17:21 25 Gulan 2018
Hevseroka HDPê Pervin Buldan li Hewlêrê

Buldan: Sedema serdana me, kongreya neteweyî ye

© Sputnik / Osman Başqalî
Nêrîn
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 40

Hevseroka HDPê Pervin Buldanê ragihand ku sedema serdana wan, peydakirina zemînekê ye ji bo kongreya neteweyî û avakirin yekîtî û hevgirtiyan kurdan e û diyar kir ku di serdana xwe ya Silêmaniyê û civînên xwe yên li gel Goran û YNKê de jî dê heman tiştan bibêjin.

Şandeya HDPê ku duh gihiştibû herêma Kurdistanê û bi rayedarên Herêma Kurdistanê û partiyên siyasî re civiyan. Herwiha biryar e ku roja duşemê jî serdana bajarê Silêmaniyê bikin.

Heyeta HDPê ji hevseroka giştî partiyê Pervin Buldan, Parlamenterê Rihayê Osman Baydemir, Parlamenterên Amedê Îmam Taşçier, Feleknas Uca û Parlamenterê Agiriyê Berdan Ozturk pêk tê.

Peyamnêrê Sputnik Kurdistanê derbarê sedema serdana Herêma Kurdistanê bi Hevseroka HDPê Pervin Buldanê re axift. Buldanê diyar kir sedema serdana wan ew e ku zemînekê ji kongreya neteweyî û avakirin yekîtî û hevgirtiyan kurdan re bê peydakirin.

"ME SERDANA XWE YA PÊŞÎ BO VÊ DERÊ KIR"

Buldanê wiha dewam kir: "Duh di civîna me ya li gel brêz Mesûd Barzanî û Necirvan Barzanî de jî me ev anî ziman. Di civîna xwe de me got, êdî divê yekitiya gelê kurd bê avakirin û ji bo vê jî divê bingehek vê çêbibe. Bi vî hawî hatina me ya Herêma Kurdistanê erênî ye. Ji bo me, ev serdan gelek watedar e. Em wek birêveberên ku nû hatine hilbijartin, serdana xwe ye pêsî me bo vir kir. Em giringiyê didin serdanên xwe yên li vir. "

Herwiha biyar e ku sibe duşemê, heyeta HDPê serdana Silêmaniyê bike da ku li gel goran û YNKê bicive. Hinek îdîa jî hene ku dê serdana Şingalê bikin.

"DIVÊ KURD LI DIJÎ DESTWERDANAN YEKHELWEST BIN"

Hevseroka rasterast bersiva serdana xwe ya bo Şingalê neda û diyar kir ku serdana wan a Silêmaniyê jî dê li ser heman bingehê be ku divê gelê kurd li her derê lê dijî ji parastina destkeftiyên xwe, yek helwestê nîşan bidin, li dijî hemû destwerdanan hevgir bin û yek bin û dengekî li dijî wan destwerdanan derxînin.

"EM YEKÎTÎ Û YEKHELWESTIYÊ DIPARÊZIN"

Buldanê di berdewamiya bersiva xwe de wiha got: Ji ber vê yekê em dê sibê di serdana Silêmaniyê de jî van bînin ziman. Hevdîtinên bi Goran û YNK jî hene, ew gelek girîng in. Ev bizavek bû ku li dijî ji Kerkukê dest pê kir û bi Efrînê dewam kir. Belkî sibê dusibê li ser Şingalê jî bê kirin. Em wê nerînê diparêzin ku divê em li dijî vî tiştî, yekhelwestî û yekîtiyê diparêzin.

 

Bi heman mijarî:

'Kurdistan dikare bibe pêşengeha mezin a çanda Îranê'
Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo çi navê 'Kurdistan'ê bi tîpa biçûk dinivîse?
Serokwezîrê Kanadayê ji bo erdheja Kurdistan û Îranê peyamek weşand
Amerîka: Kurdistan îstîqrara herêmê ye
Kurdistan: Me bi Amerîkayê re li hev kir ku têkiliyên xwe xurt bikin
Iraq: Eger Kurdistan petrolê bide me em ê meaşan bişînin
‘Kurdistan, herdem bi hiqûq û qanunên cuda hat birêvebirin’
Etîketan:
Pervin Buldan, Osman Baydemir, Berdan Ozturk, Silêmanî, Hewlêr, Kurdistan, Şingal
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de