06:07 20 Nîsan 2018
    Karkerên şaredariyê ku ji kar hatin derxistin dest bi çalakiya rûniştinê kirin

    Karkerên li ber şaredariyê dest bi çalakîya runiştinê kirin

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 0 0

    Li Amedê karkerên ku bi hinceta ‘lêpirsîna ewlehiyê' ji Şaredarîya Rezanê ji kar hatin derxistin li ber şaredariyê dest bi çalakîya rûniştinê kirin. Karker ji Ajansa Sputnikk Kurdistan re axivîn û dibêjin ku sicîla wan a edlî paqij e û ji bo karderxistinê tu sedem tune ye.

    Li şarederiyên Amedê bi hinceta ‘lêpirsîna ewlehiyê' 722 karker ji kar hatin derxistin. Ji şaredariya bajarê mezin 242 karker, ji DÎSKÎyê 76 karker, ji şaredariya Rezanê 255, ji şaredariya Yenîşehîrê 46, ji şaredariya Sûrê 42, ji şaredariya Erxenî 56 û ji şaredariya Hezroyê jî 5 karker ji kar hatin derxistin. Her wiha li Amedê hejmara karkerên ku ji kar hatin derxistin 2 hezaran derbas dike. Karkerên Şaredarîya Rezan a Amedê ku ji kar hatin derxistin ji bo vegerin karê xwe li ber şaredariyê dest bi çalakîya rûniştinê kirin. Şaredarîya Rezan hêj qeyûm ne hatîye tayînkirin lê şaredara DBPyî ji aliyê DBPê ve hatibu îxrac kirin. Çalakiya rûniştinê tenê Ajansa Spûtnîk Kurdistan şopand û karkerên têkildarî ji karderxistina xwe axivîn.

    ‘EM MEXDUR KIRIN'

    Karkerê bi navê Bulent Ateş 11 sale di gelek beşên Şaredariya Rezan de xebitîye û ew jî weke gelek hevalên xwe bi hinceta ‘lêpirsîna ewlehiyê' ji kar hat derxistin. Ateş têkildarî rewşa xwe wiha axivî: "Ez bi awayekî bê hiquqî ji kar hatim derxistin. Hincetê weke lêpirsîna emnîyetê nîşan didin lê tiştek zelal tune ye. Em çun edliyê û me belgeyên fermî derxistin ku sicîla me a edlî paqij e û tiştek tune ye. Em vê qebul nakin. Mirovê ku sicîla wan a edlî paqij be çima hun wan ji kar derdixin? Em bi şaredar re axivîn û dibêje ‘biryara weşartî heye, em nikarin tiştekî bikin.' Min û gelek hevalên mi mexdur kirin. Ji bo vegerin karê xwe em ê çalakiyên xwe bidomînin."

    Karkerên şaredariyê ku ji kar hatin derxistin dest bi çalakiya rûniştinê kirin
    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Karkerên şaredariyê ku ji kar hatin derxistin dest bi çalakiya rûniştinê kirin

    ‘SICILA ME YA EDLİ PAQIJ E Û TU SEDEM TUNE YE'

    Karkera bi navê Sevim Akgul jî ku 4 sale di Şaredariya Rezan de xebitîye û ew jî ji kar hat derxistin wiha axivî: "Em nizanin ji bo çi me ji kar derxistine. Bi navê ‘lêpirsîna ewlehiyê' û bi şertên rewşa awarte em derxistin. Qeydên me yên sicîla edlî berê jî hatibu girtin ku paqij e û niha jî paqije. Ji bo em bi karmend bin tu pirsgirêk tune bu, lê dîsa 255 kes ji kar derxistin. Ev bêheqîyek gelek mezine. Em bi sendîqaya xwe re tevdigerin û me îro dest bi çalakîya runiştinê kir. Heger xala ku me ji kar derxistine zelal bibe li gorî wê em ê helwesta xwe jî nîşan bidin. Em ê mijarê bibin dadgehê û li mafê xwe bigerin."

    ‘TU SUCÊ ME TUNE YE'

    Karkera bi navê Muzeyyen Sevim jî ku 4 sale li Şaredarîya Rezan dixebitî û ew jî ji kar hat derxistin dibêje: "Tu sucê me tune ye û em nizanin ku ji bo çi em ji kar derxistin. Ne walitî û ne jî qeymekam tiştek zelal nabêje. Em jî pir meraq dikin ku ji bo çi em derxistine. Rêveberîya şaredariyê ji me re lîste anî û navê me xwend ku em ji kar derxistine. Tenê gotin bi hinceta ‘lêpirsîna ewlehiyê' weke di tiştek di ne gotin. Li gorî çi? Çawa? Çima? Tiştek ne gotin. Em karê xwe dixwazin. Em agahîyek zelal ji cihekî nagirin, kes tiştek zelal nabêje. Me daxwazname da walitî û qeymekam lê tu bersivek zelal nedan me. Hemu kes ji kar derxistin û aniha taşeron nema ku derbasî qedroyê bibe."

    Bi heman mijarî:

    Li Tirkiyê ji bo kurikekî 6 salî qeyûm hat tayin kirin
    Derbarê parlamenterê HDPê de bi hinceta li qeyûm heqaret kiriye fezleke hat amadekirin
    Qeyûm Mala Dengbêjan kire Komelaya Musikiyê, nivîsên kurdî yên li ser otobêzan jî rakirin
    ‘Ji bo 5 çêlekan qeyûm hat tayînkirin'
    Etîketan:
    karker, qeyûm, Sputnik, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de