07:29 27 Nîsan 2018
    pere

    Li Bedlîsê Platforma Têkoşîna li dijî Esrar û Selefkaran hat avakirin

    © AFP 2018/ OZAN KOSE
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 0 0

    Li navçeya Norşênê ya Bedlîsê Platforma Têkoşîna li dijî Esrar û Selefkariyê (Kesên ku bi faîz pere didin) hat avakirin. Platforma ku bi pêşengiya Qeymeqamtiya Norşênê û rûsipiyên navçeyê hat avakirin, dê li dijî wan kesên ku bi faîz pereyan didin têbikoşe.

    Li Tirkiyeyê bi taybetî jî li bajarên kurdan bikaranîna madeyên hişbir û selefkarî di salên dawî de gelek zêde bûne. Li navçeya Norşênê ya Bedlîsê, Platforma Têkoşîna li dijî Esrar û Selefkariyê bi pêşengiya Qaymeqamtiyê û rûsipiyên navçeyê hat avakirin. Qaymeqamê navçeyê Ufuk Ozen Alibeyoglu derbarê mijarê de ji Sputnik Kurdistanê re axivî û diyar kir ku li navçeyê selefkarî gelekî zêde bûye.

    Alibeyoglu wiha pê de çû: "Li navçeyê selefkarî gelek zêde bûye, lewre em dikarin bibêjin ji ber van sedeman întihar çêdibin, parçebûna malbatan, kesên ku ji ber vê yekê derûniya wan xirab dibin, niha li navçeyê gelek in. Dema ku em dibêjin selefkarî kesên dewlemend, kesên ku pereyên wan zêde tên hişê mirov, lê îro li navçeyê êdî kesên ku hinek pereyên wan hene jî pereyan bi faîz didin. Hejmara kesên ku niha li navçeyê selefkarî dikin ji 200 dan buhiriye. Ev jî hejmarek gelek zêde ye. Niha jî têkoşîna bi rêyên qanûnî li hemberî vê yekê jî gelek zehmet e. Selefkar piranî malbetên tekane, reben û belengaz ên li navçeyê ji xwe re dikin armanc, pereyan nadin kesên ku bi malbatî li navçeyê xurt in. Kesên belangaz li hemberî vê yekê nikarin dengê xwe derxin û serî li dozgeriyê bidin. Ev jî dibe sedema ku li navçeyê selefkarî zêde dibe."

    "Piştî van bûyeran me bi rûspiyên navçeyê re biryar da ku em bi riyên hiqûqî li dijî vê yekê nikarin têbikoşin lewra me biryar da ku em platformeke sivîl ava bikin û wan kesan ji nav destên selefkaran, ev kesên ku bi faîz pereyan didin, xilas bikin. Ew kesên ku ketine destê selefkaran, tirseke wan heye, ji ber di hiqûqê de îspat zehmet e. Dibêjin dema me serî li dozger da, em bi ser nakevin û dê kî me ji selefkaran xilas bike. Dibe em ji wan kesên ku ketine destê selefkaran re tiştek nekarin bikin, lê me biyar da ku em dikarin, îhtîmala wan kesên ku bikevin destê selefkaran re tiştek bikin."

    Qaymeqamê navçeyê destnîşan kir ku civak li hemberî selefkaran gelekî bêxem e. Ji bo vê yekê jî peredayîna bi faîz gelek zêde ye. Ji bo vê yekê jî me xwest em civakê li hemberî vê yekê hişyar bikin û ku ev kes bi hêsanî nekarin vê karê bikin. Em xeteke îxbarê ava bikin û têkoşîna xwe li dijî wan bikin.

    Bi heman mijarî:

    Rêvebirê AKPeyî wek qeyûm tayînî 7 şirketan kirine
    ‘Ji bo 5 çêlekan qeyûm hat tayînkirin'
    Qeyûm Mala Dengbêjan kire Komelaya Musikiyê, nivîsên kurdî yên li ser otobêzan jî rakirin
    Derbarê parlamenterê HDPê de bi hinceta li qeyûm heqaret kiriye fezleke hat amadekirin
    Li Tirkiyê ji bo kurikekî 6 salî qeyûm hat tayin kirin
    Etîketan:
    faîz, selefî, pere, Sputnik, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de