15:41 22 Nîsan 2018
    Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyawî (OPCW)

    Koma pisporên OPCW amadekarîyan dike ku biçe Dûmayê

    © AP Photo / Peter Dejong
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Ji bûroya çapemenîyê ya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyawî (OPCW) hate ragihandin ku di demeke nêz de komeke pisporên OPCW wê ji bo lêkolînkirina êrişên kimyawî yên gengaz ber bi bajarê Dûma yê Sûriyeyê ve bi rê kevin.

    Ji bûroya çapemenîyê ya OPCWê de ji çapemenîya rûsî re hate ragihandin ku koma pisporan niha amadekariyan dike û wê di demeke nêzîk de ber bi Dûmayê ve biçin.

    Îro sekreterîyata teknîkî ya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyawî (OPCW) ji hikûmeta Sûriyeyê daxwaz kir ku ji bo hatina koma pisporan amadekariyên pêwist bikin.

    Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê ji bo zelalkirina îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî bi fermî serî li OPCW dabû. Ajansa fermî ya Sûriyeyê SANAyê jî ragihandibû ku hikumeta Sûriyeyê daxuyandiye ku wê bibe alîkarê ekîba OPCWê û wê piştgiriyê bide.

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Ji bo îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî me OPCW vexwend
    Pûtîn û Merkel li ser mijara Sûriye û Ûkraynayê axivîn
    Sûriye: Êrîşa Îsraîlê bertekeke nerasterast ji serkeftina me ya dijî terorê re ye
    Sûriye: Îdiayên ‘bikaranîna çekên kîmyevî’ wek banda asêmayê tim û tim heman tiştê dibêje
    Rayedarê PDKê: Rojekê dê Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraq bên hilweşandin
    Sûriye: Divê Tirkiye leşkerên xwe ji Efrînê vekişîne
    Etîketan:
    OPCW, Dûma, Lêkolîn, Sûriye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de