01:09 21 Nîsan 2018
    Bîranîna Enfalan - Hewlêr - Herêma Kurdistanê

    Li Herêma Kurdistanê qurbaniyên Enfalê hatin bibîranîn

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Dûhî li praniya bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê bîranîna karesata Enfalan hate zîndîkirin ku tê de bêtrî 182 hezar mirovên sivîl ên kurd bi destê rijîma Bees a lraqê di sala 1988an de hatine kuştin û bê serûşunkirin.

    Rêveberê Giştî û Berpirsê Dosyeya Enfalan li Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan a hikûmeta Herêma Kurdistanê Berevan Hemdî di hevdîtineke ligel Spûtnîk Kurdistanê ragihand:

    ‘EM VÊ BÎRANÎNÊ ZINDÎ DIKÎN JI BO KU JI BÎRA XELKÊ ME NEÇE Û HER ZÎNDÎ BIMÎNE ‘

    Berevan Hemdî got "lro 14ê Nîsanê jib o bîranîna karesta Enfalan ku tê de zêdetirî 182 hezar kes hatin Enfalankirin. Ev bîranîn û rêzgirtineke bo wan qurbanyan. Em vê bîranînê zindî dikîn ji bo ku ev karesate diltezîn ji bîra xelkê me neçe û her zîndî bimîne. Em daxwazê ji civaka navdewletî dikin ku vê tawana mezin weke ‘jenosîd' qebûl bike."

    Hemdî wisa reng da axaftina xwe:

    ‘Enfal' li ser kurdan her berdewam e. Me dît li Efrîn û Kerkûk û Dûzxormatû cardin dûbare bû. Em hêvî dikin ku ev bîranîna diltezîn bibe sedema yekbûna kurdan û gelê kurd bi mafên xwe şad bibe.

    Herweha hin kes û karên malbatên Enfalkrî jî di vê rê û resmê de amade bûn. Elî Syasî ku hejmareke herî mezin ji kes û kar û xizmên wî hatîne Enfalkirin û ta niha bê çarenvîs mane ji Spûtnîk Kurdistanê re axift "berî 30 salan di rojeke weke îro de bi dehhezaran welatiyên sivîl li devera Germiyan ji gundên wê ji aliyê artêşa Be'esê ve hatin komkirin û paşê bi alîkariya cehşên Fetah Ax û komeka cehşên din bo beyabanên lraqê hatin veguhastin û ta niha venegeriyane."

    Bi heman mijarî:

    Mesûd Barzanî:'Hê jî hinek kes li Bexdayê dixwazin Enfalan pêk bînin'
    Xortekî kurd ji bo bîranîna karesta Enfalê tesbîheka 800 metreyî û 182 hezar berikî çêkir
    KCD: Di ser komkujîya Enfalê 32 sal derbas bûn
    Barzanî ji bo Enfalê: Baştirîn wefa pêşeroja azad û serbixwe ye
    Parlamentoya Iraqê Roja Enfalê weke Roja Niştimanî ya Iraqê ragihand
    Komkujiya Enfalê beşa yekem
    Etîketan:
    Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan, Rêveberê Giştî û Berpirsê Dosyeya Enfalan, Enfal, Bîranîn Enfakiriyan, Bîranîn, Spûtnîk Kurdistan, Osman Başqalî, Berevan Hemdî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de