16:46 20 Gulan 2018
    Leşkerên Amerîkayê li Sûriyê perwerdeya leşkerî didin YPG/HSDê

    ‘Amerîka ne ji bo DAIŞê ne jî bo gefên Erdogan hêza xwe li Sûriyeyê zêde dike'

    © REUTERS / Rodi Said
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Piştî ku Amerîka, Brîtanya û Fransa berî çend rojan êrişeke leşkerî bi hinceta ku rejima Sûriyeyê li navçeya Dûmayê ya Xûtaya Rojhilata çekên kimyewî bikar aniye pêk anîbûn. Hin çavdêrên siyasî yên kurd bawerin ku ji ber roleke girîng ên wan welatan li ser rewşa Sûriyeyê hene li Sûriyeyê qonaxeke nû destpkir.

    Çevdêrê siyasî Mamosta Burhan Reuf li Silêmaniyeyê bo Sputnîk Kurdistan raghand ku "Amerîka, Brîtanya û Fransa gurzeke leşekerî li rijîma Sûriya xist, lê hîç guhertinek li helwesta rijima Şamê nekiriye û ez bawerim ku tenê ew gurza leşkerî dibe baştir lê naxin.

    ‘AMERÎKA NE JI BO DAIŞê NE JÎ BO GEFÊN ERDOGAN DAXWAZA BÛDÇEYA TAYBET BO SÛRIYEYÊ DIKE'

    Reuf ji bo Amerîka daxwaza bûdceyeke taybet bo hêzên kurdî li Sûriyeyê dike jî got: "Amerîka niha li bakûrê Sûriyeyê ye û neçare alîkariya hêzên kurdî bike ji bo ku hêzên xwe biparêze, Amerîka vê yekê ne ji bo hebûna metirsiya DAIŞê û gefên Erdogan (Serokomarê Tirkiyeyê) ji bo hebûna xwe ya li Sûriyeyê daxwaz dike.

    Li ser pirsa lêxistina rejima Sûriyeyê gelo guhertineke çawa di têkliyên Rûsya û Tirkiyeyê, welatên Rojava û Tirkiyeyê de çêkiriye Mamosta Burhan wiha bersivand: "Rast e hin guhertin çêkir. Fransa niha hewl dide ku Rûsya Tirkiyeyê ji hev veqetîne. Lewre helwesta Tirkiyeyê di derbarê êrişa Amerîka, Brîtanya û Fransayê nîşan dide ku di têkliyan de guhertin çêbûne û Rûsya jî ji vê helwesta Tirkiyeyê dilgiran e."

    Têkilîdarî mijara bê gelo Tirkiye heta çiqasî dikare sûdê ji rikeberiya navbera Rûsyayê û Amerîkayê de bi dest bixe ku heta niha Tirkiyeyê gelek mifadar bûye mamoste Reûfî diyar kir ku "rast e, Tirkiye gelek sud girtin û Efrîn jî ji bo xatirê vî tiştî bo Tirkiyeyê hat pêşkêşkirin lê ez bawer im, Amerîka û hevpeymanên wê û heta Rûsya jî rê nadin Tirkiyeyê ku him endama NATOyê be û him jî pergala moşekan a S-400ê ji Rûsyayê bikirre."

    Bi heman mijarî:

    Ryabkov: Hemû çekên kîmyevî yên Sûriye bi awayeke baldar hate îmhakirin
    Sûriye: Em şer naxwazin lê li dijî şerekî jî em amade ne
    Sûriye û Îranê dê li dijî êrîşa muhtemel a Amerîkayê kordînasyona xwe zêde bikin
    Sûriye: Ger hatine pisporên kîmyewî dereng bikeve, berpirsyarî ya welatên Rojavayê ye
    Etîketan:
    êriş, kurd, Sputnik, Mamosta Burhan Reuf
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de