00:47 26 Nîsan 2018
    Şam - Sûriye

    'Rûsya dê ji bo Sûriyeyê helwesteke nîşan bide ku diyar bike, tişan bi du pîvanan napîve"

    © REUTERS / Omar Sanadiki
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Serokê Navenda Komarî ya Lêkolînên Ewlehiyê li Bexdayê şirovekarê leşkerî yê Iraqê Muetez Mihê Ebdulhemîd diyar kir ku êrîşa muhtemel a Amerîkayê li ser Sûriyeyê zehmet e û got ku Rûsya dê helwesteke wiha nîşan bide ku pê diyar bike ku aştiya cîhanê dixwaze û siyaseta wê jî siyaseteke alîseng e û bi du pîvan/standardan tiştan napîve.

    Serokê Navenda Komarî ya Lêkolînên Ewlehiyê li Bexdayê şirovekarê leşkerî yê Iraqê Muetez Mihê Ebdulhemîd ji Sputnik Kurdistanê re rewşa Sûriyeyê, gefxwarina Amerîkayê li Sûriyeyê û helwesta Rûsya û welatên derve şirove kirin û got, "ez bawer im ku Amerîka, bi taybetî hevpeymanên wê Brîtanya û Fransa li ser gurzeke leşkerî (lêdana leşkerî) li himberî Sûriyeyê birijd in, lê belê bi min ew gurze hinekî zehmet e, ji ber helwesta Rûsyayê tund e û Rûsya dibêje, ‘ev êrîşa Amerîkayê dê rewşa herêmê bêtir aloz bike û ne di berjewendiya Sûriyeyê û wan welatên din de ne ku niha hêzên wan ên leşkerî li ser xaka Sûriyeyê hene."

    Ebdulhemîd diyar dike ku niha li himberî gurzeke leşkerî ne wek a gurza leşkerî ya par in ku Amerîkayê li Sûriyeyê pêk anîbû û ez bawer im ku ev destwerdana vê carê ya Amerîkayê, destwerdaneke lojîkî nîn e û ragihandina şerî li himberî dewletekê pêwîst e ku ji aliyê Neteweyên yekbûyî û biryarên navdewletî were piştrastkirin.

    Pirsyarên Sputnik Kurdistanê û bersivên Serokê Navenda Komarî ya Lêkolînên Ewlehiyê li Bexdayê şirovekarê leşkerî yê Iraqê Muetez Mihê Ebdulhemîdwiha bûn:

    "TI BERJEWNEDIYA GELÊN SÛRIYEYÊ DI ÊRÎŞA AMERÎKAYÊ DE TINE"

    Ev gurza Amerîkayê dibêje, dê li dijî Sûriyeyê bike gelo dê wek a par be?

    Amerîka fêrî cûreke êrişkirinê bûye. Her wek çewa berê li dijî rejîma Sedam Huseyinî jî bi kar dianî ku çend cih dest nîşan dikirin û êriş dikir ser wan cihan. Dibêje ev gurzên leşkerî bo berjewendya gelên Sûriyeyê ne, lê hîç berjewendyeke gelên Sûriyeyê tê de nîne û welatekî ku aştiya cîhanê diparêze, pêwîst e ku berjewendiya gelên Sûriyeyê li ber çav bigire.

    "KILÎKA PIRSGIRÊKA SÛRIYEYÊ DI DESTÊ RÛSYA, ÎRAN Û TIRKIYEYÊ DE YE, NE AMERÎKA"

    Gelo helwesta Rûsyayê dê li himberî gurzeke wiha çawa be?

    Min dixwest behsa helwesta Sûriyeyê bikim ku dê helwesteke nerm be û dê hewl bide di çarçoveya dîplomasiyê de karê xwe bike. Niha kilîla pirsgirêka Sûriyeyê di destê sê welatan de ye; ew jî Rûsya, Îran û Tirkiye ne, ne Amerîka ye. Îca ez bawer im, Rûsya dê helwesteke wiha nîşanî cîhanê bide ku tê de diyar bike ku aştiya cîhanê dixwaze û siyaseta wê jî siyaseteke alîseng e û bi du pîvan/standardan tiştan napîve.

    "TIRKIYE DIXWAZE NÊZÎKÎ RÛSYA Û ÎRANÊ BE"

    Eger Amerîka êrîş bike, helwesta Tirkiyeyê dê çawa be?

    Ez bawer im, Tirkiye dê xwe ji Rûsya û Amerîkayê dûr bigire û dê nekeve çi eniyeke ji wan eniyan. Tirkiyeyê ji bo stratejiyeke leşkerî, têgihiştinek li gel Rûsya û Îranê çêkiriye lê helwesta Tirkiyeyê ji bo vê pirsgirêkê gelekî giring e, ji ber ku hêzên Tirkiyeyê li ser sînorên Tirkiye û Iraqê hene û ev yek jî sengîna rola Tirkiyeyê di alîsengî û hevkêşeyê de diyar dike. Bi ramaneke din, Tirkiye bêtir dixwaze nêzîkî Rûsya û Îranê be, ji ber ku berjewendiyên wê li Sûriye û Iraqê wiha dixwazin û li himberî vê jî Amerîka niha hewl dide bingehên xwe yên leşkerî li Tirkiyeyê kêm bike. Niha li Amerîkayê li bakurê Sûriyeyê bingeh ava kirine û li Hewlêr û Silêmaniyê jî çend bingehên leşkerî hene. Ji bilî wan jî bingeh li Iraqê jî ava kirine. Ev yek wiha nîşan dide ku Amerîka di siberojê de dê siyaseta xwe hinekî biguherîne û ji dêva bingehên li Tirkiyeyê dê bingehên li Herêma Kurdistan û bakurê Sûriyeyê bi kar bînin.

    "HEMÛ WELATÊN EREBAN LI GEL AMERÎKAYÊ NE"

    Gelo helwesta dewletên erebî dê li ser vê çi be?

    Hemû welatên ereb piştgiriya êrîşa Amerîkayê li ser Sûriyeyê dikin. Îca ev bi bêdengî yan jî bi şermî be jî, wiha ye, ji ber ku hemûyan hevpeymanên Amerîkayê ne û rêkeftinên stratejîk, siyasî, ewlehiyê li gel Amerîkayê îmze kirine, bi taybetî jî welatên kendava erebî û Iraqê. Rast e, hikûmeta Iraqê ragihand ku di wê mijarê de bêalî ye lê her li gel Amerîkayê ye

     

    Bi heman mijarî:

    Dîplomatê amerîkayî: Divê Amerîka bandora Îranê ya li Iraqê sînordar bike
    Amerîka: Ti rastiya nûçeyên barkirina ji Încîrlikê nîne
    Rûhanî: Amerîka û Îsraîl difikirin Sûriye perçe bibe
    Amerîka: Pêwîst nake em li Sûriyê bimînin, em ê bi 'şirîkên herêmî' re bixebitin
    Rûsya: Amerîka ji bo hebûna xwe ya li Rojhilata Navîn kaoseke bi kontrol dixwaze
    Welatên Rojhilat û Amerîka derewên xwe yên di derbarê Sûriyê de didomînin
    Etîketan:
    Muetez Mihê Ebdulhemîd, Kurdistan, Iraq, Îran, Tirkiye, Rûsya, Amerîka, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de