17:00 25 Nîsan 2018
    Celîlê Celîl - Folklora Kurdî - Wardoz

    Bahoz Baran: Edebiyata modern nikare bê folklorê hebe

    © Foto : Bahoz Baran
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Mevlut Oguz
    0 50

    Bahoz Baran dibêje "dema mirov bala xwe dide xebatên Celadet Elî Bedirxan, Hawar û Ronahî û Roja Nû, çemê folklorê û yê rêzimanê ligel hev diherikin; lê vê taliyê kurd ji wê mîrateya folklorê bê par mane yan jî wek ku li wan wisa hatiye ku folklor ne tiştekî mihîm e, lê jiyana kurdan bi xwe folklorîk e. Folklor ketiye nav ruhê vî miletî."

    Nivîskar, zimannas û edîtorê weşanxaneya Wardozê Bahoz Baran ji Spûtnîk Kurdistanê ra axivî û behsa folklorê, folklora kurdan, wek derfeteka nivîsê folklora kurdan û weşanxaneya folklorê Wardozê kir. Baranî da zanîn ku wan ji bo avakirina Weşanxaneya Wardozê salek-du sal nîqaş kirine û got:

    ‘KURD AXIVÎNE, BI HEZARAN SALAN AXIVÎNE Û AFIRANDINE'

    "Ji bo avakirina Wardozê me salek-du sal nîqaş kirin û berî ku Wardoz bê avakirin jî em dûr û dirêj li ser axivîn. Êdî em dixwazin tiştên eslî bikin, ne ku tiştên wisa ku însan xwe pê mijûl bikin û her vegerin serî. Dema mirov ji ciyekî şaş dest pê bike dawiya dawî mirov dê vegere serî. Ger tu wek avahiyekê lê bifikirî, bingeha vî karî gotina kurdan e; kurd axivîne, bi hezaran salan axivîne û afirandine, kurd bi gotinê ‘he'bûne û ‘he'dibin. A ku nehatiye kirin neqilkirina vê gotinê ye, ev gotin divê neqlî warê zanîn û hunerê bibe, ev gotin divê ‘ber' bixwe ku ‘ber'dewam bike.

    Nivîskar, zimannas û edîtorê weşanxaneya Wardozê Bahoz Baran
    © Foto : Bahoz Baran
    Nivîskar, zimannas û edîtorê weşanxaneya Wardozê Bahoz Baran

    ‘KURDAN BÊHTIR BERÊ XWE DA RÊZIMANÊ Û KURD JI WÊ MÎRATEYA FOLKLORÊ BÊ PAR MAN YAN JÎ WEK KU LI WAN WISA HATIYE KU FOLKLOR NE TIŞTEKÎ MIHÎM E, ALAVEK E Û A WISA LI WIR MAYE'

    Baran ragihand ku Weşanxaneya Wardozê dê tenê ne berhemên folklorîk çap bike lê bingeha wê, damarên wê yên xurt, bi piranî dê pirtûkên folklorê bin û weha pê da çû, "Eger berhem xwe bigihînin asta xurt û zengîn a folklorê belkî em roman û çîrok û helbestan jî çap bikin lê eger qels û kêm bin em çap nakin. Wextê me weşanxaneya xwe ava kir, me hin prensîb ji xwe ra danîn, me got em ê hemû xebatên xwe bi zimanê xwe, bi çi zaravayî dibe ferq nake lê em ê bi kurdî çap bikin. Divê mirov bi her awayî hesabê zimanê xwe bike, ji pirtûkên dîrokê bigire heta yên zanistê û yên erdnîgarî û tarîxê.. Berhemên di vî warî da hatine çapkirin ji sedî heştê ne bi kurdî ne, bi zimanên serdestan hatine nivîsîn. Ev jî rê li ber ramîna bi kurdî digire. Dema ji weşanxaneyan sebeba vê yekê tê pirsîn, belkî ne xwedî qîmet be jî, dibêjin ‘nayê xwendin', ev gotina wan çi ye hûn dizanin, yanî dixwazin bibêjin, ‘Di van waran da Kurdî pere nake. Yan jî di van waran da em ji zimanên din pereyan qezenc dikin.' Eger mirov dilsoz be, bi min divê mirov serê ewil bi zimanê xwe ra dilsoz be, bi min bêhna sextekariyê ji wê gotinê tê. Mirov nikarê bibêje ‘nayê xwendin'. Ger neyê xwendin tu yê terka zimanê xwe bikî? Na, tu mecbûr î zimanê xwe bidî xwendin. Loma jî van demên dawiyê dinêrim, wextê mesele bêhtir dibe teorî, raman, felsefe, zanist û ziman diyar e, kurdên me bi tenê çîrokan dinivîsin, helbestan dinivîsin û qeweta wan tê bigihîje jî romanan dinivîsin. Kurdî, ne ev tenê ye. Em ê heta dawiya emrê xwe helbest, çîrok û romanan bixwînin? Yanî gerek hinan pêşengiya vî karî bikira. Me ev tişt daye pêşiya xwe. Em ê bikin. Lewra di her warî da çi dibe bila bibe em ê di hemû waran da berhemên xwe bi kurdî çap bikin, ew jî prensîbeka me ye ku me daniye û mirov dikare vî tiştî li ber hemû weşangeriya kurdî jî dayîne. Ka bala xwe bidin xebatên heftê heştê sal berê, hûn ê bibînin ku doza Kurdî doza man û nemanê bûye. Hîn jî wisa ye. Di vê doza hanê da lazim e tu jî mil bidî vî zimanî.

