jî bi awayekî maqûl di navbera xwe de yekgirtinekê çênakin. Nabe li Başûr û Rojavayê Kurdistanê her kes wekî dijayetiya hev li hevdu binêrin. Her yekî ji wan perçeyek Kurdistanê dagir kiriye. Divê em rastiyê bibêjin. Ji ber ku ev Kurdistan e, milkê kurdan e. Her du partî jî partiyên Kurdistanî ne. Ti maneya xwe tune ye ku her yek sînorekî ji xwe re deyne û rê nede ku ne ew biçe cem yê din, ne yê din were cem wan. Ev pisrgirêkeke pir û pir mezin e. Divê kurd berjewendiyên xwe biparêzin. Ji bo berjewendiyên xwe divê karibin bi şeytên re jî li hev bikin. Nabe em bidin pey stratejiyan."

    ‘DIVÊ KURD GIRÎNGIYÊ BIDIN AZADIYA XWE, NE TIRKMEN ASÛRÎ ERMEN Û EREBAN AZAD BIKIN'

    Hewlêrî destnîşan kir ku demokrasî û sosyalîzm ji xwe di wextên xwe de hatine çêkirin. Ji bo berjewendiyên xwe yên taybet, ji bo desthilatiya xwe ya li ser dinyayê. Lê kurd gelekî feqîr in. Bawer dikin ew stratejî tiştekî pir û pir mezin e. Yanî parastina sosyalîzmê ji aliyê PYD û PKKê ve tiştekî şaş e. Yanî bila ne miletê kurd xelat bikin, ne jî bila xwe xelat bikin. Demokrasiya PDK dike jî tiştekî ecêb e. Ji ber ku em ji bo belavkirina demokrasiyê ya li Iraq û Rojhilata Navîn nehatine. Di nav zêdetirî 100 salên borî de xebata me, ji bo azadiya kurd û Kurdistanê bû. Me bi milyonan şehîd dane. Em nehatine ku li Başûr û Rojava Tirkmen, Asurî, Ermen û Siryaniyan azad bikin û girîngiyê bidin wan. Heta ku em girîngiyê nedin xwe, nabe em girîngiyê bidin yên din. Wexta wekî wan welatê me jî çêbû, bila hemî dinya were bê pirsgirêk lê bijî. Wê gavê em ê Kurdistanê wekî welatê hemû kesan bibînin, ne tenê welatê Tirkmen û Ermenan. Ez bi xwe mamsoteyê dîrokê me. Bi rastî Tirkmen û Asûrî bi xwe kurd in. Tenê kurdên xwefirotî ne. Heta ku di sala 1882ya de Brîtanya û Ewropa diçe Kurdistanê perçe dike, ti miletekî ku bibêje ‘ez miletekî din im' li Kurdistanê tune ye. Bi Xwedê hemû kurd in lê kurdên xwefirotî ne û li dijî kurdan dixebitin."

    ‘KURD NIZANIN JI BO XWE BIXEBITIN, BERIYA HER TIŞTÎ PERE DIXWAZIN NE TIŞTÊN STRATEJÎK'

    Li ser pirsa gelo piştgirîdayîna Tirkiyeyê bo êrişa Amerîka, Brîtanya û Fransayê li dijî Sûriyeyê dê bandoreke çawa li têkiliyên bi Rûsyayê re bike Hewlêrî got: "Rûsya bi xwe ne li dijî kurdan e. Rûsya çi dike? Rûsya hewl dide Tirkiyeyê ji destê Amerîka û NATOyê derxîne û dixwaze her tim bike perçeyek ji aliyê xwe. Di heman demê di navbera Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê de bi serokatiya Rûsyayê peymanek heye. Ev ji bo wan tiştekî mezin e. Dixwaze wan herêman bigire ber destê xwe û bawer dike Amerîka gelekî lawaz e ku nikare wan herêman birêve bibe. Îcar ev yek ji bo kurdan bû tiştekî negatîf. Lê mixabin kurd nizanin ji bo xwe bixebitin. Mesela kurdên li Moskowê, gava diçim li cem wan rûdinim, ji rêzê diaxivin, tiştekî mezin nabêjin. Mesela çi dixwazin? Pereyan dixwazin. Eger rûs werin bibêjin, "herêmeke mezin di destê me de ye. Kurdistana Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava di bin destê me de ye, fermo, kerem bikin, werin bi me re li hev bikin û hûn çi dixwazin, em amade ne ligel we bin', lê kurd wê nexwazin. Mesela PKK, PYD wê bibêjin em dewletê naxwazin, an li Kurdistana Başûr a divê dewletê îlan bike, wê qet carekê behsa dewletê nekin. Û îcar meseleya Tirkiyeyê. Hûn dizanin Tirkiye bi eslê xwe ne Tirk e. Ev Tirkiyeyê birêve dibin jî, bi xwe ne Tirk in. Sînorê tirkan ê rastîn, Tirkmenistan e. Ji ber ku ew kes in ku bejna wan kurt e, çavên wan biçûk in. Erdogan bi xwe laz e. Yanê beşek ji Gurcuyan e. Îcar Kurdistan bê xwedî ye. Her kes dixwaze tiştekî jê ji xwe re bigire. Herêmên kurdan bê xwedî ne, herkes dixwaze lê tiştek bike."

    Bi heman mijarî:

    'Gelê kurd ne kirêgir û penaberin, xwediyê welat û ji gelên damezrînêr in'
    2 hunermendên navdar ên kurd ji bo Husên Penahî bangî piştgiriyê kir
    ‘Tirkiye ji bo ku kurd li herêmê statuyekê bi dest nexin temînat dan hinek welatan'
    Îranê malbata girtiyê kurd ku biryara îdamê dabûyê jî girtin
    '3 birayên kurd di encama bombebarana artêşa tirk de jiyana xwe ji dest da'
    Etîketan:
    Kurdistan, kurd, Sputnik, Aram Hewlêrî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de