‘TÎMÊN DIYARBEKIRÊ JI SEDEMÊN CÛRBICÛR DI REWŞEK NEBAŞ DE NE'
Şîrovekarê werzişê Kahramaner da zanîn ku li Tirkiyeyê jî li gellek bajaran hemwelatî, bi kêf û coşa lîga fitbolê demên xwe bi pêşbirkan derbas dikin û bi piştgiriya ku dide tîma xwe dilşad dibin, kêfxweş dibin. Herwiha ji wan bajaran yek jî Diyarbekir e ku beriya niha bi tîma navê bajêr Diyarbakirspor di Lîga Super a Spor Totoyê de li hember gellek tîmên mezin û navdar yên Tirkiyeyê têkoşiya û li bajêr dibû sedema kêfxweşiyek bêhempa û coşek mezin, lê niha wexta ku em dinêrin tîmên diyarbekirê ji ber gellek sedeman di rewşek nebaş de ne.
‘JI BO SERKEFTINAN RÊVEBIRÊN REWŞENBÎR, KESAYETÊN ZANE LAZIM IN'
Kahramanerê ku di fitbola bajarê Amedê de xwedî parek mezine, bilêv kir ku li gor min ji bo kûlubek fitbolê ya herî girîng rêvebirî ye, rêvebirî hertiştê kûlubê ye, jê re zanebûn lazim e, derfet lazim e, lê di kûlubên Diyarbekirê de hersê tişt jî tunene, kesên ku bi daxwaza birêvebirina kûlubê dest bi pêywirê dikin ji van taybetmendiyan gellekî dûr in û ji têgeha fitbolê bêpar in. Bi kurtasî hewcedariya kûlubên Diyarbekirê bi rêvebirên zane û kesayetên rewşenbîr hene.‘BI QASÎ ZANEBÛNA RÊVEBIRAN TÊGIHÎŞTÎNA FITBOLÎSTAN JÎ GIRÎNG E'
Kahramaner got ku herçiqas em bêjin zanebûna rêvebir ji bo kûlubekê pir girîng e, têgihîştina fitbolîstan jî hewqas girîng û mijarek taybet e, divê di binesaziya kûluban de fitbolîst bigîhên lê êdî wek berê fitbolîst nagihêji. Diyarbekir jî di nav de li Tirkiyeyê fitbolîst gello ji bo çi nagihêjin divê sedemên vê pirsgirêkê bên lêkolînkirin ku fitbolîstên xwemalî derkevin piyaseyê. Di nav 5-6 salan de herdu tîmên Diyarbekirê herî kêm 25-30 mîlyon lîre pere xerc kirin e, lê mixabin wexta em lê dinherin li holê ti tişt tuneye.
‘BI RÊVEBIRIYEK RÊXISTINÎ DIVÊ KÛLUB JI NÛ VE WERIN SAZKIRIN'

Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)