02:37 28 Gulan 2018
Esmexan Dawûd

Endameke ENKSê sedema hevnedîtina HDPê û ENKSê eşkere kir

© Sputnik / Osman Başqalî
Nêrîn
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 02

Şandeke Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ev çend roj e li Herêma Kurdistanê ye û çendîn kombun û civîn ligel partiyên siyasî yên herêmê û parçeyên din lidar xistin.

Cîgira Seroka Partiya Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Suriye û endama Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Suriyê (ENKS) Esmehan Dawud bi Sputnîk Kurdistanê ragihand, "Şanda HDPê ta niha daxwaz ji ENKSê nekiriye ku civînan ligel lidar bixe."

‘HÎÇ TIŞTEKÎ NETEWÎ Û KURDÎ DI BERNAMEYA WAN DE NÎN E'

Derbarê sedema lihevnecivîna ENKSê û şanda HDPê Esmehan Dawud raghand, "Me weku ENKSê peywendî bi nûnerên HDPê li Herêma Kurdistanê ve kir ji bo ku bi hev re civînekê lidar bêxîn, lê gotin baş e eger derfet hebû. Derbarê sedemên wê yekê ku ji bo çi şanda HDPê nexwast ligel ENKS ê bicive? Da xuyakirin ku "ew ne partiyeke kurdî ye û ENKSê qebul nake û hîç tiştekî netewî û kurdî di bernameya wan de nîn e."

‘ŞANDA HDPê BI MEREMA XURTKIRINA YEKRÊZIYA KURDAN Û LIDARXISTINA KONGREYA NETEWÎ SERDANA KURDISTANÊ KIR'

Tê gotin ku şanda HDPê bi merema xurtkirina yekrêziya kurdan û lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê serdana Herêma Kurdistanê kiriye ji boy ku ji nêz ve nerîn û boçûnên partiyên siyasî li herêmê û parçeyên din bizane û gotubêj bike.

Bi heman mijarî:

ENKS: Dewleta tirk berpirsyarê ziyana li Efrînê ye
ENKS: Em li dijî operasyona Efrînê bûn û li dijî operasyonên din ên Tirkiyeyê ne jî
TEV-DEMê bangî ENKS û Partiya Yekîtî kir
ENKS: Nabe Tirkiye şerê xwe yê bi PKKê re bîne nava axa Sûriyeyê
ENKS: Dijberiya Sûriyeyê pabendî bi peymana me nekir
ENKS ji bo Efrînê bi nûnerên alman re civiya
ENKS: Operasyona Efrînê dê PYDê bihêztir bike
'ENKS li dijî biryara Dijberiya Sûriyeyê ye'
Etîketan:
Esmehan Dawud, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de