20:44 23 Nîsan 2018
    Laliş, Şengal

    Xudêda şingalî: Rewşa Şingalê pir aram e û bangeşeya helbijartinan jî normal e

    © Foto : Public Domain / Wikipedia
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Rêvberê nehya Sinûnê ya ser bi qezaya Şingalê ragehand, "Rewşa devera Şingalê piştî ku PKKê hêzên xwe vekşandin niha aram e. Artêşa lraqê navçe kontrol kiriye û bangeşeya helbijartinan jî normal e û tu pirsgirêk tune ne."

    Rêvberê nehya Sinûnê li kêlaka çiyayê Şingalê Xudêda Şingalî îro bo Spûtnîk Kurdistanê re derbarê bangeşaya hilbijartinên parlementoya Iraqê li Şingalê axivî û got: "Ev sê roj in ku bangeşeya hilbijartinan li deverê dest pê kiriye û bi normalî birêve diçe û tu pirsgirêkek nîn e."

    Herwiha Şingalî da xuyakirin ku piştî vekişîna hêzên PKKê, artêşa lraqê parastina ewlehiya deverê girtiye ser xwe, dever niha aram e û tu metirsiyek li ser jiyana xelkê Şingalê nîn e.

    ‘SÊ PARTIYÊN ÊZIDÎ LI SER KURSIYÊ KOTAYA ÊZÎDIYAN LI PARLEMENTOYA IRAQÊ RIKABERIYÊ DIKIN'

    Li ser pirsa bê gelo ‘çend part li devera Şingalê berbijêrên xwe hene?' Xudêda got "tenê kursiyek weku kota bo kurdên êzidî di perlementoya lraqê de hatiye destnîşankirin û sê partiyên êzidî bi navê Tevgera Êzidî (TE) û Partiya Azadiya Demokrata Êzidî (PADE) û Partiya Pêşkeftina Êzidî (PPE) li ser wî kursiyê rikaberyê dikin û partiyeke din bi navê Parta Êzidî ya Demokrat (PED) bi 16 berbijêran ve beşdar e. ji bilî van Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Niştîmaniya Kurdistanê(YNK) û hin partên erebî jî berbijêrên xwe hene li devera Şingalê û bangeşeya hilbijartinan dikin lê em bawer nakîn ku partiyên êzidî bikarîn dengan di nav kempên êzidiyan de li parêzgeha Duhokê bi dest bînin, ji ber PDK rê nade wan û her çalakiyeka wan hebe jî bi nepenî dikin."

    ‘TA NIHA TENÊ BI 20% XELKÊ DEVERÊ VEGERYANE SER MAL Û HALÊN XWE'

    Derbarê wê yekê tanihu xelkê devera Şingalê çi qas vegeriyane ser mal û halên xwe? rêvberê Nehya Sinûnê li ser vê mijarê axift û got, ta niha tenê bi rêjeya 20% vegeriyaye ji ber hin sedem hene rêgirin, yek "tirsa wan ji ewlehiyê û nebûna xizmetkariyên pêwîst û hin ji wan bi taybetî li başûrê Şingalê malên wan hatîne şewitandin û talankirin û cihek nîn e vegerin ser û nebûna rêyê ji parêzgeha Duhokê ku bikarin vegerin ji ber ku PDK astengiya bo wan derdixe û rê nade wan."

     

    Bi heman mijarî:

    Qeymeqamê Şingalê: Erebên ku bi DAIŞê re êriş kiribûn dîsa vedigerin
    Berwarî: Bila Iraq Xweseriya Demokratîk a Şingalê nas bike
    Ebadî: Me ji bo Şingalê peyameke zelal da PKKê, lê em dest nadin alîgirên wan
    ‘Milîsên Heşda Şeibî bi zorê bertîlê ji ezdiyên Şingalê distîne'
    Baba Şêx ji bo Şingalê daxwazek kir
    Heşda Şeibî: Em nahêlin Tirkiye êrîşê Şingalê bike
    Serokê Parlamentoyê destûr neda civîna Şingalê were lidarxistin
    Etîketan:
    Di Hilbijartimnên Iraqê de pişka Kurdistanê, Hilbijartinên Iraqê, Propagandaya Hilbijartinê, Propganda, Bangeşan, SPûtnîk Kurdistan, Spûtnîk, YNK, PDK, Xwedêda Şingalî, Osman Başqalî, Sinûne, Kurdistan, Şingal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de