17:30 22 Nîsan 2018
    Şêrzad Êzidî

    Şêrzad Êzidî: Civata ku li Efrînê hatiye avakirin, civata xayina ye

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 20

    Nûnerê berê yê Birêveberiyên Rojavayê li Herêma Kurdistanê Şêrzad Êzidî rexne li ENKSê û kesên ku di civata Efrînê de cih girtin rexneyên tund li wan girtin û ew bi hevkariya MÎT a tirkî tawanbar kir û go, "Civateke di destê dagîrkera de ye û hîç meşruîyet û yasabûneke wê nîn e."

    Duhî di medya tirkî de hatibû ragihandin ku li Efrînê bo birêvebirina wê deverê civatek hatiye avakirin ku ji wan 11 kurd, 8 Ereb û yek tirkman e. Şêrzad Êzidî derbarê vê civatê, rewşa Efrînê piştî dagîrkirinê û helwesta Birêvebeririyên Xweser ên Rojavayê bo Spûtnîk Kurdistanê re nirxand:

    ‘CIVATA EFRÎNÊ, CIVATEKE DI DESTÊ DAGÎRKERAN DE YE Û TU MEŞRUÎYETA WÊ NÎN E'

    Nûnerê berê yê Kantonên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê Êzidî wiha axivî: "bi rastî ew civat, civata caş û xayîna ye. Civateke di destê dagîrkera de ye û hîç meşruîyet û yasabûneke wê nîn e, her dem di dîrokê de dema welatek dihê dagîrkirin, dagîrker hinek xayîn, ajan û çeteyên xwe dike civat û desthelat û rêveberî. Tê bîra me dema Almanya Fransa dagîr kir hikûmetek çêkr, lê di encamê de Fransa rizgar bû û General Dîgol ku li Brîtanya bû, hikûmeta Fransaya Azad avakir û şerîeta xwe hebû û hikûmeta ku Almanya ava kiribû paşê hate rûxandin."

    ‘SEDÎ SED ROLEKE ENKSê DI WÊ CIVATA EFRÎNÊ DE HEYE'

    Şêrzad Êzidî li ser pirsa 'bê gelo roleke EKSê di wê civatê de heye?' wiha axivî, "helbet, sedî sed roleke Eniya Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) tê de heye û tê bîra me bê çawa berpirsên ENKSê ew ên Endamên Desteya Îtîlafa Surî bûn yan jî ew ên li Stnebolê çûn û hatin Efrînê daxuyanyên wan jî eşkere bûn û kesekî xwefiroş di nava wan de heye bi navê Fuad Elîko Nûnerê ENKSê di îtîlafê de di got, ‘Şeş grupên me yên çekdar di nav Efrînê de hene yanî weku hêzek beşdarbûn didagîrkirina Efrînê de û cînosaydkirina xelkê wê de' Sedî sed ENKS û yên di pişt ENKSê de beşekin di vê lîstokê de û ev civat çi encamên wê nabin û weku armanc. Wê bo hêzên berxwedana Efrînê YPG û YPJê û Hêzên Suriya Demokrat (HSD) û wê bigehin sizayên xwe ji ber ku xayîn in û di destê hêzên dagîrker ya tirk de ne."

    ‘PÊWIST BÛ RÛSYA PIŞTGÎRIYA SÎSTEMA DEMOKRATÎK BIKIRa, NE KU RÊ BIDE ERDOGAN Û ALÎKARÊN WÎ'

    Demek berê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov raghandibû ku divê Efrîn vegere bo bin kontrola Hikûmeta Sûriyê, Şêrzad ezidî ev daxuyanî wiha nirxandin û polîtîkaya Rûsya ya li Efrînê rexne kir "Eger Moskow rê neda Tirkiyê, ma Erdogan dikarîbû yek bost bi keve xaka Efrînê? Siyasete Rûsya li hember Efrînê ne baş bû, lê bila dengê gelê kurd ê Rojavayê Kurdistanê bi gihêje hemû gelê Rûsyayê, ne dibû Efrînê bide destê kujerekî weku Erdogan, ligel artêşa Tirkiyê grubên çete û terorîstên El Qaîde û Nusrayê li seranserê cîhanê. Pêwist e Rûsya piştgîriya Sîstema Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê bike, ne wekî rê bi Erdogan û alîkarên wî yên tundrê bide Efrîn û xaka kurdan dagîr bikin."

     

     

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Tabelaya tirkî danîn ser nexweşxaneya Efrînê
    ‘Rûsya kengî bixwaze dikare Tirkiyeyê ji Efrînê derxe'
    ENKS ji bo Meclisa Efrînê ya îro hatiye damezirandin: Ti ronahî û agahî li ser tine ne
    AA: Mecliseke demkî ya herêmî li Efrînê hat damezirandin
    Pisporê rûsî: Helwesta li hember Efrînê karekterê Erdogan nîşan dide
    Erdoganî bersiva Lavrovî da: Em dizanin, em ê Efrînê bidin kê
    Tirkiye: Em ê Efrînê radestî hikûmeta navendî ya hilbijartî bikin
    Etîketan:
    Civata Efrînê, Spûtnik Kurditan, YPJ, YPG, ENKS, Osman Başqalî, Şêrzad Êzidî, Fuad Elîko, Efrîn, Sûriye, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de