00:52 26 Nîsan 2018
    Qedexe-polês-polîs-operasyon-desteserkirin

    Hunermendê kurd: Polîsan ji min xwestin ku ez bibim sixûr

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 03

    Hunermendekî kurd ê ciwan Giyasettin Uçun ku bi şano û dublajê re eleqedar ragihand ku hin kesên ku xwe weke polîsan nîşan dan û ew revandin û jê xwestin ku bibe sîxur. Uçun got ku "Min sîxurtî qebûl nekir û neçar mam bi awayekî qaçax biçime derveyê welêt."

    Hunermendekî kurd ê ciwan Giyasettin Uçun ku bi şano û dublajê re eleqedar ji Sputnîk Kurdistanê re ragihand ku di "20 Çileyê seat li dora 6- 7an ji aliyê hin kesên ku xwe wek polîs nişandan ve hatiye desteserkirin û got: "Dema ez diçûm malê wesayîteke spî nêzikî min bû. Yekî bangî min kir û ji wesayîtê peya bû û nezikî min bû, qerta polîsan nîşanî min kir û got li wesayîtê siwar bibe. Min nezanî çi bikim. Ez li erebeyê siwar kirim. Yek li rex min bû. Emrê wan texmina min 35- 38 salî bûn. Polîsan di wesayîtê de dest bi xwendina nasnameya min kir. Ez çend salî me, jî ku me û hwd. Bi nivîsê ku min li ser Facebokê nivîsîbûn dest pê kir. Wêneyê min, parvekirinên min li ser ekranê copy kiri bûn. Min di dema şerê li navçeya Cizîrê ez çûbûm û wir û min wêne girtibûn wan nîşanê min dan. Paşê helbestên min xwendine, karên ku min kirine berdewam kirin"

    Uçun wiha berdewam kir: "Piştî ku hema qedandin. Li min nêrî got; bi ya te tê jî bo van tiştan çend salan bixwî? Min bersiv neda. 30 sal, tê 30 salî bixwî Giyasettin. Hey berdewam kir. Va ciwaniya te jiyana te hemû tiştên te ji dest çûn. Heta ez ber pûçkirine de birim berdewam kir. Çawa îcar halê min ket. Got lê ne feydeya vê ji bo me heye û ne jî ji te re. Were em wisa bikin: tu bi kere hevaltiyê bike. Di çapemeniya vir de, di saziyên vir de çi bi qewime, çi gavê bavêjin, bi me re par ve bike. Ez di cihê xwe de hema sar bûm. Min got: na, ez ê tu carî vê yekê nekim. Û disa berdewam kir. Got meseleya te ya eskerîyê jî heye, em ê wê jî çareser bikin. Kengî pere, tiştek ji tere lazim be em ê bidin te.

    Hunermendê kurd wiha pê de çû: "Polîsan ji min re gotin hefteyeke wextê te heye, îcar ji xwe re bifikire. An girtîgeh an jî jiyanek nû. Got tu bi dilê xwe yî, çi bikî ji kê re bibêjî. Piştî hefteyê kî em ê li te bigerin. Ez peya kirim. Çend rojan fikirim. Min biryar da ku herim Stenbolê. Ez çûm Stenbolê. 10 roj derbas bûn hin deng jî wan derneket. Hefteyeke din çû deng derneket, min got van bela xwe ji min vekir. Piştî çend rojan telefonek veşartî ji min re hat. Min vekir. Got em dizanin tu çuyî Stenbolê û tu li ku û li cem kî diminê. Ne hewce ye em dirêj bikin, te xeletî kir ku tu rêvîyayî çuyî. Lê em ê şansekî dawî bidin te. 2 meh li wir bimîne. Û were vir. Ez jî neçar mam ku dest bi revandinê bikim."

    Hêjayî gotinê ye ku hunermend Giyasettin Uçun di lîstikên şanoyê û filmê 14ê tîrmehê de wekî lîstikvan cih girtiye. Herwiha di Zarok TVyê de karê dublaj û televîzyongeriyê kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Waliyê Kerkûkê yê berê: Bila kurd li herêmên dagirkirî hilbijartinê boykot bikin
    Ji ber topbarana artêşa tirk 120 malbatên kurd koçber bûn
    ‘Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê li goristanê hîn bû ku bapîrê wî kurd e'
    ‘Kûpaya Cîhanê ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn wê bi kelecan derbas bibe'
    ‘Bo pirsgirêka Kurd werin em li Amedê ‘Kongreya aştî û biratiyê' li dar bixin'
    Etîketan:
    polîs, hunermend, kurd, Sputnik, Giyasettin Uçun
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de