02:22 25 Gulan 2018
    Artêşa Tirkiyeyê li Efrînê

    Hîndekarê tirk: Rûsya bi daxuyaniya Efrînê xwest peyamekê bide Tirkiyeyê

    © AP Photo / Lefteris Pitarakis
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 01

    Hîndekar Kerim Has ragihand ku Rûsya bi daxuyaniya Lavrov ya derbarê Efrînê de xwest peyamekê bide Tirkiyeyê. Has li ser helwesta Tirkiyeyê jî got, “Îhtimal heye, Tirkiye aliyê xwe biguherîne. Lê Enqere niha disekine, gelo Amerîka û welatên Rojava dê rasterast operasyonekê li dijî Sûriyeyê pêk bînin an jî dê êrîşeke sembolîk pêk bînin".

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov derbarê operasyona Efrînê de axivîbû û gotibû ku, " Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî ti carî negotiye ku hêzên tirk dê li Efrînê bimînin û piştî bidawîbûna operasyonê, divê Tirkiye kontrola herêmê bide hikûmeta Sûriyeyê. Îro jî Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan bersiva daxuyaniya Lavrovî dabû û got ku "gava dema wê were, em ê Efrînê radestî efrîniyan bikin. Dema radestkirinê ne Lavron lê em diyar dikin." Hîndekarê Zanîngeha Dewletê ya Moskowê Kerim Has li ser mijarê JI Sputnıkê re axivî û diyar kir ku Rûsya bi daxuyaniya Lavrov ya derbarê Efrînê de xwest peyameke bide Tirkiyeyê.

    ‘POZÎSYONA RÛSYAYÊ DI MIJARA SÛRIYEYÊ DE NEGUHERIYE'

    Kerîm Has destnîşan kir ku çend aliyên daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê hene û wiha pê ve çû: "Dema ti li naveroka daxuyaniyê dinêrî, ev yek ne nû ye. Ji xwe ji serî ve pozîsyona Rûsyayê bi vî şiklî bû. Pozîsyona Rûsya ev e ku di çerçoveya yekîtiya axa Sûriyeyê de, herêmên ku di bin kontrola hêzên din ango dewletên din de, gava dem hat radestî hikûmeta Şamê were kirin e. Rûsya ji serî ve vê yekê diparêze. Dema em li naveroka daxuyaniyê binêrin dide nîşandan ku pozîsyona Rûsyayê neguheriye. Di lûtkeya heftaya borî ya li Enqereyê (paytexta Tirkiyeyê) daxuyaniya her sê serokan jî yekîtiya axa Sûriyeyê bû û li ser yekîtî, serxwerî û azadiya Sûriyeyê sekinîn. Em dikarin bibêjin ku her sê serokan li ser vê mijarê li hev kirin."

    ‘AMERÎKA Û WELATÊN ROJAVA BI ÎDIAYA ÇEKÊN KIMYEWÎ DIXWAZIN MOSKOWÊ BÎNIN SER ŞERTÊN XWE'

    Has got: "Ez ne bawerim ku aktorên hevdîtinên Astanayê û yên li Cenevreyê herêmeke ku di bin kontrola Tûrkiyeyê de li Sûriyeyê were avakirin, qebûl bikin. Dema em li naveroka daxuyaniya Lavrov binêrin em dibînin ku pozîsyona Rûsyayê nehatiye guhertin. Lê dema daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov girîng bû. Lewre pêvajoyeke ku ev mehekî ye destpêkiriye ku welatên rojava dixwazin Rûsyayê bixin tengasiyê. Him mijara Skripal him jî îdiaya bikaranîna çekên kimyewî ya li Sûriyeyê, herwiha dê kiryarên wan ti wext neyên nazin, di serî de Amerîka, Brîtanya û welatên Rojava vê yekê ji xwe re dikin hincet û dê bikar bînin. Welatên Rojava bi îdiaya bikaranîna çekên kimyewî dixwazin Moskowê bînin ser şertên xwe."

    ‘RÛSYA BI DAXUYANIYA EFRÎNÊ DIXWAZE PEYAM BIDE TIRKIYEYÊ'

    Has destnîşan kir ku dema daxuyaniya Lavrov gelek girîng e û got: "Lewre Rûsya ji ser Efrînê ve dixwaze peyameke bide Tirkiyeyê. Rûsya di mijara Sûriyeyê de naxwaze ku Tirkiye aliyê xwe biguherîne. Niha di demeke kin de ev îhtîmal tine ye, lê îhtîmaleke bi vî şiklî heye. Sala borî di meha Nîsanê de dîsa li ser îdikaya bikaranîna çekên kimyewî Amerîka êrişî Sûriyeyê kiribû û hikûmeta Tirkiyeyê piştgiriyeke xurt dabû vê êrişa Amerîkayê. Niha dîsa tiştek bi vî şiklî hat rojevê lê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê weka sala borî nekir, diyar kir ku beriya êrişkirinê li ser mijarê lêkolîn were kirin û li gorî vê biyarek were girtin. Enqereyê helwesteke wiha da nîşandan. Lewre hebûna Tirkiyeyê li Efrînê û Sûriyeyê bi destûra Rûsyayê bû. Di ware leşkerî û siyasî de hebûna Tirkiyeyê li wan herêman bo Enqereyê gelek girîng e û ev yek jî bi saya Rûsyayê pêk hat. Tirkiye naxwaze dijetiya Rûsyayê bike."

    ‘LI SER HELWESTA AMERÎKAYÊ ÎHTÎMALE KU TIRKIYE POZÎSYONA XWE YA RÛSYAYÊ BIGUHERÎNE'

    Li ser bersivdayîna Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji bo daxuyaniya Sergey Lavrov ku gotibû divê Efrîn radestî hikûmeta Sûriyeyê were kirin Has got: "Erdogan berteke tûnd nîşanê Lavrov da. Lê ti guhertin di pozîsyona Rûsyayê de tineye. Lê dema daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov girîng bû û di dema ku welatên rojava dixwazin Rûsyayê bixin tengasiyê, Rûsya dixwaze ji ser Efrînê peyameke bide Tirkiyeyê. Texmîna ku Tirkiye aliyê xwe diguherîne ango pozîsyona xwe dewam bike hêj zû ye ku em bikin, lê îhtîmal heye aliyê xwe biguherîne. Lê Enqere niha disekine, gelo Amerîka û welatên Rojava rasterast li ser hikûmeta Sûriyeyê operasyon pêk bînin, anjî wek sembolîk dê êrişê rejimê bikin, bibîne û li gorî ve pozîsyona xwe jî eşkere bike. Tirkiye niha naxwaze têkiliyên xwe ji Rûsyayê qût bike."

    Bi heman mijarî:

    Necmedîn Kerîm serdana nûnerîtiya Rojava ya li Washingtonê kir
    Ji Rûsyayê serlêdana Kurdistana Başûr
    Balyozê Îsraîlê li Wezareta Derve ya Rûsyayê ye
    Sûriye: Ji bo îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî me OPCW vexwend
    Trumpî serdana xwe ya Amerîkaya Latînî ji bo Sûriyeyê betal kir
    Etîketan:
    pozîsyon, peyam, operasyon, Sputnik, Kerim Has
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de