    'A RAST, ME KURDAN QÎMETA FOLKLORA XWE NEZANIYE, RENGÊ JIYANA ME GUHERÎ'

    Baran, di berdewamiya axaftina xwe ya ji bo Spûtnîkê got, "A rast, me kurdan qîmeta folklora xwe baş nezaniye. Rengê jiyana me guherî. Belkî em ji bo kurdên bakur vêya bibêjin. Heta niha di vê saziyeka folklora kurdan bihata avakirin û kurdan vê mîrateya xwe bi ser hev da bidaya. Em li benda çi ne ez nizanim. Celadet Elî Bedirxan di Hawraê da dibêje, folklora kurdan dikare qayîşê bi folklora dinyayê ra bikişîne. Divê ji bo folklora kurdan em seferber bibin, çimkî jiyana kurdan diguhere û folklor li hemberî demê êdî wek berê nikare li ber xwe bide. Edebiyata me ya modern jî pir sûd ji folklora xwe wernegirtiye, vê gavê pirêzeya wê li meydanê ye, tiştekî rast û dirust jî bi ser bêjinga wê neketiye. Edebiyata modern ji folklorê xweyî nebe nikare li ser pêyan bisekine, nikare xwe bigihîne cewhera zimanê kurdî. Wextê em dibêjin folklor jî em qala tiştekî mirî, tiştekî li ciyekî sekinandî jî nakin; folklor zindî ye, folklor kurdî ye, gerek mirov wê yekê bijî. Jiyana kurdan, jiyaneka folklorîk e. Însanên bajaran bi piranî navê giyayan nizanin, navê daran nizanin; ji hemû daran ra dibên dar, ji hemû giyayan ra dibên giya, eynî wek zarokan, bê hûn çawa mezin dibin, hûrgiliyan nizanin, wisa li kurdên bajaran hatiye. Ji kurdîtiya xwe dûr ketine. Rewşeka pir trajîk e. Jiyana li bajaran li kurdan nefesilî ye. Gelek kurd, bi zorê hatin ketin bajaran û jiyana wan, peyvên wan li gund û waran man. Li bajaran berê peyva kurdî pir fireh nîn e. Peyva ku li gundan dihat gotin li gundan ma, maneyeka din lê nehat barkirin, ciyekî nû jê ra nehat çêkirin, berê peyvê nehat firehkirin û hebana nivîskarê ku îro bi kurdî dinivîsin teng e, gelek peyvên xwe ji ferhengan hîn dibin. Kurdên bişaftî dixwazin edebiyatekê ava bikin. Kal û pîrên me, ferhengên wan tune bûn, dijiyan; bêhn dikirin, tehm dikirin, ew tiştên hanê didîtin. Derfetên wan hebûna, wan binivîsanda dê ji me pir çêtir bûna. Em bûne wek robotan. Em zêde hay ji vê kaosa ku em bi xwe tê da ne nîn in, em ji vê rewşa xwe ya trajîk pir haydar nîn in."

