17:18 24 Nîsan 2018
    Generalê Amerîkayê Jamie Jarrard li Minbicê

    ‘Amerîka di mijara Minbicê de sînor ji Tirkiyeyê re danî'

    © AP Photo / Susannah George
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (40)
    0 01

    Fehim Işik ragihand ku helwesta Tirkiyeyê ya li ser êrişa Amerîka, Brîtanya û Fransayê li ser Sûriyeyê dê têkiliyên bi Rûsyayê re xera bike. Tirkiye êdî nikare bi van polîtîkayan bi Rûsyayê re heta dawiyê biçe. Herwiha li ser mijara Minbicê jî got, Amerîkayê ji bo vê meseleyê sînor ji Tirkiyeyê re danîne ku êdî nikare operasyonan li wir pêk bîne.

    Amerîka, Brîtanya û Fransa roja şemiyê bi hinceta ku hikûmeta Sûriyeyê li navçeya Dûmayê ya Xûtaya Rojhilatî çekên kimyewî bikar anîne, êrişî Sûriyeyê kir. Tirkiye jî bi zelalî piştgirî dabû êrişa li dijî Sûriyeyê û ragihandibû ku êrişêke derengmayî bû li dijî Sûriyeyê. Gelo ev helwesta Tirkiyeyê dê bandoreke çawa li têkiliyên Tirkiye-Rûsyayê bike. Nivîskar û rojnameger Fehim Işik ji Sputnik Kurdistanê re nirxand û diyar kir ku Tirkiye bi siyaseta xwe ya berê êdî nikara têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re heta dawiyê bibe. Herwiha Işik li ser mijara Minbicê jî axivî û destnîşan kir ku Amerîka di vê mijarê de bersiva Tirkiyeyê daye û sînorekê ji Tirkiyeyê re daniye.

    ‘DENGEYÊN HÛNDIRÊN TIRKIYEYÊ RÊ NADIN KU ERDOGAN DIJBERIYA AMERÎKAYÊ BIKE'

    Işik diyar kir ku helwest û piştgirîdayîna Tirkiyeyê ya li dijî êrişa Sûriyeyê ya Amerîka, Brîtanya û Fransayê wê têkiliyên bi Rûsyayê re xirab bike. Tirkiye êdî nikare bi polîtîkayê xwe yên berê, têkiliyên xwe li gel Rûsyayê heta dawiyê bibe. Têkilî dê çima xirab bibin, çimkî dengeyên hûndirê Tirkiyeyê jî destûrê nadin ku Erdogan (Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan) bi temamî dijberiya welatên Rojava, Yekîtiya Ewropa û Amerîkayê bike. Eger heta dawiyê van têkiliyên bi Rûsyayê re bide dewamkirin, dê di pêşerojê de xetereyên mezin derkeve pêşberî Tirkiyeyê.

    ‘EGER TIRKIYE HELWESTA XWE NEGUHERÎNE DÊ AMERÎKA HELWESTEKE TUND NÎŞANÊ TIRKIYEYÊ BIDE'

    Işik wiha pê de çû: "Meriv nikare bibêje kubandora welatên Rojava û Amerîkayê li ser Rojhilata Navîn û aboriya Tirkiyeyê tine ye û nikarinti tiştî li hemberî Tirkiyeyê bikin. Amerîka û welatên din ji bo ku Tirkiye winda nekin, krediyên mezin vekirin û bi rastî jî dijberiya Tirkiyeyê nekirin. Eger Tirkiye helwesta xwe ya berê neguherîne, dibe ev welat li hemberî Tirkiyeyê helwesteke tund bikar bînin û ev jî pêwendiyan xirabtir bike. Lê Rûsya ji bo Tirkiyeyê hêsantir e; çimkî pêwendiyên Rûsya û Tirkiyeyê wek pêwendiyên bi tifaqa wekê NATOyê re nîn in. Lewre ev 50-60 sal in, pêwendiyeke xurt di navbera NATOyê û Tirkiyeyê de heye, lê pêwendiyên bi Rûsyayê re jî ne ewqas kevb in."

    ‘BI GUHERTINA REJIMÊ DIBE KURD BI NASKIRINA NAVDEWLETÎ DI BIRÊVEBERIYA SÛRIYEYÊ DE CIH BIGIRIN'

    Li ser pirsa xurtbûna Amerîkayê dê statûyeke çawa bide kurdan Işik wiha bersivand: "Di derbarê statûyê de ne piştrast im ku Amerîka rasterast statûyekê bide kurdan. Ji perçekirinê wêdatir, ew bi taybet li ser lihevkirinê disekinin, kurd bi xwe jî ji vê yekê re mûsaît in. Kurdên li Rojava bi xwe jî parçebûna Sûriyeyê naxwazin. Herwiha helwesta welatên Rojava jî parçebûna Sûriyeyê naxwazin. Tişta ji bo wan pirsgirek e, hebûna Esad (Serokê Dewleta Sûriyeyê) e. Eger rejima Sûriyeyê bê guhertin dibe kurd jî bi naskirina civaka navdewletî bi awayeke hiqûqî di nav birêveberiya nû de cihê xwe bigirin."

    ‘AMERÎKA DI MIJARA MINBICÊ DE SÎNOREK JI TIRKIYEYÊ RE DANÎ'

    Işik li ser mijara Minbicê axivî û got: "Di qenaeta min de Amerîka di vê mijarê de bersiva Tirkiyeyê da. Sînor ji Tirkiyeyê re tayîn kirin. Amerîka niha hêza xwe yê li Minbicê zêdetir kiriye, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bi awayeke eşkere leşkerên xwe şandin Minbicê û Brîtanya li hemberî Tirkiyeyê di vê mijarê de tundtir kir. Dibe Tirkiye di hundir de ji bo hilbijêrin xwe hikûmeta Erdogan siyaseteke bi vî rengî dimeşand, lê piştî ku liv û tevgerên ku ji Minbicê û rojhilatê Firatê hatin, êdî diyar bû ku Tirkiyeyê nikare operasyonê li Minbicê pêk bîne. Bersiv ji Tirkiyeyê re hat dayîn, eger ev bersiv nehata, dibû Tirkiye vê cidiyekê fêm nekiribûya û dibû siyasetekê tundtir li hemberî Amerîka û welatên Rojava bimeşanda."

    Mijar:
    Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (40)

    Bi heman mijarî:

    Di peywendiyên Amerîka û Rûsyayê bandora şêwirmendan li Trumpî
    'Amerîkayê di êrîşê de li navendeke hilberandina dermanên kanserê xist'
    Qesra Spî: Em ê di demeke kurt de biryara mueyideyên nû li ser Rûsyayê bidin
    ‘Tirkiye ji bo ku kurd li herêmê statuyekê bi dest nexin temînat dan hinek welatan'
    Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê: Amerîka li Sûriyê li hedefên ne girîng xist
    Etîketan:
    têkilî, kurd, êriş, Sputnik, Fehim Işik
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de