02:20 25 Gulan 2018
    Ji Artêşa Azad ASA daxuyaniya talan û diziya li Efrînê

    ‘Rûsya kengî bixwaze dikare Tirkiyeyê ji Efrînê derxe'

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 40

    Şîrovekarê siyasî Ekrem Onen ragihand ku 3 sedemên sereke yên rageşiya di navbera Rûsya û Amerîkayê de hene û Amerîka dixwaze bi vî tiştî rê li ber Rûsyayê bigire. Onen li ser mijara Efrînê jî diyar kir ku Rûsya kengî bixwaze, dikare Tirkiyeyê ji Efrînê derxîne, ji ber dema Rûsya qada hewayî bigire Tirkiye nikare hefteyekê jî li Efrînê bimîne.

    Ev demekiye Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser îdiayên ku dibêjin li Dûmayê êrîşa kimyewî hatiye pêkanîn, tehdîdên bikaranîna hêzê li dijî Sûriyeyê tînin ziman. Ev tehdîd demek e di navbera Rûsya û Amerîkayê de bû sedema rageşiyan. Şîrovekarê siyasî Ekrem Onen ser rageşiya di navbera Rûsya û Amerîkayê de ji Spûtnîk Kurdistanê re axivî û diyar kir ku em dikarin bibêjin ku bi çend faktoran ve girêdaye û gelek caran ev faktor jî nayên rojavê. Behsa tiştên esasî nayê kirin, bêtir behsa tiştên formel tê kirin. Onen li ser mijara Efrînê jî axivî û da zanîn ku Rûsya kengî bixwaze dikare Tirkiyeyê ji Efrînê derxe.

    ‘HÊZEKE TAYBET A AMERÎKA Û ÎSRAÎLÊ JI ALIYÊ SÛRIYEYÊ VE HATIN DESTESERKIRIN'

    Onen ragihand ku di rastiyê de gengeşiya di navbera Rûsya û Amerîkayê de em dikarin bibêjin ku bi çend faktoran ve girêdaye û gelek car ev faktor jî nayên rojavê. Behsa tiştên esasî nayê kirin, bêtir behsa tiştên formel tê kirin û got: "Piştî lihevkirina Rûsyayê bi komên terorîst ji Xutaya Rojhilat derkevin welatên Rojava û Amerîka vê mijarê mezin kirin, ji ber ku ev herêm di bin dorpêçiyê de bû û di gotin ku tiştên xirab li wir tên kirin û ne dixwestin ku pirsgireka Xutayê were çareserkirin. Ji bo çi? Ji ber kku dixwestin ku hin komên terorîst li wir bimînin û ji bo hikûmeta Sûriyeyê û Rûsyayê her tim bibin problem. Ya din jî her çiqas di medyaya Tirkiye û hin deverên din de cih negirt, ev e ku hêzeke taybet a Amerîka û Îsraîlê ji aliyê rejima Sûriyeyê ve hatin girtin. Ew hêza taybet koma terorîst a Rehman-ûl Îslam ku perwerde dikirin ku şer bikin. Amerîka û Almanya ji Rûsyayê daxwaz kirin ku ew hêza wan bê berdan, lê Rûsyayê jî got ku di destê wan de nîn e û divê bi hikûmeta Sûriyeyê re li hev bikin. Piştî li Almanyayê di navbera Amerîka, welatên Rojava û Sûriyeyê de hevdîtin pêk hat û Sûriyeyê radestkirinê qebûl nekir. Bûyera li Brîtanyayê ku tê îdiakirin sixûrê berê ji aliyê Rûsyayê ve hat bijehrîkirin bû sedemên van rageşiyan di navbera Rûsya û Amerîkayê de."

    ‘AMERÎKA Û WELATÊN ROJAVA JI HEBÛNA RÛSYAYÊ GELEK ACIZ IN'

    Onen wiha dewam kir: "Piştî van bûyeran xwestin ji aliyê siyasî ve bandorê li Rûsyayê bikin ku Rûsya gavên tund biavêje, lê Rûsya bi baldar tevgeriya û herçû têkiliya wan xirabtir bû. Niha ti delîlên bikaranîna çekên kimyewî li Xuyayê tineye. Ji xwe doh Trump jî (Serokê Dewleta Amerîkayê) diyar kir ku niha di destên wan de daneyên bikaranîna çekên kimyewî li Xutaya Rojhilat tineye û ji bo vê jî em niha şer nakin. Rûsya ev saleke di warê leşkerî de li Rojhilata Navîn gelek xurt bû, heta em dikarin bibêjin ku li cîhanê xurt bû. Di warê leşkerî de ket beriya Amerîkayê, ev yek nayê hesaba Amerîka û welatên Rojava. Gelek hevalbendên Amerîkayê biyar dan ku, wek Erebistana Siûdî, Tirkiye û Urdun biryar dan ku çek ji Rûsyayê bikirin. Ev welat bazara Amerîkayê bûn, lê niha bazara rûsan li wan welatan zêdetir dibe. Amerîka û welatên Rojava ji hebûna Rûsyayê aciz in û dixwazen bi bandora siyasî û aborî beriya Rûsya bigirin."