    ‘TEORIYA FOLKLORÊ DIBÊJE KU ÇI ÇAWA HATIBE GOTIN, LAZIM E WISA BÊ NIVÎSÎN. EV QAÎDEYA HANÊ GELEK CARAN HATIYE PÊPESKIRIN'

    Pirtûkên Folklora Kurdî - Wardoz
    © Foto : Bahoz Baran
    Pirtûkên Folklora Kurdî - Wardoz

    Baran "Kêm-zêde em li ser teoriya folklorê jî dixwînin û em li ser zimanê devkî-nivîskî jî xebitî ne û karê deşîfrasyona metnên folklorê, em herf bi herf, peyv bi peyv em lê çûne, diçin. Dema hin xebat tên ber destê me, em dizanin ku kesê ku ev deşîfre kiriye gotinên xwe jî lê zêde kirine yan na. Teoriya folklorê dibêje ku çi çawa hatibe gotin lazim e wisa bê nivîsîn, ev qaîdeya hanê gelek caran hatiye pêpeskirin, di vî warî da em bi rêk û pêk dixebitin û haya me ji teorî û pirtûkên folklorê heye û me dersên folklor û berhavkariyê jî dane hevalên xwe. Wardoz berî ku were avakirin salek-du salan me nîqaşa wê kir, êdî em dixwazin tiştên eslî bikin, ne ku tiştên wisa ku însan xwe pê mijûl bikin û her vegerin serî.

    ‘PROBLEM EW E KU, KURDÊN KU DINIVÎSIN KURDÊN CIWAN IN, MAMOSTE NE, XWENDE NE LÊ ZANÎNA WAN BI ZIMANÊ SERDESTÊ WAN E'

    Eger haya te ji vê mîrateya kurdan baş tune be, gotinên xwe, peyvên xwe baş nezanî bawer bike tu nikarî tiştekî nû lê bikî. Bo nimûne, edebiyata modern nikare bê folklorê hebe, em nabêjin bi temamî bila xwe bixe nava qalibên folklorê lê taliya talî bê avakirin jî dê di ser wê ra bê avakirin. Problem ew e ku, kurdên ku dinivîsin kurdên ciwan in, mamoste ne, xwende ne, lê zanîna wan bi zimanê serdestên wan e. Zimanê wan ê ku pê edebiyatê lê dikin, zimanekî rijî ye, xav e. Kal û pîrên wan nema ji wan fam dikin. Dema mirov baş bi folklorê dadikeve mirov baştir dibîne ku zimanê wan çawa ji zemîna xwe şemitiye. Ê me em wî zimanê xav, wî zimanê ku xelk jê ra dibêje 'akademîk', em wî zimanê beravêtî qebûl nakin, berhemên ku bi wî zimanî hatibin lêkirin jî em qebûl nakin.

    ‘JI XEYNÎ WÊ FOLKLORÊ KU EM QALA WÊ DIKIN, SERHEVDEYEKE KURDAN A KU MIROV BIDE SERHEV Û BEHS BIKE TUNE YE'

    Baran da xuyakirin ku wextê ku gotin hatiye ser folklora kurdan, me diye çavê însanên me çawa çirûsiye, çawa şewq daye, însanan xwe li folklorê girtiye, çimkî ji xeynî wê folklorê ku em qala wê dikin, serhevdeyeke kurdan a ku mirov bide serhev û behs bike tune ye, ji xeynî wê gotina ku kirine pê ve serhvedeyek tune ye. Loma jî folklor bi min tiştekî pir pir muhîm û cidî ye. Hebûna kurdan e. Me weşanxana xwe li ser damarên folklorê ava kir, niha hîn nû ew toz û gemara li ser folklorê radibe û însanên me êdî hêdî hêdî haydar dibin ku mîrateyeke wan î xurt a wek folklorê li meydanê heye lê heta niha bi awayekî bi rêk û pêk ev mîrate nehatiye meydanê. Em hewl didin vê serhevdeyê, vê mîrateyê bidine serhev û çap bikin."

