Di destpêka konferansê behsa wê yekê kir ku ji bo çi bi civata xaniman re civiyane. Lewra di hilbijartinên berê de gelek caran berbijêrên jin diketin berhewên ne yasayî ku diketin ber êrişên hinek xelkan, hewil didan kesayeta wan li ber çavên xelkê biçûk bixin û bikin ku ew fihêt biken, lewra tiştên ne rewa li ser wan digotin. Ev civîn taybet li ser wê yekê bu Komîsyona Bilind a Hilbijartinê tevî civata Karûbarên Jinan bicive û berevanî bo wan û mafên berbijêrên jin biket ku di proseyê de beşdar in û hewil didin bo Parlementoyê Iraqê bêne bijartin.
Mazin Ebdilqadir bal kişande ser proseya berbijêriyê li Herêma Kurdistanê û da xuyakirin ku 503 kandîd ango berbijêr li Herêma Kurdistanê li parêzgeha Silêmaniyê û Hewlêr û Duhokê li ser 46 kursiyan rikberî û milmilanê diken. Li parêzgeha Silêmaniyê 18 kursî, li parêzgeha Hewlêrê jî 16 kursî ku yek ji bo mezîhî û xiristiyanan e hene û li parêzgeha Duhokê jî 12 kursî hene ku 11 kursî bo kurdan û kursiyek jî bo xiristiyanan e ku bi tevahî 46 kursî diken.
Herwiha Mazin ew yek jî got: "25 partî û alî û hevpeyman li Herêma Kurdistanê rikberî û milmilaneyê li ser wan 46 kursiyan diken. Ji vana 19 partiyên siyasî ne, 3 hevpeyman in 3 kandîdên serbixwe ne."
'PARTIYÊN SIYASÎ ANGO BERBIJÊREKÎ ANGO HEVPEYMANEKÊ PÊGIRÎ BI YASA, RÊNÛMA Û ŞÎRETÊN KOMÎSYONÊ NEBE, EW DÊ BIHÊ SIZADAN'
Serokê komîsyona hilbijartinê qala wê yekê jî kir: Her partiyeke siyasî ango berbijêrekî ango hevpeymanekê pêgirî bi yasa, rênûma û şîretên komîsyonê nebe, ew dê bihê sizadan. Û behsa sizayên xwe jî kir ku wan siza hene; sizaya sivik, sizeya hinekî girantir û sizaya herî giran ew jî ew e ku komîsyon hewil didêtin eger partiyeke siyasî ango berbijêrek xwe gihande asta sizadanê giran ji proseya hilbijartinan beşdariya wî di proseya hilbijartinan de tê qedexekirin û dema berbijêriya part an jî berbijêrekî serbixwe hat qedexekirin, ew part an jî ew kandîd nikare beşdarî proseya hilbijartinan bibe."

‘BANGEŞEYA HILBIJARTINAN BI HINEKÎ SIST DEST PÊ KIR'
Ji aliyê din ve hêjayî gotinê ye ku îro li Hewlêrê yekem roja bangeşeya hilbijartinan dest pê kir lê bi awayekî germ û gurr nîn e, hinekî sist e. Bi tenê li hinek cade û kolanên sereke wêne û alayên partiyên siyasî û berijêrên wan hene. Tê payîn ku di rojên dahatû de proseya propagandayê gurrtir û baştir bibe.
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)