11:09 24 Gulan 2018
    Hewlêr-Hilbijartin

    'Neh partiyên kurdî li Mûsilê tev li hilbijartinan dibin lê tenê YNKê vegeriyaye'

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Sê partiyên siyasî yên kurdî, PDK, YNK û Hevpeymaniya Demokrasî û Dadweriyê, du partiyên kurdên şebek û çar partiyên kurdên êzidî li parêzgeha Mûsilê tev li proseya hilbijartinên Parlamanetoya Iraqê dibin ku bi tevahî dibin neh partiyên kurdî.

    Li parêzgeha Mûsilê neh partî li parêzgeha Mûsilê tev li hilbijartinên parlamentoya Iraqê dibin ku sê ji wan partiyên siyasî yên kurdî ne û yên mayî jî yên baweriyên olî yên cuda ne.

    Berpirsê Medyayê yê Şaxa Partiya Demokrata Kurdistanê(PDK) li parêzgeha Mûsilê Seîd Memozînî ji Sputnik Kurdistanê re ragihand ku heta niha, tenê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê vegeriyaye bajarê Mûsilê û baregeha xwe heye û ji bilî wê, ti partiyek venegeriyaye wê parêzgehê, piştî ku Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ew herêm ji destê DAIŞê derxist."

    Li gorî Memozînî, li gel ku PDK, YNK û çar partiyên êzidî û duduyên kurdên şebek jî li wê parêzgehê tev li hilbijartinan dibin jî lê heta niha ji bilî YNKê ti partiyê baregeha xwe li wê parêzgehê venekiriye û venegeriyaye.

    Li ser çawaniya beşdarbûna PDKê li Mûsilê, Memozînî got ku "PDK bi 61 namzetan berşdar dibe ku ji hemû netewe û olan pêk tê ku kurdên êzidî, şebek, misilman û xiristiyan û ereb jî di nav wan de ne.

    "HETA ÇARENIVÎSA VAN NAVÇEYAN DIYAR NEBE, PDK VENAGERE"

    Li ser sedema bê çima PDK venagere û vekirina baregeha xwe li parêzgeha Mûsilê, Memozînî got," PDK heta niha navçeyên di çarçoveya madeya 140ê de yên parêzgeha Mûsilê, Kerkûk, Diyala û Tîkrît wek navçeyên dagirkirî dizane û heta li ser çarenivîsa wan navçeyan rêkeftinek li gel Iraqê çênebe, dê venegere."

    Bi heman mijarî:

    YNK û PDKê pêşniyara Goranê qebûl nekir
    Nûnerê PDKê: Dibe Kerkûk ji nû ve were standin
    Nûnerê PDKê: Her du alî jî niha li gor agirbestê tevdigerin
    PDKê bangî hemû alî û hêzên kurdistanî kir
    Ji PDKê bo parêzgarê Kerkûkê şertekî nû
    Etîketan:
    kurdên êzidî, YNK, PDK, Diyala, Iraq, Kerkûk, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de