    ‘BI YA MIN KU NE ZEMÎNA FOLKLORÊ BE, TU WAN TOVÊN KURDÎ LI KU BIÇÎNÎ DÊ ZÎL NEDE, DÊ WEK TIŞTEKÎ BERAVÊTÎ BE'

    Baran, di dirêjahiya axaftina xwe da ev tişt gotin, "zemîna ku tu lê yî eger zemîneka şaş be, bi ya min ku ne zemîna folklorê be tu wan tovên kurdî li ku biçînî, dê zîl nede û dê wek tiştekî beravêtî be. Ez nabêjim bi temamî mirov xwe di nava qalibên kurdî û folklorê da jî bifetisîne, çimkî di folklorê da jî gelek gotinên klîşe hene. Lê wextê ku tercîha te dibe nivîs û dema îdiaya te nivîskariyeke modern be tu dikarî jê kêm bikî, lê zêde bikî, xerab bikî, çêbikî. Pişteka qewî ye folklor, Ehmedê Xanî pişta xwe daye Memê Alan, ji wê destanê tiştekî nû çêkiriye. Feqiyê Teyran xwe li gotina gelî girtiye. Cegerxwîn, di nav gelî da bûye, ji folklorê xweyî bûye. Mirov, nikare ji asasê xwe, ji eslê xwe dûr bikeve, her gîya li ser koka xwe şîn tê. Edebiyata modern helbet di gelek waran da ji edebiyata gelêrî vediqete, lê ziman, ziman hema wisa ji nû ve, bê bingeh bê asas û kok nayê afirandin. Ziman zemîn e, bê wê nabe. Îro roj ew tişta ku li ser navê edebiyata modern tê kirin, hinekî bê ziman e, bê zemîn e, hinekî lalome ye, eger sibê roj kurd bi zimanê xwe perwerde bibin, bi ekla zimanê xwe bihesin, li zimanê xwe vebin bawer bike belkî ji sedî şêstê vê edebiyatê jî here ser sergoyê, ji bo sibêrojê îhtimaleka wiha jî heye."

    ‘DI NAVA VÊ GEREMOLÊ DA ÎMKANÊN WE ÇI NE, KÎ XWE DIDE BER VÎ BARÎ?

    Li ser pirsa di nava vê geremolê de îmkanên we çi ne, kî xwe dide ber vî barî Baran da zanîn ku ku îmkanên xwe, ew bi xwe diafrînin: ‘Çavê li deriya, xwelî li seriya.' dibêjin. Berî her tiştî divê mirov xema karê xwe bixwe, mirov ne xemxurê karekî be ew kar naçe serî. Em xemxurê vî karî ne. Em ji folklorê, em ji zimanê xwe hez dikin. Li dewletên din, ji bo karên zimanî, ji bo karên folklorîk, ji bo karên hunerî destekên dewletan, burjûvaziyan hene. Ê me jixwe halê me li ber çavan e. Burjûvaziyeka Kurdan heye, îmkanên wan jî hene, hinek ji wan hewl didin ku tiştinan bikin lê gelek ji wan bi warê kurdî danakevin, xema kurdî naxwin, ev tiştên em qala wan dikin ne li ser bîr û bala wan e.

    Bi heman mijarî:

    Ji 16 kesên koma folklorê ku çûbû Macarîstan 11an jê îltîca kir
    Kemanjenê kurd Mihemed Zaza, li Qesra Çandeyî ya Qiraliyeta Urdunê
    Wezreta Çande û Ciwanan derbarê rawestandina weşana NRTyê de daxuyaniyek da
    Neteweyên Yekbûyî: Li Tirkiyeyê çand û malên kurdan tên tunekirin
    Li Stenbolê organîzasyoneke xwendekarên kurd a çand, huner û sosyalîzasyonê: Chalak Events
    ‘Çand û hûnera kurdî weke erdnîgarîya me bûye çar parçe'
    'Li Amedê çand, dîrok û xweza dê dibin avê de bimînin'
    Peyamnêrê ku Helebce da bihîstin Ozturk: ‘Rêya herî xurt a danasîna serxwebûnê, çand e'
    Hunermendê kurd Şahram Nazerî xelata 'çand û hunerê' wergirt
    Li Wanê qedexeya çand, reng û kelepûra kurdan dîsa dest pê kir
    Etîketan:
    Wardoz, Weşanxane, Folklora Kurdî, Folklor, çand, weşan, ziman, kurdî, Kurd, Spûtnîk Kurdistan, Feqiyê Teyran, Celîlê Celîl, Bahoz Baran, Ehmedê Xanî, Cegerxwîn, Amed, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de