14:56 19 Nîsan 2018
    Mala 3 jinên kurd ên li ser Çiyayê Bûkeserê

    Çîroka sê jinan: Li ser serê çiyayekî Kurdistanê bi tena serê xwe dijîn

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 30

    Çar saetan dûrî bajarê Akrêyê û li ser çiyayê Bûkeser, du keç li gel dayika xwe xaniyek ava kiriye û li gel suriştê bi tena serê xwe li wir dijîn.

    Sputnik Kurdistan ji bo agahiyan li ser jiyana wan herdu xwişk û dayika wan bi dest bixe, 4 saetan li ser pêyan bi rê ve çûn û bi çiyayê Bukeserê ve hilkişya heta ku gihişt mala wan. Zehmetiya çûna wê derê ne tenê hevraz û bilindahiya çiyayî bû lê li gelek cihên li ser wê rêya dijwar de, mayin jî hebûn û tablo û nîşanên metirsiya mayinan jî hebûn ku nabe mirov peyade di wir de biçe ji ber dibêjin ku gelek kesên di rê re çûne, pê li mayinan kirine, hinekan ji wan jiyana xwe ji dest daye û hinekan jî ling û pêyên xwe ji dest dane.

    Nîşenayên mayinan li ser çiyayê Bukeserê.
    © Sputnik / Osman Başqalî
    Nîşenayên mayinan li ser çiyayê Bukeserê.

    Dema ku em gihiştin mala wan du keçan, xuya bû ku Fatma li malê ye û Hedar û dayika xwe jî di bermalê de karê kolana rezê simaq, tirî û behîvan dikir, ji ber ku niha li wê deverê demsala kolana rezan û sexbêrkirina wan e.

    Mala 3 jinên kurd ên li ser Çiyayê Bûkeserê
    © Sputnik / Osman Başqalî
    Mala 3 jinên kurd ên li ser Çiyayê Bûkeserê

    Fatmayê li malê bixêrhatine gelekî xweş li me kir lê nehişt ku em wêneyên wê, xwişka wê û dawika wê bigirin û got, "hûn li ser serê me hatine û hûn çi agahiyê bixwazin, em ê bidin we lê em naxwazin wêneyên me bigirin, tenê ji ji dûr ve bigirin."

    Sebaret sedemên bê çima ew herdu xwişk û dayika xwe hatine û ser serê çiyayekî, dûrî avahî, gund û bajaran jiyana xwe derbas dikin, Fatmayê got, "bi rastî gelek sedem hebûn lê ya me dixwest ku di nava bajarê Akrêyê de hinek çêlek, pez û heywanan xwedî bikin lê şaredariyê nehişt û me hinek rezên simaq, tirî û behîvan li vir hebûn ku her sal em dihatin vê derê û me dikolandin û xebêrî li wan dikir. Herwiha em di werzê havînê jî dihatin vê derê û çend rojan li vir diman da ku berhemên wan jê bikin, lewra me biryar da ku bên nav rezên xwe li ser çiyayî ji xwe re xaniyekî ava bikin ku bi vî awayî em ê him sexbêriyê li rez û baxên xwe bikin û wan şîn bikim û him jî çêlek, pez û heywanên xwe xwedî bikin."

    Fatmayê diyar kir ku ew li ser vî çiyayî ne û gelekî kêfxweş in ku di nav xwezayê de dijîn û ti kêşe û girîftyên wan tine ne.

    Ji aliyê din ve, Fatmayê li ser pirsyarê bê xizm û kesên wan wekî din hene yan na, got ku "bavê wê Hecî Hesen çûye ber dilovaniya Xwedê û hejmarek xwişk û birayên wan hene lê her yek ji wan çûye ser rêya xwe û tenê ew û xwişka xwe Hedar li gel dêya xwe mane û hîn jî nezewicîne.

    Herwiha Xwişka Fatmayê ew jî got ku "piştî hatina vê derê wan tenê çêlek xwedî kirine, ji ber gur gelekî zêde ne û pez (mih û bizin) dikevin ber lepên wan û wan zû dixwin lê nikarin çêlekan bi hêsanî bixwin ji ber wê yekê wan biryar da ku bi tenê çêlekan xwedî bikin.

    Mala 3 jinên kurd ên li ser Çiyayê Bûkeserê
    © Sputnik / Osman Başqalî
    Mala 3 jinên kurd ên li ser Çiyayê Bûkeserê

    Li ser pirsyara bê gelo çawa hewcedariyên xwe ji bajarî digihînin mala li ser çiyayê, wan got, "berê me bi dewaran hêstir, hesp û ketan dianîn lê niha xweşbextiya me ew e ku şirketa gerîna li petrolê di gundê Xerdisê de bi ser xistiye, rast e, ew jî dûr e, hinekî nexweş e û hemû tirimbêl nikarin di ser wê cadeyê re biçin lê em carinan sûd û mifaye ji wê cadeyê digirin.

    Derbarê bê gelo li vê derê natirsin ku kesek tehde û zordariyê li wan bike, wan got: "Nexêr, carekê zilamek hat û hewl da tehdeyê li me bike, ew zilam bi çek bû jî lê me karî çeka wî jê bistînin û me ew desteser kir. Piştî mehekê bi hêvî û ricayan me ew zilam azad kir û soz da ku careke din nêzî mala me nebe û jixwe çekên me bixwe hene ji bo em berevaniyê li xwe bikin û xwe biparêzin."

    Mala 3 jinên kurd ên li ser Çiyayê Bûkeserê
    © Sputnik / Osman Başqalî
    Mala 3 jinên kurd ên li ser Çiyayê Bûkeserê

    Li derdora mala Fatma, Hedar û dayika wan, gelek reyên din hene û xwediyên wan xaniyên biçûk di nav de çêkirine lê ew tenê ji bo çend rojan tên nav rezên xwe û di wan xaniyan de dimînin û paşê dizîvirin. Fatma, Hedar û dayika xwe her çar werzên salê li ser çiyayên Bukeserê jiyana xwe derbas dikin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Herêma Kurdistanê li dijî Tirkiyeyê xwepêşandan hat lidarxistin
    Îxracata petrola Iraq û Herêma Kurdistanê di meha Adarê de kêm bû
    Artêşa tirk Herêma Kurdistanê topbaran kir: 2 sivîl birîndar bûn
    Etîketan:
    behîv, simaq, bizin, çiyayên Kurdistanê, gur, çêlek, gurcî, jinên kurd, Bukeser, Akrê, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de