    ‘ÇI MENAYA WÊ HEYE KU DINYAYEKE BÊ RÛSYAYÊ HEBE, EGER DINYA JI ME RE NEMÎNE JI TI KESÎ RE NAMÎNE'

    Li ser pirsa gelo êrişa Amerîkayê ya li dijî Sûriyeyê bi xurt be an jî bi awayeke sembolîk êriş bike Onen got: "Ez ihtîmala êrişeke berfireh a global nadim ku êrişî Sûriyeyê bê kirin. Her du alî jî dizanin ku şereke di navbera Rûsya û Amerîkayê de têkçûna dinayayê ye. Beriya niha Pûtîn (Serokê Dewleta Rûsyayê) di roportejekî xwe de li ser çekên kimyewî, şerekî sar derkeve em ê welatê xwe biparêzin. Eger êrişekê li dijî me pêk were em ê bi tundî bersiva vê êrişê bidin. ‘Çi menaya wê heye ku dinyayeke bê Rûsyayê hebe'. Yanî ev tê çi wateyê, eger Rûsya here dê dinya giş here. Dinya ji me re nemîne ji ti kesî re namîne. Ji bo vê jî her du alî bi hev dizanin. Şerekî wek global çênabe. Dibe ku Amerîka ji bo gotinên xwe bi awayeke sembolîk li Sûriyeyê bixin. Lê Rûsya niha polîsên xwe şand Xûtaya Rojhilat. Gelo Rûsya çima polîsên xwe şand. Di esasê de him ji bo ewlehiya bajêr him jî ji bo Amerîka û welatên Rojava re dibêje polîsên me li wir in. Armanca Amerîka û welatên Rojava, dixwazin berî li Rûsyayê bigirin."

    ‘TIRKIYE Û RÛSYA NIJARIN BIBIN HEVALÊN HEV ÊN STRATEJÎK'

    Şîrovekarê siyasî Onen daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku gotibû divê Tirkiye birêveberiya Efrînê radestî hikûmeta Sûriyeyê bike, li ser vê yekê jî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî bersiva vê daxuyaniyê dabû û gotibû ku vê biryarê em didin, ne Lavrov wiha nirxand: "Bi ya min Rûsya û Tirkiye nikarin bibin hevalê hev ên stratejîk, di esasê de di bazirbaniyê de dikarin dostenî bikin lê, di siyasetê de rekabetê hev in. Di mijara Sûriyeyê de ku têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê pêşketin, dihat hesaba Tirkiyeyê û Rûsyayê. Niha jî Tirkiye ji aliyekî ve têkliyên xwe yên bi Rûsyayê re pêşde bir, ji aliyê din ve jî dixwaze têkliyên xwe bi Amerîka û welatên Rojava re jî baş bike. Bi ya min Rûsya dibêje em ji têkiliyên Tirkiye bi welatên Rojave re aciz in, em ne razine û dixwaze Tirkiye firên bike. Ya din jî karê Rûsya û Tirkiye bi hev xilas. Rûsya, wan komên terorîst ên li Xuta û Dûmayê bi piştgiriya Tirkiye ji wan deveran derxist û li Idlibê bicih kir. Piştî Rûsya li wan herêmên nêzî Şamê aramiyê pêk anî û xist bin kontrolê, vê carê jî ji Tirkiye daxwaz dike ku van deverên ku hatine kontrolkirin, Efrîn jî di nav de radestî hikûmeta Sûriyeyê bikin. Ji xwe di peymana Astanayê de ev tişt hat qebûlkirin ku herêmên ji komên din bên paqijkirin, radestî hikûmeta Sûriyeyê bê kirin bû."

    ‘RÛSYA ÇI WEXT BIXWAZE TIRKIYE JI EFRÎNÊ DIKARE DERXE'

    Onen destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze hinek bilîze û hebûna xwe ya li Efrînê bikar bîne û got: "Lê Rûsya vê yekê niha nake problem. Lewre Rûsya çi wext bixwaze Tirkiye ji Efrînê dikare derxe. Eger Rûsya qada hewayî ya Efrînê bigire, Tirkiye nikare hefteyekê jî li Efrînê bimîne. Hezên ku hatin hewara YPGê û yên din eger qada heawayî were girtin, dikarin hefteyeke de Tirkiye ji Efrînê derxin. Ev yek jî destê Rûsyayê de ye. Lavrov bi daxuyaniya xwe peyameke da Tirkiye û got ku florta ku hûn bi Amerîkayê re dikin nayên hesabên me. Lavrov xwest vê yekê bi wan bide fêmkirin. Wekê Trump, Erdogan jî saetên wan hev du nagirin. Îro tiştek dibêje, sibê tiştek din dibêje. Erdogan ji bo rayagiştiya welatê xwe tiştek wiha dibe gotibe."

    Bi heman mijarî:

    Medvedev: Ji bo şirketên ku ji mueyîdeyên Amerîkayê bandorgirtî dê dewlet alîkariyan bike
    Nûnerê Serokê Olî yê Îranê: Em dikarin Îsraîlê ji nav bibin
    Mattis: Em ê nekevine şerê Sûriyê, armanca me têkbirina DAIŞê ye
    Pompeo daxwaza bergiriyên tund li himberî Sûriyeyê kir
    Rûsya: Tehdîdên bikaranîna hêzê li dijî Sûriyeyê binpêkirina rêziknameya NY ye
    Etîketan:
    rageşî, stratejî, Sputnik, Ekrem Onen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de