06:53 18 Hezîran 2018
Partiyên kurdî-hilbijartin

Gelo ji bo ‘eniya kurdan a hilbijartinê' şertên partiyên kurdî çi ne?

© Sputnik / Sertaç Kayar
Nêrîn
Lînkê kurt
Sertaç Kayar
0 0 0

Gelo partiyên kurd ji bo hilbijartinan li heremê dikarin tifaqekê ava bikin an na? Ji bo partîyan şertê tifaqê çi ne? Ajansa Sputnik Kurdistan li bersiva van pirsa gerîya û nunerên HDP, PSK, PAK, OSP, HAK-PAR û Hereketa Azadi ji bo ‘eniya kurdan a hilbijartinê' şertên xwe vegotin.

Li Tirkiyê nîqaşên têkildarî hilbijartina 2019an berdewam dike. Piştî tifaqa AKP û MHPê, partiyên din jî ji bo tifaqek giştî ketin nava hewldanan. Bi sedema ku daxwazên Partîya Saadet (SP) ji aliyê AKPê ve nehate qebûlkirin SPyê jî li dervê tifaqa AKP û MHPê ma. Niha çavê raya giştî li CHP, HDP, IYI Partî Û SPyê ye. Gelo dê tifaqek çêbibe an na? Her çar partî jî xwe durî tifaqê nagirin lê gavek berbiçav hêj nehatîye avêtin. Ji bo hilbijartinê mijarek girîng jî dengê kurdan e. Demek dirêje tifaqek kurdan tê nîqaş kirin lê hêj tu encam derneketîye holê. Gelo partiyên kurd li heremê dikarin tifaqekê ava bikin an na? Ji bo tifaqekê şertê partîyan çi ne? Ajansa Sputnik Kurdistan ji nûnerên partiyên kurd ev mijar pirskir.

6 PARTIYÊN KURD ‘PROTOKOLA ENIYA KURD' AMADE KIR

Demek dirêje di navbera PAK, HAK-PAR, PSK, PDK-Bakur, PDK-T û Hereketa Azadiyê ji bo yekîtiya eniyeke neteweyî hewldanek heye. 6 partiyên kurd ji bo ku di hilbijartinên herêmî û hilbijartinên parlamentoyê de eniyeke Kurdî ava bikin, dest bi hevdîtinan kirin. Hevdîtin ev 2 meh in berdewam dikin û dê heta mehekê encama van hevdîtinan bê eşkerekirin. Lê li gorî agahiyan heta niha ti pirsgirêkeke cidî ku xebata yekitiyê asteng bike derneketiye holê. Li gorî agahîyan, protokolek jî hatiye amadekirin û êdî tenê erêkirina meclisa giştî ya partiyan maye. Li gorî agahiyan eger HDP protokola ku hatiye amadekirin bipejirîne dikarin bi wê re jî yekitîyekê ava bikin. Têkildarî naveroka protokolê de agahî tune ye, lê li bendeye ku di rojên pêş were aşkere kirin.

HDP: ŞERTÊ ME BERJEWENDIYÊN GELÊ KURD E

Hevserokê HDPê yê Amedê Şerif Camci têkildarî tifaqek kurd de dibêje ku dikarin bi yên ku berjewendiyên gele kurd li pêş digirin bi axivin û wiha got "Weke HDPê em ê xebatên xwe yên têkildarî tifaqê de di rojên pêş de zelal bikin. Aniha em nikarin tiştekî bêjin, lê em berjewendiyên gelê kurd li pêşiya her tiştî digrin. Ji bo wê em dikarin bi yên ku bi gelê kurd û meseleya kurd re bihîzyarin re bi axivin."

