07:32 27 Nîsan 2018
    Rojava

    ‘Tirkiye ji bo ku kurd li herêmê statuyekê bi dest nexin temînat dan hinek welatan'

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 30

    Nivîskar û rojnameger Fehim Işik ragihand ku Amerîka, Brîtanya û Fransa ji bo êrişî Sûriyeyê bikin îdiaya bikaranîna çekên kimyewî ji xwe re kirin hincet. Herwiha piştî êrişê êdî Tirkiye nikare dualî bilîzê û êdî pêwîst e, aliyê xwe diyar bike. Işik destnîşan kir ku Tirkiye ji bo li herêmê statûyekê bi dest nexin temînat dane hin welatan.

    Amerîka, Brîtanya û Fransa roja şemiyê bi hinceta ku hikûmeta Sûriyeyê li navçeya Dûmayê ya Xûtaya Rojhilatî çekên kimyewî bikar anine, êrişî Sûriyeyê kir. Rûsyayê jî li dijî vê êrişa welatên Rojava bertekên tund dabûn. Tirkiyeyê jî piştgiriya êrişa welatên Rojava kiribû. Gelo helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî êrişê dê bandoreke çawa li têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê bike nivîskar û rojnameger Fehim Işik ji Sputnik Kurdistanê re nirxand û diyar kir ku ev helwesta Tirkiyeyê ya li himberî êrişê dê di pêşerojê de têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê xirab bike.

    ‘ÇEKÊN KIMYEWÎ LI DIJÎ KURDAN JÎ HAT BIKARANÎN, LÊ EV YEK NEHAT ROJEVÊ'

    Işik destnîşan kir ku Amerîka, Brîtanya û Fransa ji bo bikaribin êriş pêk bînin, ev hinceta bikaranîna çekên kimyewî bi kar anîn û wiha pê de çû: "Beriya niha bi dehan caran çekên kimyewî li Sûriyeyê hatin bikaranîn, Amerîka beriya niha jî bi heman hincetê êriş li dijî Sûriyeyê pêk anîbû. Herwiha li Efrînê hêzên girêdayê Tirkiyeyê çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) li dijî kurdan çekên kimyewî bikar anîn. Lê ev yek nehat rojevê. Li gorî qenaeta min welatên Rojava ji bo berjewendiyên xwe û ji bo bikaribin desthilatdariya xwe li ser welatên Rojhilata Navîn zêde bikin plana hinceta bikaranîna çekên kimyewî bikar anîn û heta redeyekê êriş dewam kir. Wisa xuya ye ku êrişeke plankirî bû û ji bo pêşerojê mimkin e ku bi vê êrişê bandora xwe li maseya siyasetê jî bikin."

    ‘JI BO KU BANDORÊ LI WAN KESÊN KU WEK TIRKIYE DUALÎ DILÎZÊN BIKIN ÊRIŞ PÊK HAT'

    Işik got: "Em ji mêj ve dibêjin ku êdî aktorên esasî li qadê ne. Beriya niha ku aktorên wekîl li qadê şer dikirin, ji niha pêve wisa xuya dike ku aktorên sereke bi xwe li qadê ne û ji bo destên xwe li ser maseya siyasî xurt bikin, ew kesên ku wek Tirkiyeyê dualî dilîzin carekê din bixin bin bandora xwe, êrişeke bi vî rengî pêk anîn. Bi qenaeta min rastiya êrişê ev e."

    ‘AMERÎKA BRÎTANYA Û FRANSA BI ÊRIŞA SÛRIYEYÊ PEYAMEK DAN TIRKIYEYÊ'

    Li ser pirsa gelo helwesta Tirkiyeyê ya li ser êrişa li dijî Sûriyeyê dê bandorekê çawa li têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê bike Işik wiha axivî: "Ji bo vê yekê pêwistî bi êrişekê hebû, êriş pêk hat. Lê ne tenê em kurd li benda helwesta Tirkiyeyê bûn, bi rastî gelek alî li benda helwesta Tirkiyeyê bûn. Tirkiye bi vekirî piştgiriya êrişê kir. Him wezareta derve ya Tirkiyeyê him jî birêveberiya Tirkiyeyê bi eşkere piştgirî da êrişê. Îro jî ev piştgirî di civîna Sekreterê NATOyê hat rojeve. Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ku gotibû me bi vê êrişî Tirkiye ji Rûsyayê cihê kir. Amerîka, Brîtanya û Fransa bi vê êrişê peyamek da Tirkiyeyê û bi qanaeta min jî Sekreterê NATOyê ji bo vê peyamê çû Tirkiyeyê. Xuya ye ku Sekreterê NATOyê dê bi berfirehî li ser vê mijarê li gel Tirkiyeyê biaxive."

