07:26 27 Nîsan 2018
    Pirtûk - Kitêb - pirtûxane

    Ansîklopediya parêzgeha Duhokê derket: Weku bankekî zanyariyan e

    © Sputnik / Mevlut Oguz
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Di rê û resmekê de bi beşdariya hejmareke mamosta, rewşenbîr û nivîskaran Ansîklopediya parêzgeha Duhokê hate belavkirin.

    Sebaret wê ansîklopediyê û beşên wê de nivîskar serperiştê projê Musediq Tovî bo Spûtnîk Kûrdistanê ragihand.

    DI WARÊ ZANYARIYÊN LI SER DUHOKÊ ANSÎKLOPEDÎ JÊDEREKE ZEREKE Û ZANYARÎ YE

    Tovî got "ev ansîklopedî li ser parêzgeha Duhokê jêdereke mezin a zanyarî ye; ji ber ku ji hemû mijarên cuda cuda yên wele cografya, dîrok, çand, huner, edeb, folklor, perwerdeyî, ragehandin, rojnamevanî û babetên endazyarî pêk hatiye ligel amadekirina badeka (melefa) bo her bajar û gundekê parêzgehê. Ango bi kurtî her kesekê bivêt zanyariya liser parêzgeha Duhokê peyda biket di her warekî de dikarît ji Ansîklopediya Duhokê de derbîne û bibê mandîbun û zehmetî. Ev pertûkeke pûxte û zengîn e ku niha li ber destên xwendevanan e.

    DI ANSÎKLOPEDIYÊ DE BI AWAYEKÎ BERFIREH BEHSA DÎROKA PARÊZGEHA DUHOKÊ DI HATIYE KIRIN

    Derheqê beşa dîroka parêzgeha Duhokê di Ansîklopediyê da Tovî got; "navendîn dîrokî û dîrokvan, dîroka mirovayê ya dabeşkirî bi ser çar qunaxên cuda de, qonaxa dîroka kevin û dîroka îslamî û dîroka nû û dîroka hevçerx. Berî qonaxa dîroka kevin dibêjinê qonaxa berî dîrokê lê ev çar qonaxên dîrokê ku niha di zanîngeh û kolejan da dihên xwendin, her çar qonaxên dîroka sînorê parêzgeha Duhokê di Ansîklopediyê de hatîne behskirin, bi taybetî sînorê mîrgeha Behdînana kevin ku ew sînorê niha yê parêzgeha Duhokê ye.

    ANSÎKLOPEDÎ CIH DAYE ALIYÊN DUHOKÊ YÊN ÇADEYÎ Û HÛNERÎ JÎ

    Derbarê keltûr û adet û tîtalên kurdewerî û civakî li parêzgeha Duhokê, Ansîklopediyê ew baskirîne bo nimûne sitran û şahiya kurdî û sitranên zarok û jinan û folklora kurdewarî weku karê dirûnê û pîşeya cotkariyê û hêla maziya û miştaxeya tirî û piranya adet û tîtalên kurdî tê de hatîne behskirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Duhokê keçeke kurd a Êzdî kuştî hat dîtin
    Li Duhokê di navbera du malbatan de şer derket: 3 kes hatin kuştin
    Xwenîşandan li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê berdewam dikin
    Li Duhokê rê nedan, li Hewlêr û Silêmaniyê xelk ji bo Efrînê meşiya
    Li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê ji bo Efrînê xwepêşandan hatin lidarxistin
    Balafirên Tirkiyeyê hinek herêmên Duhokê bombebaran kirin
    Etîketan:
    huner, Çande, Dîrok, Ansîklopediya Duhokê, Ansîklopedî, Spûtnîk Kurdistan, Musediq Tovî, Ansîklopedî, Duhok
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de