02:31 25 Gulan 2018
    Ala Kurdistanê û Iraqê

    'Xiristiyanên Iraqê ji bo 5 kursiyan bi 7 lîsteyan tev li hilbijartinan dibin'

    © Sputnik / Ekrem Altun
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Xiristiyanên Iraq û Herêma Kurdistanê ku ji kildan, asûrî, siryan û ermenan pêk tê bi 7 lîsteyên cuda beşdarî hilbijartinên Parlamantoya Iraqê dibin da ku 5 kursiyên kotaya parlamentoyê bi dest bixin.

    Artêşa Iraqê - operasyon - mûsil - iraq
    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Serokê Partiya Beyt Nehreynê ya Demokrasiya ya Mesîhî li Herêma Kurdistanê Romyo Hekarî derbarê vê mijarê de ji Sputnik Kurdistanê re axift û got, "îro saet şeş bi dema Hewlêrê li bajarokê Enkawayê yê girêdayî Hewlêrê Bangeşeya hilbijartinan a partî û lîsteyên xiristiyanan dest pê dike.

    Herwiha Hekarî diyar kirk u li gorî qanûna hilbijartinan a Iraqê, 5 kursî bi sîstema kotaya bo pêkhateya xiristiyan bi hemû neteweyên xwe hatine diyarkirin û partî û aliyên xiristiyan jî li ser wan 5 kursiyan rikeberiya hev dikin û ji lîsteyên xiristiyanan hemû Iraq di yek bazneyê de ye.

    Hekarî destnîşan kirk u "ji hemû lîsteyên xiristiyanan nêzîkî 60 namzetî hene û partiya wî li gel çar partiyên din lîsteyek pêk aniye û bi navê ‘îtîlaf pêkhate' e ku ji Partiya Beyt Nehreynê ya Demokrasiya ya Mesîhî, Yekîtiya Beyt Nehreyn, Partiya Komunîst û Rêxistina Kild û Asûriyan û Lîsteya Werkayê ya xiristiyan pêk tê.

    Kursiyên ku ji bo xirstiyanan hatiye veqetandin li parêzgehên Duhok, Hewlêr, Kerkûk, Mûsil û Bexdayê ne ku li her parêzgehekê kursiyek heye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Parlamenterê Iraqê: Divê hikûmet li hemberî êrişên Tirkiyeyê helwestê nîşan bide
    Sererkanê Iraqê serdana Şingalê kir
    Artêşa Iraqê hêzeke mezin şand Şingalê
    Di navbera kurdên Êzidî û Artêşa Iraqê de alozî derket
    Erdogan û Trump li ser Sûriye û Iraqê axivîn
    Parlamenterê kurd: Ji bo bicihanîna Destûra Bingehîn a Iraqê Amerîka dixebite
    Etîketan:
    Hilbijartinên Iraqê, Romyo Hekarî, Duhok, Bexda, Hewlêr, Mûsil, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de