06:54 18 Hezîran 2018
Şerê li Şingalê

Berwarî: Bila Iraq Xweseriya Demokratîk a Şingalê nas bike

© AP Photo / Seivan Selim
Nêrîn
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 30

Şandeyeke Kongreya Neteweya Kurd(KNK) bo du rojan serdana bajarê Şingal û deverên êzidiyan kir û hinek civîn li gel rayedarên xelkê deverê li dar xistin.Endamê KNKê Dr. Kameran Berwarî diyar kir ku xelkê Şingalê dixwaze, Iraq Xweseriya Demokratîk a Şingalê nas bike.

Endamê KNKê Dr. Kameran Berwarî ku ew jî di nav wê şandeyê de bû, ji Sputnik Kurdistanê re behsa armancê serdanê kir û ragihand ku şandeyeke KNKê û çend rewşenbîr û kesayetên welatparêz bi armanca hînbûna rewşa herêma Şingalê di ware siyasî, ewlehî, leşkerî û aborî de û herwiha rewşa welatiyan bi giştî û bi taybetî piştî vekişîna Hêzên Parastina Gel(HPG) yên girêdayî PKKê, piştgirtina gelê êzidî yê li Şingalê, serdana wê herêmê kir û got, "em niha dibînin ku Şingal ketiye bin gef û metirsiyeke mezin ku armanca wê jî kuştin û qirkirina gelê kurd ji aliyê Tirkiyeyê ve ye."

Pirs û bersivên Dr. Kameran Berwarî wiha bûn:

"BILA RÊYA DUHOKÊ WERE VEKIRIN"

Daxwazên gelê Şingalê çi ne? Di vê qonaxê de ew çi dixwazin?

Me di vê serdana xwe de berpirsyar, rayedar û hejmareke mezin ji xelkê Şingalê dîtin. Daxwaza wan a sereke ew e ku hevpeymanî, Hikûmeta Iraqê û hêzên pêşmergeyên Kurdistanê Şingal û deverên wan biparêzin û misogeriyê bidin wan ku careke din Şingal hevrîşî jenosîdeke din nebe û fermana 75an bi ser Şingalê de neyê. Herwiha pêwîstiya Şingalê bi xizmetkariyan heye, bi taybetî vekirina rêya sereke ya navbera Şingalê û Duhokê, ji ber bêtirî 100 hezar ji xelkê Şingalê dixwaze vegere vegerin lê rê tine û jib o pêvajoya jinûveavakirina herêmê jî xelk bikare bi hêsanî kel û pelên pêwîst bi xwe bibin. Daxwazeke din jî heye ku ji bo wan gelekî giring e, xweseriya demokratîk ya Şingalê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve were erêkirin.

"ŞINGAL BÛYE DU BEŞ"

Çima xelkê Şingalê venagere ser cih û warên xwe?

Bi rastî du sedem hene; yek ‘xelk ji dabînkirina ewlehiyê piştrast nebûye û ew bawerî bi wan re çênebûye ku Şingal careke din hevrîşî êrîşeke dirinde nebe. Ya duyem jî ew e ku rêya sereke ya li gel Duhokê jib o wan bê vekirin ku bikarin bi hêsanî biçin û werin. Piştî PDKê ji devera Şingalê vekişiya, dever dabeşî du deveran bûye, herêmek di bin destê PDKê de ye û herêmek di bin destê Civata Şingalê ya Xweser de ye. Em wek KNKê daxwaz dikin ku ev herdu herêm nemînin û Şingal û deverên wê bi destê xelkê wan werin birêvebirin.

"PKK JI KESÎ ŞERM NAKE"

Hinek berpirsên PDKê dibêjin ku hêzên HPG û YPG li herêma Şingalê mane û derneketine?

Ti hêzeke HPG û YPG li herêma Şingalê nemaye. Tenê hêzên polîs, asayîş û parastina Şingalê ku ji kur û keçên Şingalê pêk tên li vir mane û ew xwe bi xwe îdareya herêmê dikin. Hikûmeta Iraqê jî bi wê birêveberiyê re dide û distîne. Niha Qeymeqamê Şingalê û birêveberê nahiyeya Sinûnê xelkê Şingalê bi erkdar kirine û Şingal û herêmên wê ji aliyê xelkê wê vet ê birêvebirin. Bi rastî, guneh e, eger behane bo dewleta dagirker bibînin jib o êrîş bikin û deverên kurdan dagir bikin, jib o ku kêfa Tirkiyeyê were. Eger HPGê venekişe jî, ew ji kesî şerm nake, çawa gerîla, KCK, PKK ji kesî şerm nekir di dema çûna Şingalê de û ragihand ku ew diçin û dê Şingal û şingaliyan biparêzin, wisa roja derketin jî, wan got ku va ye, em derketin û ji kesekî şerm nekir."

Bi heman mijarî:

Heşda Şeibî banga vegera Şingalê li êzdiyan kir
Erdogan: Emê şevekê ji nişkeva biçin Şingalê jî
Parlamentera PDKê ji bo daxuyaniyên Erdoganî yên Şingalê bi konsulê amerîkî re civiya
Etîketan:
HPG, PKK, Pêşmerge, KCK, PDK, Kameran Berwarî, Duhok, Tirkiye, Iraq, Kurdistan, Şingal
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de