    ‘ÊDÎ PÊWÎST E TIRKIYE ALIYÊ XWE DIYAR BIKE'

    Işik da zanîn ku ew tiştên li pêşberî kamerayan tên axaftin û pişt kamereyan tên axaftin ne heman tişy in. Çunkî pêwendiyên Amerîkayê li gel kurdên Rojava hene û ev hêzên kurd ji aliyê Tirkiyeyê ve wek terorîst tên dîtin. Hêzên ku pêwendiya Tirkiyeyê bi wan re heye jî, ji aliyê Rûsyayê ve wek terorîst tên dîtin. Di vir de jî êdî Tirkiye divê helwesteke yekalî bide nîşandan, nikare helwesteke dualî êdî pêş bixe. Ji xwe Rûsyayê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku têkiiyên bi Tirkiyeyê re berdewam in. Tirkiye jî dibêje em navbeynkariyê di navbera her du welatan de dikin, lê Tirkiyeyê nikare vê peywirê bi cih bîne. Êdî pêwîst e, aliyê xwe diyar bike. Herwiha welatên rojava dixwazin ku Tirkiye bibin aliyê xwe, lê Rûsya jî naxwaze destkeftiyên xwe yên li Sûriyeyê bi dest xistine, ji dest bide.

    ‘TIRKIYE JI BO KU KURD LI HERÊMÊ STATUYEKÊ BI DEST NEXIN HIN TEMÎNAT DA WELATAN'

    Işik wiha berdewam kir: "Ji niha pê ve diyar e ku alî li ser maseya siyasî dixwazin destên xwe xurt bikin û aliyên xwe rasterast diyar bikin. Amerîka û welatên Rojava ji bo li ser maseya siyasî destên wan xurt bibe, dixwazin Tirkiyeyê bibin aliyê xwe, lê Rûsya jî vê yekê naxwaze û ji bo berjewendiyên xwe jî dibe ku kartên xwe bilîze. Ev kart çi ne? Rûsyayê Heleb ji rêxistinên tundrew rizgar kir, Xuta jî bi tememî vala kirin. Xuya ye ku Rûsya dixwaze bêtir destê wê xurt bibe, niha jî dixwaze Idlib bixe bin kontrola xwe. Helwesta welatên Rojava li hemberî Idlibê jî hêdî hêdî diyar dibe û ev jî pirsgireka Tirkiyeyê ye. Herwisa Tirkiye ji bo bikeve Idlibê, temînat dane hin welatan û leşkerên xwe li Idlibê bicih kirin. Temînateke ji bo Amerîkayê heye, yek ji bo Rûsyayê heye û temînateke jî li hember welatên daye. Temînatdayîna Tirkiyeyê bo wan welatan jî ev bû ku kurd li herêmê statûyekê bidest nexin an jî nebin desthilatdar."

    ‘JI BER KU TIRKIYE DI MESELEYA KURDAN DE BI AMERÎKAYÊ RE LI HEV NEKIR, NÊZÎ RÛSYAYÊ BÛ'

    Işik diyar kir ku, "Tirkiyeyê bi Amerîka û welatên Rojava re li ser kurdan li hev nekir. Wan welatan jî operasyonên leşkerî bi tifaqek ava kir ku ji hêzên kurd, ereb û gelên din re pêk tê. Ji bo vê jî bi Tirkiyeyê re hatin hemberî hev. Li ser vê yekê Tirkiye bêtir xwe nêzî Rûsyayê kir û Rûsya jî berjewendiyên xwe ligel Tirkiyeyê dîtin û hin gavan bi Tirkiyeyê da avêtin û pirsgireka kurdan jî nekir meseleya xwe. Ketina Efrînê ya Tirkiyeyê bi destûra Rûsyayê pêk hat. Ev yek jî didin nîşandan ku Tirkiye temînatek daye Rûsyayê û divê ev jî bi rengekî bicih bê. Piştî êrişa Amerîkayê ya li dijî Sûriyeyê, Tirkiye ji bo mayîna xwe ya di nav NATOyê û ji bo pêwendiyên xwe yên ligel Rûsya û Sûriyeyê dibe hin temînat dabin. Lewre Tirkiye rasterast nikaribû li Idlibê bicih bibûya. Wisa xuya dike ku Tirkiye temînat dane her du aliyan."

    Bi heman mijarî:

    Dîrektorê FBIyê: Trump pir derewan dike û nikare serokatiyê bike
    Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg li Tirkiyeyê dest bi hevdîtinan kir
    Bozdag bersiv da Macron: Ya rast çi be em wê diparêzin
    Îranê malbata girtiyê kurd ku biryara îdamê dabûyê jî girtin
    Rûsya: Amerîka rasterast êrişî ekonomiya me dike
    Etîketan:
    têkilî, statû, kurd, êriş, Sputnik, Fehim Işık
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de