17:43 25 Gulan 2018
Osman Baydemir

"Dibe ku ji ber gotina ‘Kurdistan’ê mafê parlementeriyê ji Baydemirî bê stendin”

© Sputnik / Sertaç Kayar
Nêrîn
Lînkê kurt
Mevlut Oguz
0 43

Parlementerê HDPê Baydemir bi bihaneya ku polîs biçûk xistine bi salek û 5 mehan hatibû sizadan û cizayê wî hatibû erêkirin. Li ser vê mijarê parêzer Mehmet Emin Aktar ragihand ku, "di parlementoyê de pirdengî nema ye lê pêwist e ev biryara dadgehê li parlementoyê neyê xwendin daku Baydemir heta dawiya dema xwe weke parlementer kar bike."

Parêzer û mafparêzê mafê mirovan Mehmet Emin Aktar li ser mijarê ji Spûtnîk Kurdistanê re axivî û da zanîn ku makezagon dibêje, kesên ku ji salekê zêdetir ciza xwaribe ew kes nikare bibe parlementer.

Aktar wisa axivî "Yek ji astengiyên li ber parlementeriyê cizakirina ji saleke û berjortir e lê kesên ku hatiye hilbijartin ger parlementer be, dema ku derheqê wî de cizayek were birîn û ew ceza were erêkirin heta ku ew biryar di Lijneya Giştî ya Parlementoyê (TBMM) de neyê xwendin, mafê parlementeriyê dewam dike. Heta van demên dawiyê jî birêveçûna parlementoyê di derheqê parlementerekî de biryareke wiha nedabû, ji ber wê jî mafê parlementeriyê ji parlementeran nehatiye stendin. Lê vê dawiyê biryarên cezakirina parlementerên HDPê di Lijneya Giştî de hat xwendin û mafê parlementeriyê ji çend kesan hat stendin. Herî dawî mafê parlementeriyê ji parlementerê HDPê yê Mûşê Ahmet Yildirim hatibû stendin."

‘LI PARLEMENTOYÊ PIRRDENGÎ NEMA YE, BI RASTÎ LI TIRKIYEYÊ NEMAYE'

Aktar di berdewamiya axaftina xwe de li ser îhtimala betalkirina mafê parlementeriyê ji parlementerê HDPê yê Rihayê Osman Baydemirî jî got, "Partiya ku desthilatdar e û li parlementoyê de piranî di destê wê de ye, çi bixwaze wê dike. Lewra di parlementoyê de pirrdengî nemaye, di Tirkiyeyê de jî nema ye ya rastî. Daxwaza wan jî bi vî şeklî ye. Demek berê çend parlementeran bi hinceta propagandayê ciza xwarin; Figen Yuksekdag, Ferhat Encu, Ibrahim Ayan, Ahmet Yildirim… Mafê parlementeriyê ji van kesan jî hat stendin. Di nava van de hinceta herî balkêş ya Ahmet Yildirim bû. Yildirim bi hinceta ku heqaret li serokomarê tirk kiriye mafê parlementeriya jê hatibû stendin."

‘DIBE KU BI HEMAN HINCETA MAFÊ PARLEMENTERIYÊ JI BAYDEMIRÎ JÎ WERE STENDIN'

Parêzer Aktar "Daraz, daraza Tirkiyeyê berî her tiştî serokomar çi biryar bide li gorî wê biryar têne dayîn. Ji ber vê yekê jî darazeke serbixwe û azad li Tirkiyeyê nîn e. Her tişt mimkin e, heye ku bi heman hinceta mafê parlementeriyê ji Baydemirî jî were stendin. Lê daxwaz ew e ku îradeya gel bi ser keve û herkes ji vîn û îradeya gel re rêzdar be. Heta îro birêveçûna parlementoyê biryarên wiha li parlementoyê nedane xwendin. Dema cezayê ku li parlementerî hatiye birîn li parlementoyê neyê xwendin heta dawiya serdema xwe temam kir ya were xwendin û cardin neyê xwendin û cizayê hatiye birîn bikşîne."

‘DIBE KU JI BER KU BAYDEMIR LI PARLEMENTOYÊ DESTÊ XWE BIRIBÛ SER DILÊ XWE Û GOTIBÛ  ‘KURDISTAN DI VIR DE YE' WERE CEZAKIRIN'

Aktar bibîr xist ku Baydemir parlementerekî berbiçav e û wiha axift: "Dadgerên ku wezîfedar in, xwedî nêrînekê ne, li gorî wê nêrînê biryar didin, ne mimkin e ku bêalî bin. Derbirîna Baydemir a li parlementoyê ku destê xwe biribû ser dilê xwe û gotibû ‘Kurdistan di vir de ye' ew gotin, ew wêne li ber çavê herkesî tê, dema ku ew tê berçavê wan, li gorî wê yekê biryar didin. Ger hun dibêjin em ji îradeya gel re rêzdar in, pêwist e ev biryara dadgehê li parlementoyê neyê xwendin daku Baydemir heta dawiya dema xwe weke parlementer kar bike."

Bi heman mijarî:

Osman Baydemir bersiva 'Kurdistan ku der e?' da
Baydemir: Kurd biçin li Marsê bibin xwedî dewlet, Enqere dîsa wê li dijî derkeve
Cezayê zindankirina Osman Baydemir hat erêkirin
Baydemir: Hûn ji xeynî veqetandinê ti riyê li ber kurdan nahêlin
Ji ber daxuyaniyên Efrînê derbarê Osman Baydemir de lêpirsîn hat destpêkirin
Ji Osman Baydemir re 12 hezar lira cezayê ‘Kurdistanê' birîn
'Cezakirina Baydemir siyaseta dewletê ya înkar û asîmîlasyonê nîşan dide'
Ercan Kanar: Herî zêde mafên kurdan tê binpêkirin
Erbey: Bi biryarên di hikmê qanûnan de hemû maf û destkeftiyên demokratîk ji holê radibin
Etîketan:
Parlemenoyê Tirkiyeyê, Mafê parlementeriyê, Daraz, Parlementerê Rihayê, parlementerî, Ceza, Doz, Sizadan, maf, Parlementerê HDPê, Dadgeha Tirkiyeyê, Spûtnîk Kurdistan, TBMM, HDP, Ibrahim Ayhan, Mehmet Emin Aktar, Ahmet Yildirim, Osman Baydemir, Ferhat Encu, Figen Yuksekdag, Riha, Enqere, Tirkiye, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de