PSK: ŞERTÊ ME BINGEHEK DEMOKRATÎK Û NETEWEYÎ YE

Sekreterê Giştî yê PSKê Mesut Tek jî têkildarî tifaqê de wiha dibêje: "Ya girîng ew e ku gerana tifaqê dê xizmeta demokratîkbûna Tirkiye û çareserîya meseleya kurd bike an na. Di vê çarçoveyê de weke partiyên kurd em tifaqa bi partiyên ku xwedî feraseta çareserîya meseleya kurd in girîng dibînin. Di vî nuqteyê de çi bikeve ser milê me em ê bikin. Pêşanî ya me çareserkirina meseleya kurd û demokratîkbûna Tirkiyêye. Ji bo wê em dikarin bi hemu kesan re tifaqekê ava bikin. Em aligirê ku partiyên kurd bi bingehek demokratîk û netew werin cem hevdu.

PAK: EM PARASTINA TIFAQEK KURDISTANÎ YA HERÎ BERFIREH DIKIN

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik jî wiha axivî: "Me pêşnîyarîya eniyeke kurd a hilbijartinê kiribû. Ji bo eniya kurd ya girîng prensîp in. Em parastina tifaqek Kurdistanî ya herî berfireh bi yên ku dibêjin hebuna gelê kurd û Kurdistanê, perwerdehîya bi zimanê zikmakî, şertê xweserîya rêveberiyên heremî a Ewropa, li dijî derketina şer û rewşa awarte dikin. Alternatîfame ya tekane eniya kurd a hilbijartinê ye. Armanca me ew e ku kurd weke alîyek derkevin pêşberî Tirkiye."

OSP: DIVÊ BERNAMEYEK DI SER PARTIYA DE WERE AMADE DIKIN

Serokê Giştî yê OSPê Sinan Çiftyurek jî wiha dibêje: "Divê kurd bi her çar parçeyan re werin cem hev û nirxandinekê bikin. Em bang li partîyan dikin ku hestên gel di bala xwe xin û bernameyek di ser partîyan re amade bikin. Eniya kurd pêwiste. Divê kurd di serî de di navbera xwe de eniya hilbijartinê ava bikin û piştre jî bi hêzên demokrasiyê ên Tirkiyeyê re eniya demokrasiyê ava bikin."

HAK-PAR: MESELA KURD Û ÇARESERIYEK AŞITIYANE Û FEDERAL

Serokê Giştî yê HAK-PARê Refik Karakoç jî got "Em dikarin bi yên ku di mijara çareserkirina mesela kurd de li hev bikin û bi axivin. Ji bo aşitî û azadi were Tirkiye em dikarin bi herkes ên ku me di bernameyê de li hev kiriye re hevdîtinan bikin. Li gorî prensîbên me û yên ku ji bo çareserkirina meseleya kurd di çarçoveya aşitîyane û federal difikirin û qebûl dikin re em dikarin bibin hevbeş."

HEREKETA AZADÎ: DIVÊ KOMEK KURDISTANÎ WERE AVA KIRIN

Berdevkê Hereketa Azadi Ayetullah Aşiti jî dibêje "Ji bo em bibin xwedî Kurdistanê divê komek Kurdistanî were avakirin. Heta ku em nebin yek em ê ji yên di re bibin êm. Berîya tifaqa partiyên kurd divê rewşebir, sîyasetmedar û nivîskarên kurd werin cem hev û ji bo yekitîya gele kurd bingehekê ava bikin."

Bi heman mijarî:

PDK-Bakur: Divê kurd jî û partiyên wan jî di çarçoveya nêrîna millî de tevbigerin
5 partiyên kurd Bereya Kurdistanî ava kirin
Civîna di navbera Serokwezîrê Îraqê Ebadî û partiyên Kurd de bi dawî bû
Helwesta partiyên kurd bo Efrînê: Şikestina Efrînê şikestina hemû kurdan e
Hemû partiyên kurdan: Dewleta Tirk dixwaze kurd nebin xwedî statu
Ji 6 Partiyên kurd û Îranî daxuyaniya hevbeş a xwepêşandanan
Etîketan:
partî, kurd, hilbijartin, Sputnik, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de